Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo Ûgûr Şakar bang kirin

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E)  û NAV-DEM’ê  Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir û şehîd bû bi bîr anîn û bang li gelê kurd kirin ku rabin ser piyan

Ûgûr Şakar ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çakiya xwe şewitandinê pêk anî bû û şehîd bûbû ji aliyê gelê kurd û kurdistaniyan tê bibîranîn.  Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser şahadeta Şakar daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt ragihand: “Ûgûr Şakar ê ku 20’ê sibata 2019’an li bajarê Krefeld ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ bi sekneke fedayî bedena xwe da ber agir, îro şehîd ket.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, cenazeyê Şakar dê îro ji nexweşxaneyê bê wergirtin û wiha hat gotin: “Xwedîderketina li vî hevrêyê me wezîfeya me ya esasî ye.” KCDK-E’yê diyar kir ku pêngav êdî bûye rastiyeke berxwedanê ya civakî û li çar aliyên cihanê belav bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sekna berxwedêrên greva birçîbûnê dê jiyana azad a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re teqez bê afirandin û wiha hat gotin: “Piştî şehadeta Zulkuf Gezer, hevrêyê me Ûgûr Şakar jî şehîd bûye. Van şehadetan nîşan daye ku êdî pêngav dê bi ser bikeve. Ji bilî serketinê rêyeke din nîne. Li pêşberî hevrêyên me yên şehîd bûne yekane tişta em bikin ew e ku bi xurtî xwedî li wan derkevin û bi berxwedanê bersivê bidin mîrateya wan. Nameya ku hevrêyê me Ûgûr Şakar nivîsî di heman demê de manîfestoya me ya berxwedanê ye. Divê em hevrêyê xwe bi rengê herî heybet hildin ser milan û bi merasîmeke bi heybet oxir bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li kurdan û dostên wan ên li Ewropayê hat kirin ku tevli merasîma cenaze bibin.

NAV-DEM: Ji bo Şakar em li nexweşxaneyê li hev bicivin

NAV-DEM’ê li ser Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneyê şehîd bûbû daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, çalakiya Şakar a li dijî faşîzmê ji bangê wêdetir talîmat e û bang li gelê Kurdistanê û dostan kir ku çalakiya wî baş fêhm bikin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, nameya ku Şakar li pey xwe hişt nerazîbûna li xemsariya CPT û saziyên Ewropayê ye û bang li gelê kurd hat kirin ku li nexweşxaneya Duisburgê ya ku Şakar lê jiyana xwe ji dest da li hev bicivin û xwedî lê derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Şakar û gelê Kurd re hate xwestin. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar