Zara Mihemed (Zara Mohamedî) mamosteyeke kurd a zimanê kurdî ye li rojhilatê Kurdistanê. Ew li Sinedersên Kurdî dide şagirtên xwe. Ji ber vê yekê jî hatibû binçavkirin û heta niha jî aqûbeta wê nediyar e.
Dema ku hatibû destgîrkirin, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya Navenda PENa Kurd gotibû, Zara Mihemed mamosteyek dilxwaz a zimanê kurdî bû û bi hinceta ku zarokên kurd fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê kirine, hatiye binçavkirin. Niha ji bo zanîna aqûbeta Zara Mihemed û serbestkirina wê li ser medya civakî kampanya tên birêvebrin bi nîşana #Zara_Mohammadi çawa ku twitterstormek hat kirin. AMED