Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo yên dibêjin PKK’ê çi bi xwe re anî!

Berî her tiştî PKK’ê civaka ku hatibû bê navkirin, ziman-çanda wê hatibû jê girtin û li ser erdnîgariya jê hatî dinê, bi saxî xistibûn gorê bi salan bû telqîna wî/ê hatibû xwendin, di çalake mirinê de vejand û ji gorê derxist. Ev yek bi serê xwe mîladeke ku heta heta li dîroka mirovahiyê bê vegotin û strandin.

Dibe gelek kes hebin bêjin berî PKK’ê kurd hebûn? Kes nikare înkara vê bike û ev gotin bi serê xwe şaştiyeke mezin e. Kurd hebûn lê kurdek çawa? Kurd hebûn lê bi nasname û rengek çawa hebû? Kurdekî ku ji ziman û çanda xwe biyanî, şerm ji Kurdbûna xwe dikir hebû. Gelo kî dikare vê pênaseyê ji bo kurdan qebûl bike? Kî/ê dikare xwe di çarçoveya pênaseyek wiha de weke Kurd nîşan bide? Kî/ê vê qebûl dike bila kerem bike bêje!

PKK’ê bi rijandina xwîna xwe kurd ji wê koletiya kurdbûna mirî vejand. Bi xwîna demarên xwe ax zindî kir û ew bedena zindî ku xistî nava axê zîlda vejand. Cara yekem e Kurd bûn aydê xwe, bûn xwebûn. Ji bo xwe kar kirin. Bi dehan serhildan rabûn, tev pişta wan li dewlet û cîranên wan bû; hemû jî bûn qûrbanê berjewendiyên serdestan.

Vê carê ne ji şêx û melayan, ji eşîr û bihêzan destpê kir. Ji çîna karker û kedkaran, ji ciwan û jinên ciwan ên vî gelî ku hê demarê Kurdbûnê lê dijenîn hilat û destpê kir.

Kurd cara ewil ji hemû rengên din cudatir bû. Bi fikir, felsefe û hizir tevgeriya. Bê çek û birsî bû, bi fikir û zikir bû. Rêbertiya wê têkoşîneke zihnî ya mezin ku jin, ciwan, karker, kedkar û hemû sîstemên cîhanî serobino dike 50 salên xwe yên têkoşînê dûxwe hişt. Niha mîna rênîşaner û fîlozofekê li cîhanê tê nasîn. Tevgera Azadî ya Kurdistanê ku bi pêşengtiya wî û hevrêyên wî yên şehîd de jî dikeve sala xwe ya 45’an.

Têkoşîneke bê eman a 45 salî bê sekin û tebat hatiye kirin. Li her qada jiyanê, bigire heta jin, ciwan, civak û xwezayê bigire gelek ji her warî ve, erdnîgariyek ji her alî ve hatî wêrankirin, hewl da kêlî bi kêlî vejîn bike. 45 sal e têkoşîna vê dike.

Hinek dibêjin ev ’45 sal e PKK’ê nekarî bostek ax azad bike’. PKK berî her tiştî hişmendî û mejî azad kir. Ê mirî zindî kir, ê kole azad kir. Ê bê nav, nasname û çand bi nasname û çand kir. Ê ji bo dijmin û dagirkerên xwe kar dikir, gihand asta ji bo xwe kar bike. PKK’ê hişmendî da guherîn. Mirovek nû ava kir. Ev mirov heta ava nebe, tu nikarî bi wî mirovî axeke hatî dagirkirin û ji cewhera wê hatî derxistin rizgar bikî. Vê jî li ser koka wê li Kurdistanê da kirin. Şer, berxwedan û hemû guherîn û veguherînên kir, li ser vê axê kir. Li Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê kir. Ji bo wê ti demê PKK’ê xwe li beşek sînordar nekir. Kurdistan yek dît û ji bo yek Kurdistanê şer kir. Têkoşîn da. PKK’ê Kurdek wiha avakirin. Ma ji vê mezintir destkeftiyek heye. Kurdek aydê xwe, ji bo xwe şer bike, ji bo xwe azad bibe.

PKK’ê bi têkoşîna xwe ya çekdarî û zihnî 45 sal e, li ser dika dîrokê tevî hemû dijminatiya dewletên navneteweyî û komployan li ser piyan e. Kîjan hêza Kurdî li ber ewqas xefik û davan karî xwe bigire. Kî dikare navê çend serhildan û eşîr-êlan bêje ku karî li ber bahoza cîhanê ya nemerd xwe rabigire. PKK’ê bi 12 gerîlayan ku weke sembola ’12 siwariyên Dewrêşê Evdî’ tê pênasekirin li ber çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Ne bû tevgereke partiyek bi hezaran leşker heyî Şengal hişt û civakek li ber qirkirinê hêla. PKK’ê di demê xwe yê herî tengav de birçî, bê çek li çiyayên Kurdistanê li ber dagirkeriyê li ber xweda, lê nebû ji hêzeke ku bi hezaran leşker heyî û ‘aşbetal’ kir.

PKK’ê şoreşeke zihnî ya netewa demokratîk a li ser esasê pêkve jiyanê ava kir, nebû hêzek ku tenê xwe ferz dike.

PKK bû xwedî rêberek welê ku zêdetirî 20 sal in li Girtîgeha Îmralî ku bi nasnavê êşkencexane ye, li ber xwe dide, fikir û ramana dihilberîne. Rê nîşan û ramandere. Yên dibêjin PKK’ê hê çi kiriye? Ka bila bêjin kê ev kiriye, kî dike, çawa dike? Kîjan hêz û rêberî 50 sal in têkoşîneke bê eman ku girtiye dike. Kurdan bi têkoşîna PKK’ê ya li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê careke din bêrxwazî û lehengiya xort û keçên Kurd nîşanî hemû cîhanê da. Hemû cîhan bûn heyranê fedayîbûna jinên gerîla yên kurd. Fedayîtiya Zîlan û Bêrîtanan careke din li Kobanê di şexsê Arîn Mîrkan de derket lûtkeya herî jor.

Îro li her qada jiyanê xwe rêxistin kiriye, li ber her cûre zext û çekên qedexe û kîmyewî gazên jehrî li ber xwe dide. Bihêlih berxwedanê, şer dike û derba kuştinê li dagirkeran dide. Eger ku heta niha dijminên kurdan nekariya temamî Kurdistanê dagir bike, ev bi saya PKK’ê û gerîlayên wê bûye.

Eger ku hinek îro dixwazin hê bêjin PKK’ê çi kiriye, bila dîrokê bixwîne û binêre. Kîjan tevger û partî ji bo gelê kurd tevhî Kurdistanê şer dike, têkoşîneke netewî dike.

Bi kurt û kurmancî PKK’ê van 45 salan ji her alî ve Kurdistan û kurd rakir ser hingan û kir ku ji bo xwe azadiya xwe têkoşînê bike. 45 sal e hewl dide ku Kurdan bide nasîn û kurd rastiya xwe fam bike. Îro heta astekê ev yek bi ser ketiye. Eger ne ji ber hinak alî û partiyên xwe kurd didin nasîn û pêşiya PKK’ê her gavê weke kelemekê bûna, niha PKK’ê gelek armancên din gihandibû serketinê.

Tevî her tiştî jî çi dibe bila bibe PKK wê armancên ku di berdêla wê de ked û şehîd dayî bigihîne serketinê. Ne noker û xayîn, ne dagiker û hevkar dikarin pêşiya vê bigire.

Nûçeyên Têkildar