Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo zarokan pirtûk û çîrokan dixwîne

Jina bi navê Ferzane Elî ku xelkê rojhilatê Kurdistanêye li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê dijî, ev 3 sale projeya xwendina çîrok û pirtûkan ji bo zarokan bi rêve dibe

Li navenda Rewşembiriyê ya Endêşe ya bajarê Silêmaniyê ku ev bi qasî 3 salan e projeya xwendina çîrok û pirtûkan tê xwendin heye. Her hefte roja înê hejmarek zêde ya zarokan serdana navendê dikin ji bo guh bidin çîrok û xwendina pirtûkan.

Jina bi navê Ferzane Elî ku bi fikrê xwendina pirtûkan ji bo zarokan û xwediyê projeya Endişeyariye li navenda Rewşenbiriyê ya bajarê Silêmaniyê ye. Navenda Endêşe yek jî navendên herî mezin yên firotin û çapkirina pirtûkan e. Ji bo pêşxistin û zêde karkirina navendê jî Ferzane Elî bi proje û fikrên xwe yên xwendina pirtûk û çîrokan ji bo zarokan gavekî mezin avêtiye.

Ferzane Elî têkildarî armanca projeya xwede ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Zarok nifşê nû ne ji bo pêşerojê û pêwîste em bikaribîn xwendina çîrok û Pirtûkan weke çandekê lê bikîn. Ji ber ku xwendin beşekî mezin di jiyana tevahî mirovan digre. Armanca vê projeyê jî ewe ku her zarokek bikaribe giftogûyan li ser çîrok û pirtûkan bike, heya asta rewşenbîriyê. Ez ji dema çîrokan ji zarokan re dixwînim bi wanre dikevîn nava giftogûyê û ji bo em bikaribîn bibîn karekterekî yê çîrokê diyar bikin. Her wiha em karên baş û xirab yên di nava çîrokan de jî şîrove dikîn.”

Ji derveyî Ferzane Elî gelek kesayetên wêjevan, rewşenbîr û hûnermend diçin navenda Endêşe û çîrokan ji bo zarokan dixwînin. Her wiha bi vê şêwazî zarok zêdetir tamê ji çîrok û pirtûkan digrin.

Ew zarokên ku roja înê diçin Navenda Endêşe ne tenê ji bo wan çîrok tên xwendin, heman demê de li gel zarokên din jî wêneyan digrin. Her wiha zarok jî bi zimanekî sade rênîşandariyekî bi tendirust şîrove dikin.

Dr. Havîn Kemal ku ev meheke li Navenda Endêşe divê projeyê de cihdîgre û rênîşanderekî bi tendirust li navendê ji bo zarokan şîroveyan dike û wiha axivî: “Armanca min ya beşdarbûna vê projeyê ewe ku ez li navenda Endêşe bi zimanekî sade ji bo zarokan qala tendirustiyê bikim. Ji bo zarok bikaribin xwe ji hemû cûrên nexweşiyan biparêzin.”

Ji derveyî ew zarokên ku dayîk û bavên wan tînin navenda Endêşe, beşek din yê zarokên ku li bazarê kar dikin jî roja înê tên navendê û guh didin xwedina çîrok û pirtûkan. Di despêka avakirina projeya xwendina çîrok ji bo zarokan li Navenda Rewşenbîriyê ya Endêşe, serdana zarokan pir kêmbû. Lê niha her roja înê zêdetirî 50 zarokan têne navenda Endêşe û fêrî xwendin û guhdarkirina çîrok û helbesatan dibin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar