Derhêner Kerem Tekoglû (Keremo) ku belgefîlmên ‘Qulingê Birîndar’, ‘Dîno’ û ‘Humanîst’ jî di nav de mohra xwe danî bin gelek belgefîlman, niha jî ji bo zarokan rêzepirtûkên kurdî yên bi navê ‘Çîrokên Gulê’ weşand. Rêzepirtûk ji 20 pirtûkên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî pêk tên. Keremo têkildarî karê xwe ji ajansa ANF’ê axivî.
Kerem Tekoglû bal kişand ser metirsiya li ser kurdî û wiha got: “Bi taybetî kirmanckî di rewşeke xetere de ye. Eger bi vî rengî dewam bike dibe ku piştî nifşekî din tune bibe. Dema ku li ser vê metirsiyê difikirîm, gihîştin wê baweriyê ku ev kar tenê bi belfîlm an jî fîlmekî nabe, divê teqez projeyeke nivîskî be. Ji ber ku demeke dirêj e şanoyên ji bo zarokan dinivîsînim û bi rê ve dibim, min biryar da ku rêze pirtûkan amade bikim.”
Metirsiya li ser zimanê kurdî
Tekoglû bi bîr xist ku ziman tenê li nava zarokan dikare dewam bike, bi pêş bikeve û wiha domand: “Eger em karibin zimanê dayikê hînî zarokên xwe bikin, kêm jî be wê zimanê me ji metirsiya tunebûnê rizgar bibe û em ê bi pêş ve bibin. Bêguman ji bo zimanê kurdî bi temamî ji binê metirsiya tunebûnê rizgar bibe divê bibe zimanê perwerdeyê.”
Di axaftina xwe de Kerem Tekoglû diyar kir ku zimanê kurdî ji aliyê 50 milyon mirovî ve tê axaftin û ev tişt anî ziman: “Ez jî yek ji wî 50 milyon mirovî me. Polîtîkaya asîmîlasyonê ya li dijî kurdan mîna duh îro jî bi lez dewam dike. Di vê mijarê de me xwest bibin dilopek ji bo deryaya vî zimanî ku kurdî yek ji zimanên herî kevn û dewlemend ên Rojhilata Navîn e.”
Her pirtûk xwedî çîrokeke hîndekar e
Têkildarî naveroka rêzepirtûkên amade kiriye jî Kerem Tekoglû ev nirxandin kir: “Her pirtûk xwedî çîrokek hîndekar e. Karakterê sereke Gulê di pirtûkekê de ji bo hurmeta li dayik û bav, di pirtûka din de ji bo parastina xwezayê û di pirtûka din de jî ji bo xwendin û nivîsandinê dibe mînak. Mijarên xweza, mirov, heywan û pirtûk li pêş e. Her pirtûkek ji 16 rûpelan pêk tê û yek ji rûpelên wê kurmancî ye, yek jî kirmanckî ye. Bİ vî rengî zarok dikarin xwe bi her du zaravayan bi pêş ve bixe. Wêneyên li nava van pirtûkan ji aliyê Delal Arîn û Delîl Tarim ve hatin xêzkirin; Azad Zal jî bi rêk û pêk kir. Wergera bi zaravayê zazakî jî ji aliyê Enver Yilmaz, edîtoriya wê jî ji aliyê Fîrûzan Demîr ve hate kirin.”
Dikarin li her derê peyda bikin
Her wiha Tekoglû da zanîn ku ev rêzepirtûk li her devera ku pirtûkên kurdî tê firotin, her wiha dikarin li ser malperên înternetê bên peydakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ev zimanê ku bi hezaran salî ye tune nebe her kes dikare tiştekî bike. Bi taybetî kurdên li Tirkiyeyê di vê mijarê de divê seferber bibin û ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê têbikoşin.” STENBOL