Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda girankirî de dimîne û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 29 meh in tu agahî nayên girtin. Abdullah Ocalan û girtiyên din, herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de karîbûn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî tu serlêdanên ji bo hevdîtinê nehatin qebûlkirin.
Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Dawî li sûcê îşkenceyê bînin
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ev 4 sal in nikarin hevdîtinê bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikin û bû 29 meh ku tu agahiyan jî jê nagirin. Bûroyê wiha got: “Bo me me mijara esasî ew e ku agahiyên bitendurist ji miwekîlên xwe birêz Ocalan û girtiyên din bigirin. Banga me li rayedaran ew e ku dawî li vê rewşa agahînegirtina mutleq û sûcê îşkenceyê bînin.”
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê û girtiyên din dike, têkildarî tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 12 salan de bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re tenê karîne 5 caran hevdîtinan bikin û ev agahî hatin parvekirin: “Hevdîtina herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hat kirin û bi ser re 4 sal derbas bûn. Miwekîlê me birêz Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe re axivî lê ji ber sedemeke nayê zanîn, telefon hate qutkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji wê rojê heta niha hemû hewldanên me yên darazî, îdarî û hwd. bi destê dewletê bêencam hatine hiştin.
Li gor biryaran tevnagerin
Saziyên navneteweyî ji bo rakirina biryara qedexeya hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re biryar dabû lê saziyên dewletê guh nadin van biryaran. Li ser serlêdana me, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara ‘Bêyî ku astengiyek were derxistin divê tavilê bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike’ da û di navbera 6’ê îlona 2022’yan û di 19’ê çileya 2023’yan de ji hikûmetê re şand. Tevî ku me ji bo vê gelek serlêdan kirin jî li gorî vê biryara tevdîrê tevnageriyan. Birêz Abdullah Ocalan di pergaleke ‘îşkenceyê’ de ku heta niha di dîroka ‘hiqûqê’ ya Ewropa û Tirkiyeyê de nehatine dîtin, tê ragirtin.
Sedema krîzê tecrîd e
Tu bingeheke hiqûqî yan jî civakî ya rewşa agahînegirtinê nîne. Aşkereye ku nêzikatiya heyî bingeha xwe ji feraseta înkarê ya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd e. Piştî hilbijartinê, ji Kosovayê heta Ûkraynayê, ji Ermenistan-Azerbaycanê heta Sudanê dewlet ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên heyî banga aştî û rêbazên lihevkirinê dike lê belê di pirsgirêka kurd de berevajî vê tevdigere. Ev cihêkariya aşkere, bingeha sereke ya neçareserî û hemû krîzên heyî ye.
Dawî li vî sûcê bînin
Tam 4 sal berê îro, birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got ku ji sala 1993’yan heta niha ji bo çareseriyeke demokratîk hewl dide, her tim li dijî derdorên hewl didin van hewldanan vala derxînin di xeta aştiyê de israr kiriye, ev derdor polîtîkaya çareseriyê qebûl nakin, gotina Ozal a ‘şer çareserî nîne’ hêj derbasdar e, di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk pêkan e, dikare di hefteyekê de vê rewşa şer bi dawî bike, ji xwe bawer e lê divê aqilê dewletê jî li gorî vê tevbigere. Heke wê rojê bi destê çareseriya demokratîk ê birêz Ocalan bihata girtin, îro jî ev rageşiyên siyasî, dijbertiya civakî û krîza aborî nedihat jiyîn. Divê hêj rewşa welêt xerabtir nebûya, rêbazên çareseriyê yên ku birêz Ocalan pêşniyar kirin û dewlet li derve dixwaze lê li hundir xwe nêz nake tavilê bikevin meriyetê.
Beriya her tiştekî divê baş bê zanîn ku ji bo me tişta herî girîng ew e ku em agahiyeke bitendurist ji birêz Ocalan û miwekîlên xwe yên din bigirin. Rewşa agahînegirtinê di nava xwe de her cureyên xetereyê dihewîne û li hemberî vê rewşê, banga me li rayedarên dewletê ew e ku dawî li vê rewşa agahînegirtina mutleq û sûcê îşkenceyê bînin. Her wiha banga me ya ji bo raya giştî ya demokratîk jî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”