Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji bo winda bên dîtin û kiryar bên cezakirin li kolanan bûn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êliyê çalakyên xwe yên heftane li darxisitin. Di çalakiyan de xwestin winda bên dîtin û kiryar bên darizanin

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin di hefteya 757’emîn de çalakiya xwe li ber avahiya Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê li dar xist. Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û wêneyên kesên dibin çavande hatin winda kirin û qurnefîl kirin destên xwe.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de, aqobeta Huseyîn Morsumbul ê di 18’ê îlona sala 1980’yan de, piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Stenbolê û keça Fehmî Tosun ê di 19’ê cotmaha sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Besna Tosûn daxuyanî da.

Tosûn diyar kir ku wan Huseyîn Morsumbul ji bir nekiriye û wiha axivî: “Ji bo ku aştiya civakî ya hiqûqî pêş bikeve, divê binpêkirinên mafan ji aliyê darazek serbixwe ve bê lêpirsîn û bên darizandin. Ya ku civakê li ser piyan digire, hesta edaletê ye. Çi dema ku hesta edaletê şikiya wê demê bingeha demokrasiyê jî tê hejandin. Dewleta hiqûqê û edelat di nava hev de ne. Ger di qanûn, rêveberî û darazê de edalet tune be, li wê derê  dewleta hiqûqê jî tuneye.”

‘Derbarê binçavkirinê de tu girtek tune ye’

Tosûn, bal kişand ser aqobeta Huseyîn Morsumbul ê di 18’ê Îlona 1980’yan de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin û wiha got: “Piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, polîs û leşkeran di 18’ê îlona 1980’yan de bi ser mala malbata Morsumbul a li Çewligê de girtin. Huseyîn ê li Lîseya Çewligê xwendekar bû hat binçavkirin. Ji dayika wî ya got ‘hûnê kurê min bi ku ve bibin’ re gotin ‘em ê îfadeya wî bigirin û wê di demek kurt de were.’ Lê Morsumbul qet nehat malê. Dayika û bavê Huseyîn ên li kurê xwe geriyan hatin binçavkirin. Îşkenceyên giran li bavê wî Hanefî Morsumbul kirin. Dayika Fatma û bav Hanefî Morsumbul çûn serdozgeriya leşkerî û îfade dan û derbarê berpirsiyaran de gilî kirin. Lê heya niha darbarê aqûbeta Huseyîn de tu lêpirsîn nehat kirin.”

Wesiyeta wê li ser kêla gora wê nivîsandin

Tosûn diyar kir ku dayika Huseyîn Fatma Morsumbul berî 3 salan jiyana xwe ji dest da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayika Fatma 36 salan ji bo ku bigihêje kurê xwe têkoşiya. Me wesiyeta wê li ser kêla gora wê nivîsand. Wesayîta wê wiha bû; ‘Bi salan, bi xeyala ku kurê xwe Huseyîn bibînim hatin Galatasarayê. Xwestin me bigirin û bavêjin. Bi copan li me xistin. Em bi erdê re kaş kirin. Em binçav kirin. Lê me dest jê berne da.’ Em dixwazin aqûbeta windahiyên me bên aşkerakirin. Em ji bo Morsumbul û hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin.”

‘Ez ê hestiyên Huseyîn bibînim’

Piştî Tosûn, jinbira Huseyîn Morsumbul Ayten Morsumbul li ser navê malbatê axivî û wiha got: “Dayika Fatma tune ye lê ez li vê dereme. Ez ê doz û edaleta wê dewam bikim. Ez ê Huseyîn bibînim. Ez ê hestiyên wî bibîn im. Ez edaletê dixwazim. Em tenê windahiyên xwe dixwazin.”

Xizmên windayan: Dosyeya Ceylan Onkol bêceza hat hiştin

Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji pêywirê hat dûrxistin beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Rêveberê ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Dengê van dayikan dengê edalet û heqîqetê ye. Heta niha ji bo dîtina kujeran darazê gavek erênî neavêtiye. Li şûna cezakirina kujeran wan xelat dikin. Hûn neçarin hesabê windayên me bidin.”

Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî wiha got: “Lazime êdî dayik bigîhîjin hestiyên zarokên xwe. Ji bo edalet derkeve holê pêwîste edalet were tesîskirin. Edalet pêk were dê çîrok ji nûve were nivîsandin.”

‘Dosyeya Onkol jî bêceza hat hiştin’

Rêveberê ÎHD’ê Hasan Yalçin jî qetilkirina Ceylan Onkol a di 28’ê Îlona 2009’an de li mezraya Xanbaz a Licê ya Amedê bi gula hawanê hat kuştin bi bîr xist. Yalçin da zanîn ku dosyeya Ceylan Onkol jî wek dosyeyên kiryar nediyar bêcezakirin ma û ew ê heta dawiyê têkoşîna hiqûqê birêve bibin.

Çîroka Mehmet Yanen û Hasan Kanat

Yalçin çîroka windakirina Mehmet Yanen û Hasan Kanat ên di 17’ê tîrmeha 1994’an de li gundê Seyar ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê hatin binçavkirin û windakirin xwend.

Li Êlihê jî aqûbet windaya hat pirsîn

Li Êlihê jî ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 461’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û xizmên windayan beşdar bûn. Rêveberê ÎHD’ê Mahfuz Akgul axivî û anî ziman ku heta ku aqûbeta windayan aşkera bibe dê têkoşîna xwe dewam bikin. Akgul di daxuyaniya vê hefteyê de xwest ku cînyeta Haci Sancak ê di sala 1993’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat revandin û kuştin û pişt re cenaze dan malbata wî bê ronîkirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar