Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ji bo zanistê gaveke girîng: Chang 4 danî ser rûyê tarî yê hîvê!

Zanyarên çînî serê sibehê saet derdora 08.00’an temasî rûyê hîvê yê tarî kirin. Hat zanîn ku balafira keşfê ya bêmirov a bi navê Chang 4 a Çînê, bi serkeftî danî ser rûyê tarî yê hîve. Ev yek ji bo lêkolînên kûrtir ên der barê fezayê de weke pêngaveke girîng tê dîtin

Televîzyona Navendî ya Çînê ragihand ku balafira keşfê ya bêmirov a Chang 4 ku Çînê mehek berê şandibû fezayê, li gorî saeta herêmî di 10.26’an de bi serkeftî daniye ser rûyê tarî yê hîvê. Balafira keşfê wêneyên cihê ku lê hatibû danîn, şandin.

Cihê ku Chang 4 lê hatiye danîn, kratera herî mezin, kevin û kûr a hîvê ya bi navê Aîtken e. Têkildarî kratera Aîtkenê pir kêm agahî hene. Chang 4 ku yekemîn balafira keşfê ye ku çûye rûyê tarî yê hîvê, dê ji bo şopandineke baştir a fezayê û herêmên din ên hîvê jî derfetên lêkolînê yên baştir biafirîne. Di heman demê de bi vê balafirê re li ser hîvê dê gelek cureyên cuda yên mîneralan jî bên lêkolînkirin û mînakên wan bên berhevkirin.

Ji bo danînê hefteyekê amadekarî dikir

Her çiqas heta niha gelek balafirên keşfê yên fezayê wêneyên rûyê tarî yê hîvê kişandibin jî, tu ji van balafiran neçûbûn ser rûyê tarî yê hîvê. Têkildarî mijarê Îdareya Fezayê ya Niştimanî ya Çînê (CNSA) agahî dan û destnîşan kir ku Chang 4 hefte berê amadekariya danîna ser rûyê tarî yê hîvê dikir. CNSA’yê da zanîn ku di vê çarçoveyê de jî zanistên çînî ragihandindibû ku amûrên dîmenan û dedektorên pîvanê kontrol kirine.

Pêngaveke girîng

Balafira keşfê Chang 4, di 7’ê kanûnê de bi roketa 3B ya Meşa Dirêj ji bo ku deyne ser kratera Von Karmanê hatibû şandin. Ev danîna serkeftî ya Chang 4’ê, ji bo lêkolînên kûrtir ên fezayê weke pêngaveke pir girîng tê dîtin.  Ji ber ku hîv nahêle sînyalên radoyayê bigihîjin herêmên tarî, tu têkilî bi vê herêmê re nayê danîn.

Wêne û dîmen parve kiribûn

Ji bo rakirina vê astengiyê û têkilîdanîna bi Chang 4’ê re, CNSA’yê di meha adarê de Peyka Ragihandinê ya Çueçiao, şandibû rêgeha li nuqteya Duyemîn Lagrangianê (L2) ku 455 hezar kîlometre ji dinyayê dûre. Çînê di meha mijdarê de dîmenên rûyê tarî yê hîvê û wêneyên wê bi raya giştî ya cîhanê re parve kiribûûn.

Amadekariyên nû

Dewleta Çînê ku di sala 2013’an de balafira keşfê ya Chang 3 şandibû hîvê, plan dike ku îsal jî balafira keşfê ya Chang-5’ê bişîne hîvê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar