Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo Yildirim 18 sal cezayê hepsê hat xwestin

Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ji parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim re 18 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwest

Danişîna 10’emîn a doza parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ku bi hinceta axaftinên wê yên berê tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Yildirim ji ber ku beşdariya bi rêya dîmen (SEGBÎS) red kir, beşdarî danişînê nebû.

Di danişînê de parêzerên Yildirim amade bûn û danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Dozger der barê dozê de mutala xwe aşkera kir û ji ber 7 fezlekeyan bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê ya li pey hev kiriye’ û ‘Gel tahrîkî dijminî û kînê kiriye’ xwest ku Yildirim bê cezakirin. Dozger di sûcdariya ‘Pesindayîna sûc û sûcdar’ de Yildirim beraat kir. Dozger bi giştî 18 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ji Yildirim re xwest.

Piştî mutalaya parêzerê Yildirim, Erdal Kuzu parastina miwekîla xwe kir û wiha got: “Heke vê axaftinê ne siyasetmederek ji HDP’ê bikira û ku siyasetmedereke AKP’yî bikira dê we ev cezaye nedaba û dê nehata darizandin. Cudakarî li vir tê kirin. Nebin dadgerên dewlet û desthilatdariyê, bibin dadgerên gel. Em dixwazin miwekîla me bê berdan û beraetkirin.”

Heyeta dadgehê jî xwest Yildirim di danişîneke din de li salona danişînê amade be û doz taloqî 4’ê adarê kir. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar