Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Ji bo Gezen daxuyanî û meş hat lidarxistin

Girtiyê siyasî û berxwedêrê zindanê Zulkuf Gezen li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  çalakiyek fedaî pêk anî û şehîd bû. Ji bo Gezer li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn û çalakiyeke şermezerkirinê hat lidarxistin

Girtiyê siyasî û berxwedêrê zindanê Zulkuf Gezen li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  çalakiyek fedaî pêk anî û şehîd bû. Ji bo Gezer li Wanê çalakiyeke şermezerkirinê hat lidarxistin. Hevserokên bajêr ên HDP’ê Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, nûnerên KCD’ê, parlementera Wanê Mûazzez Orhan, çalakgerên TJA’yê û namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê jî tê de gelek kes tevli daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Zulkuf Gezen bûn.

Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan daxuyanî xwend û wiha got: “Di sedsala 21’emîn de ji bo ku mirov maf û daxwazên xwe bidin bihîstin, li hemberî zext û pêkutiyan nerazîbûna xwe nîşan didin.  Di 8’ê mijdarê de Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgêya HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Grevên birçîbûnê îro li Hewlêr, Strasboûrg, Gallera Torontoyê û piştî 1’ê adarê li hemû girtîgehan didome. Nêzî 5 hezar girtî ketine greva birçîbûnê.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di 16’ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê ciwanê bi navê Zulkuf Gezen li hemberî zext, înkar û polîtîkayên şer û li hemberî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye. Di vê pêvajoya krîtîk de ji bo ku kes nemirin divê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake. Zulkuf Gezen vê meşaleya azadiyê îro aniye qonaxeke nû. Zulkuf Gezen bûye deng û wijdanê civak û gel.”

Piştî daxuyaniyê girse, bi dirûşmên‘Bijî berxwedana Leylayê,  ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Zulkuf Gezen rûmeta me ye’ meşiyan.

HDP’a Mûşê jî bi heman armancê daxuyanî da çepemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik, endamên Meclîsa Partiyê û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila tecrîd rabe û mirin çênebin” û “Daxwazên wan daxwazên me ne” hatin vekirin. Wekîl Mensûr Işik, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ligel hemû hişyarên partiya me û asta krîtîk a grevên birçîbûnê desthilatdariya AKP guh nedan daxwazên demokratîk. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi tecrîdê re, edalet, azadî û demokrasî ji holê hatiye rakirin. Ji bo ku ev pêş bikin dê berî her tiştî tecrîd bê rakirin.”

Li navend û navçeyên Colemêrgê jî daxuyanî hatin dayîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyan bûn. Parlementerê Colemêrgê Saîd Dede yê di daxuyaniya Colemêrgê de axivî, wiha got: “Zulkuf Gezen ji bo rakirina tecrîdê çalakiyek fedaî li dar xist. Em dibêjin rehma xwedê li hevalê me be, xwedî sebrê bide malbat, dost û hevalên wî.” Piştî axaftina Dede, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

HDP’a Agiriyê jî xwest li qada Tahir Elçî ji bo Zulkuf Gezen daxuyanî bide çapemeniyê lê polîsan destûr nedan. Li ser vê yekê civîna çepemeniyê li Buroya hilbijartinê hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê Berdan Ozturk, Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî civînê bûn.

Taşdemîr, di civînê de Gezen bi bîr anî û wiha axivî: “Faşîzma AKP û MHP’ê ev 4 mehin li hemberî grevên birçîbûnê xwe ker û lal kiriye. AKP li hemû cîhanê li ser navê Ola Îslamê diaxive. Behs a komkujiya Zelandeya Nû dike. Lê destûr neda ku wecîbeya olî yê cenazeyê hevalê bê lidarxistin. Ev zilme. Tenê yek daxwaza hevalên me yên di grevên birçîbûnê de heye. Dixwazin hiqûq bê naskirin û tecrîd bê rakirin.”

HDP’a Dêrikê jî daxuyanî da û xwest tecrîd bê kirin. Rêveberê HDP’ê Salih Tekîn di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşa bi hezaran girtiyên di grevên birçîbûnê de. Tekîn diyar kir ku Gezen bi vê çalakiya xwe, navê xwe li dîrokê nivîsand û wiha got: “Teqeze dê berxwedana gelê kurd û doza azadiyê qezenc bike. Em ê tu carî Zulkuf Gezen ji bîr nekin. Zulkuf Gezen bêmirine.”

HDP’a Mêrsînê, derbarê çalakiya Zulkuf Gezen de, li avahiyên navçeyên Yenîşehîr, Tarsûs, Akdenîz û Toroslarê civînên çapemeniyê pêk anîn. Ji ber ku polîsan derdorên avahiyên lê daxuyanî hatin dayîn girtin, HDPi’yan bertek nîşan dan.  Di daxuya daxuyaniyan de dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

HDP’a Dersimê jî daxuyanî da. Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul, hevparên Yekitiya Şoreşgerên Dersimê û namzetên hevşaredarên bajêr Nûrşat Yeşil û Hidir Demîr beşdarî daxuyaniyê bûn. Kemal Bulbul, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Ocalan dinava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. Ev tecrîd ne nûye. Gelê Kurd li dijî vê tecrîdê, li her derê têkoşîna demokrasiyê bi ve dibe û berdêla vê yekê giran bû. Em ber bi Newrozê ve diçin. Di sala 1982’yan de çalakiya Mezlûm Dogan li zindana Amedê kir, îro Zulkuf Gezen heman çalakî pêk anî. Wateya vê çalakiyê eve. Zulkuf ji bo azadiya gelê xwe, rakirina tecrîdê ev çalakî li dar xist. Ev çalakî ji bo me peyama ‘xwedî li aştî, edelat û azadiya xwe derbikevin û tecrîdê bişkînin’e.”

HDP’a Sêrtê jî Zulkuf Gezen bi bî ranî, ji malbat û gelê kurd re sersaxî xwest.

Parlamenterên HDP’ê yên Îzmirê Serpîl Kemalbay û Murat Çapnî jî di navde endam û rêveeberên HDP’ê bi heman armancê li pêş Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Konakê ya Îzmirê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Polisan ketin û derketina kolanê girt û çapemenî ji qadê dûr xist. Li ser vê yekê wekîlan bi telelefonên xwe dîmen kişandin û daxuyanî dan. Li vir Kemalbay, daxuyani da û got: “Bêdengî dikuje, em bêdeng namînin. Em wekî gelên Tirkiye dixwazin ji bo aştî, demokrasiyê bijîn. Heta ku em li dijî tecritê bêdeng bin demokrasî pêş nakeve. ”

Murat Çepnî jî wiha got “Mirov dimirin” polîs ket navberê û got: “Tu ne wekîlê tu kesan e. Hûn li pêş terorîstan dibin mertal. Ji ber sehek mir em destûr nadin hûn vir tev li hev bikin”. Çapnî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Hûn nikarin kolanan li gel bigirin. Bêtir tecrid bêtir mirin e. Em vê tecrid û mirinê qebûl nakin. Serî li hemberî qesrê natewinin.”

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Bajarê Mezin ên Manîsa Hatice Aslan û Naci Sonmez jî li gel rêveberên partiyê hatin ber avahiya HDP’ê û li vir daxuyanî dan. Li ser navê endam û rêveberağn Hevserokê HDP’ê Kerem Taylan daxuyanî da.

HDP’a Navçeya Turgutlu ya Manîsa jî ji bo piştgiriya Zulkuf Gezen li ber avahiya HDP’ê daxuyani da çapemeniyê. Hevserokê HDP’ê yê  Turgutlu Cevher Ozdemir jî wiha got: “Divê ji bo em bibin dengê Leyla Guven, Nasır Yagiz û hemû girtiyên zindanê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî vê zilmê bêdeng nemînin.” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar