Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ji bo xebatên yekitiya neteweyî komîteyek hate avakirin

Ji bo xebatên yekitiya neteweyî bi tevlêbûna rewşenbîr, aktîvîst û siyasetmedaran, li Çemçemalê civînek hat lidarxistin. Di encama civînê de komîteya ‘Ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê Komîteya Pêşeng’ hate avakirin

Li Salona Rewşenbîran a li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji bo avakirina komîteya ku dê xebatên Konferansa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi rê ve bibe, bi tevlêbûna nivîskar, çalakvanên civaka sivîl û kesayetên navdar, bi dirûşma ‘Ber bi konferansa niştimanî û nexşerêya çareseriya doza Kurdistanê’, civînek hate lidarxistin.

Piştî civînê jî daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Loqman Hesen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku helwestekî hevpar a stratejîk ku di nava hêzên kurdan de bê avakirin, daxwaza herî mezin e. Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo yekitiya neteweyî û helwestekî siyasî ya hevpar, gelek hewldan hatin kirin lê gavên pratîk kêm mane û ji bo van gavan tu platformek nehatiye avakirin.

Li gorî daxuyaniyê pêşniyarên ji bo nexşerêyê wiha ne:

“A yekemîn; destpêkê pêwîste hemû ragihandinên fermî û ne fermî, hemû torên civakî di van şert û mercan de li gorî berpirsyartî û erka xwe tevbigerin. Divê bi yekrêzî û bernameyên taybet pêşkêş bikin. Berpirsyartiya dîrokî ya xwe bicih bînin û zêdetir xelkê hişyar bikin.

A duyemîn; Pêwîste li gorî roj û demekê diyar, bername bi nûnerên hemû aliyên siyasî, pekhate û hemû kesayetên navdar ên civakê re were kirin. Nûnerên Neteweyên Yekbuyî ji bo danîna gotarek siyasî yekgirtî û diyarkirna rêya çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka gelên Kurdistanê.

A sêyemîn; Di civîna giştî û berfireh de, komîteyek giştî, siyasî, dîplomasî, ji bo kar û rêya çareseriya pêşniyaran ya gelên Kurdistanê bê diyarkirin.

Her wiha di encama nîqaşan de komîteya ‘Ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê Komîteya Pêşeng’ hatiye avakirin. Dê komîte li gelemperiya başûrê Kurdistanê ji bo yekitiya neteweyî semîneran pêk bîne û dê bi hêzên siyasî re jî civînan li dar bixe.”

Li gorî agahiyan; di civînê de li ser şert û mercên niha guftugo hate kirin û hat gotin ku dewleta tirk naxwaze yekitiya kurdan ava bibe. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar