Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Ji bo zarokên Sûrê ‘Çand Ma’ tê vekirin

Şaxa Ma Muzîk a li Sûrê ya bi navê Çand Ma sibê vedibe. Ji perwerdekaran Sarya Ertaşê diyar kir ku amadekarî bi dawî bûne û wiha got: "Werin em bi piştgiriya gelê xwe Çand MA'ya xwe bi awayekî xurt vekin."

Ma Music Center ya li Amedê perwerdehiya muzîkê dide û atolyeyên bi zimanê zikmakî yên kurdî li dar dixe, sibê saet di 13.00’an de, dê li Sûrê Çand Ma’yê veke. Dê Çand Ma diyarî zarokên Sûrê bê kirin û li vir dê zarokên di navbera 0-14 salan de bêheq di warê rîtîm, tembûr, drama û folklorê de perwerdehiyê bibînin.

Çand Ma her wiha ji bo pirtûkxaneyekê ava bike jî kampanyaya pirtûkan da destpêkirin.

Perwedekara Çand Ma’yê Sarya Ertaş her kesî vexwend merasîma vekirinê.

Sarya Ertaş bal kişand ku çanda kurd rastî êrîş û zextên mezin hatiye û got ku ew li dijî van êrîşan ji bo pêşxistina çand û hunera kurdî têdikoşin. Ertaşê diyar kir ku li Dîclekentê du şaxên wan hene û niha li Sûrê şaxa xwe ya 3’yemîn vekirine û wiha got: “Em dixwazin vê xebatê pêşkêşî zarokên Sûrê bikin. Wekî hûn jî dibînin, em niha amadekariyên vê yekê dikin. Ji ber vê yekê em pir kêfxweş in. Ji ber ku ji ber pêkanînên pergalê em êdî wekî berê şopa çanda xwe li kolanan nabînin. Zarok bêyî ku zaroktiya xwe bijîn mezin dibin.”

Ertaş anî ziman ku ew bi çalakiyên hunerî û çandî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, li dijî hewldanên jiholêrakirina çand û hunera kurdî têdikoşin.

Sarya Ertaş da zanîn ku li Sûrê cih ji zarokan re nehatiye hiştin û hewl tê dayîn ku ev zarok ji çanda xwe dûr bên xistin û wiha got: “Bingeha çand û dîroka kurdan li vir hat avêtin. Lê mixabin niha dixwazin wê bikin navenda qirêjiya pergalê. Em dixwazin bi xebatên xwe pêşî li vê yekê bigirin. Gelê vê derê 7-8 sal in ji xebatên çandî yên bi vî rengî bêpar maye. Ev der ji bo zarokan bûne cihekî ne ewle û em dixwazin bi xebatên xwe vê rewşê ji holê rakin. Xebata me ji bo hemû malbatên li vir bûye hêviyeke nû.”

Perwerdekar Sarya Ertaş diyar kir ku navendên çandê dê bêpere xizmetê bidin û wiha got: “Yên ku wextê wan tune be jî dikarin bên vir û çayekê vexwin û piştgiriyê bidin me. Armanca sereke ya hemû çalakiyên me kêfxweşiya wan e. Yên ku derfetên wan ên aborî hene dikarin piştgiriyê bidin me. Ev alîkarî dibe ku piştgiriya madî be. Di her mijarê de piştgirî dikare were dayîn. Em ê sibê vekin. Em hemû biheyecan in. Werin em bi piştgiriya gelê xwe Çand MA’yê bi awayekî xurt vekin.”

Çand Ma her wiha ji bo pirtûkxaneyekê ava bike jî kampanyaya pirtûkan da destpêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar