PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY’yê hat kirin

Ji bo Aysel Tuguk a rehîn û girtiyên din ên bi nexweşiya giran werin berdan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hat şandin

Navenda Nûçeyan |

43 baro, rêxistinên mafê mirovan ên bakurê Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê ji bo ku balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku ji 28’ê kanûna 2016’an û vir ve girtiye, bi daxwaza lezgîn name ji komên xebatê û raportorên NY’yê re şandin.

Name ji Raportorê Taybet ê Dijî Îşkence û Tehdeyê ya NY’yê, Raportorê Taybet ê Dadger û Parêzerên Serbixwe, Raportorê Rewşa Parêzvanên Mafê Mirovan, Koma Xebatê ya Girtinên Kefî, Raportorê Taybet a Mijara Tenduristiya Zîhnî û Raportorê Taybet a Heqê Kêmaran re hat şandin.

Di nameyê de binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa Tugluk hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku piştî ku teşhîsa demansê li ser Tugluk hatiye danîn rewşa wê girantir bûye û wiha hat gotin: “Aysel Tugluk li gel nexweşiya giran jî di şertên berdest ên girtîgehê û dema hêla Covid-19’ê de jî li girtîgehê de tê girtin. Ev jî nîşan dide ku saziyên rayedar ne li gorî hiqûqê û standartên navnetewî tevdigerin.”

Divê li dijî binpêkirina mafan a li ser Tugluk tê domandin destwerdaneke bi lezgînî were kirin. Lazim e Tugluk û girtiyên di rewşa wê de demildest bên berdan û destûr were dayîn ku rêxistinên mafê mirovan û derveyî hikûmetê bikaribin problêmên xwegihandina heqê tenduristiyê ya girtî û cezaxwariyan bîni ser ziman, peywirdarên bijîşkî bikaribin bi azadî karê xwe bikin û bikaribin serdana girtîgehên hikûmeta tirk bikin û wan kontrol bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar