Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji Çaldiranê heta Heftanînê; Kurdistan

Berhem Letîf / Rojnews

Encama derketina vî şerî pêşbaziyên berfirehkirin û nakokiyên mezhebî yên di navbera Osmanî û Sefewiyan de bû. Dûr û nêzîk kurd eleqeder nedikirin lê Kurdistan bû qada şer û herdu aliyan xwestin xaka Mezopotamyayê bêxin di bin destê xwe de. Di encamê de jî cara yekemîn Kurdistan bi peymanekê kirin du parçe.

Şerê Çaldiranê yekem şerê parçekirina Kurdistanê ye. Îro 506 sal li ser vî şerî re derbas dibe ku Kurdistan di warê siyasî û erdnîgariyê de xistine jêr destê Osmanî û Sefewiyan de. Heta sedsala 20’an wiha ma ye.

Aloziya Sefawî û Osmaniya

Şah Îsmaîlê kurê Şêx Heyder di sala 1501’an de dewleta Sefewî damezirand û guhertinek bingehîn pêk anî, êdî di çarçoveya forma olî de nema û saziya dewletê damezirand.

Di dema Akkoyunan de jî, mîrên kurd û Akkoyunan hinek derdor kirine sûnî. Vê yekê li gel Şah Îsmaîl sedeman bertekê. Serokên xêlên Akkoyunî, dayika wî jî birine, kirine sûnî û ji xwe mar kirine. Her wiha bavê wî Şêx Heyder û biraye wî yê mezin Elî ji aliyê Akkoyunan ve tên binxistin. Ev kîna Şah Îsmaîl a li hemberî Suneyan zêde dike.

Di wê serdemê de, beşeke Kurdistanê yarsan û elewî ne. Bi taybetî rojhilatê Kurdistanê, li Kirmanşan, Hewreman, Erdelan û beşeke Ûrmiyê yarsan in. Li bakurê Kurdistanê, herêma Serhadê, Dêrsimê, heya Herêma Gurgumê beşeke zêde elewî ne. Li min-tiqaya Şêxan, Cîzre, Mêrdîn û beşeke Êlih û Serhadê êzidî ne. Ev jî bo dewleta Sefewî û Şah Îsmaîl derfeteke ku Kurdistanê di demek kurt de bixê di bin destê xwe de.

Di sala 1508’an de jî navenda Akkoyunan, Amedê digirin û bi giştî Akkoyunan têk dibin. Şah Îsmaîl heya Gurgum û Deryaya Spî jî diçe û beşeke Anatolyayê jî dixe destê xwe. Êdî dewleteke navendî û berfireh ava dike.

Ji aliyê din ve, di vê serdemê de çawa ku mîrtiyên kurd çêbûne, li Anatolyayê jî mîrtiyên tirkan çêbûne. Li gorî dîroka Osmaniyan, di sala 1299’an de mîrtiya Osmaniyan tê avakirin. Ew mîrtî hêdî hêdî xwe pêş dixe û berfireh dike.

Ji ber ku Kurdistan xwedî coxrafyayek dewlimend û girîng e timî çavên hezên cîhanî û herêmî li ser e. Vê taybetmendiyê wiha kir ku dewleta Sefewî û Osmanî çav berdin Kurdistanê û hewl bidin bixin di bin destê xwe de. Ev jî bû sedema alozî û şerê di navbera wan de.

Dema ku Şah Îsmaîl tê, di destpêkê de di nava civakê de kêfxweşiyek heye. Lê pişt re bertek û nerehetî çêdibe. Di sala 1508’an de Kurdistan bi giştî dikeve destê Şah Îsmaîl lê di sala 1511’an de ew mîr hatine girtin. Piştî vê demê bertek zêde dibe.

Şêx Îdrîsî Bîdlîsî, mamosteyekî mezin ê sunîtiyê yê wê demê ye. Demekê diçe Amedê û di medreseyên olî de li gel Akkoyunan ders dide. Mamosteyekî ku telebeyan perwerde dike ye. Dema ku Şah Îsmaîl Kurdistanê dixe destê xwe, Şêx Îdrîsî Bîdlîsî demekê li gel xwe dihêle. Diyar e ku dixwaze wî qezenc bike, lewra bixwesta dikarî bikûje. Lewra dizane ku kesekî zane ye û tesîra wî li ser civakê heye, dixwaze wî qezenc bike.  Şah Îsmaîl dixwaze ku ew bibe şîa. Şêx Îdrîsî Bîdlîsî jî nabe. Dibêje, ‘Em hemû misilman in, em sûnî ne, hûn şîa ne. Rê bidin em dersên xwe berdewam bikin.’ Şah Îsmaîl, rê nade ku medreseyên sûnî berdewam bikin. Dibêje, ‘Li cihên ku me girtine, divê her kesek bibe şîa.’ Diyalogên bi vî rengî di navbera wan de çêdibin. Di wê demê de diyar e ku Îdrîsî Bîdlîsî jî, ji Şah Îsmaîl bê hêvî bûye û mîrên kurd ji Şax Îsmaîl sar dibin.

Îdrîsî Bîdlîs, di sala 1513’yan de vedigere Kurdistanê, da ku vê mijarê bi mîrên kurdan re nîqaş bike. Hejmareke zêde mîrên kurdan dibîne, hin çavkanî dibêjin 28, hinek jî dibêjin 34 mîran ew peyman qebûl kirine. Jixwe Îdrîsî Bîdlîsî weke nûner tê erkdarkirin ku van karan bi rê ve bibe. Li ser vê esasê Şêx Îdrîs belgeyekê peymanî îmza dike.

Lê ji ber yeknegirtin û lihevkirina mîrên kurd, osmanî di warê stratejîk de qezenc dikin. Piştre beşek mîrên kurdan ji bo osmaniyan dibin bikarhênerên hêsan. Kurdan nekarîne xwe li hemberî îhtimalên cuda amade bikin û herî dawî kurd ziyanê dibînin.

Şerê Çaldiran

Piştî lihevkirina osmanî û kurdan, Sultanê Osmaniyan di 28’ê Sibata 1514’an de hêza xwe kom dike û ber bi Kurdistanê ve bi rê dikeve. Di 13’yê Tîrmeha heman salê de digihe herêma Çaldiran ya bi ser parêzgeha Wanê. Bi piştevaniya hêzên kurdan, hejmara leşkerên osmaniyan nêzî 200 hezarî dibe.

Şah Îsmaîlê Sefewî zêde bawerî bi liv û tevgerek wisa nedikir, ji bo wê jî xwe ji bo wê rewşê amade nekirbû. Dema ku hewldana êrîşa Osmaniyan dibîne, vedigere herêma Sine û hewl dide artêşê amade bike. Lê dem ne di feydeya wî de bû. Sultan Selîm beşek mezin ê coxrafyayê derbas kiribû. Şah Îsmaîl bi 25 hezar leşker ve hemberî artêşa Osmaniyan derdikeve. Di encamê de Sultan Selîm û hêzên kurd bi ser dikevin û artêşa şah Ismaîl têk diçe û heya paytexta Sefewiyan Tebrêz diçe. Ev şerê ku di 23’ê Tebaxa 1514’an de çêbûyî, weke şerê Çaldiranê tê binavkirin.

Di encamê de Kurdistan bi ser dû welatan belav dibe. Beşê mezin ê Kurdistana bakur, başûr û rojhilat dikeve bin destê Osmaniyan de û beşê din jî rojavayê rojhilat û başûr jî dikevin bin destê Sefewiyan de.

Piştre Kurdistan dibe cihê pêşbaziya komên wan her dû welatan. Piştî demek kurt ji şerê Çaldiranê, şah Îsmaîl hêzek mezin kom dike û Osmanî jî neçar dibin paşbikêşin. Osmanî heya nêzî Amedê vedigerin.

Heya sala 1639’an pêşbaziya her dû welatan li ser Kurdisatnê dewam dike. Di encamê de lihevkirinê li ser sînoran dikin û bi fermî Kurdistanê dikin du parçe. Beşek mezin bakurê Kurdistan, başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê dikeve destê Osmaniyan de. Rojhilatê Kurdistanê jî dikeve destê Sefewiyan de. Ev lihevkirin bi peymana Qesrî Şîrîn tê nasîn. Beşê mezin ê Kurdistanê di vê lihevkirinê de dikeve bin destê osmaniyan de.

Kurdistan di sêbera Osmanî û Sefewiyan de

Heya sala 1800’an Kurdistanê gelek guhertinan bi çavê xwe dît. Bi taybet guhertina demografî, etnîkî, olî, guhertinên di warê bûyerên siyasî, formên civakî, pêşketina nivîsandina dîrokî, edebiyata kurdî, pêşxistina aborî û pîşe.

Carek din parçekirin

Di sala 1924’an de carek din Kurdistan hate parçekirin. Vê carê Kurdistan bi du parçeyan tê cûdakirin û dibe çar parçe. Vê yekê Kurdistanê ji êrîşên dagirkeran dûr nexistine û heya roja me ya îro jî, hêzên dagirker weke dewleta tirk, hewl dide herêmên berê dibin serdestiya Osmaniyan de, dagir bike.

Erîşên dewleta tirk berdewam in

Tirkiye ji bo bidestxistina wan armancên xwe, guhertinên li herêmê vedigerîne firsetê. Bi taybet li sala 2015’an ve Tirkiye êrîşên xwe yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê zêde kiriye. Piştî ku Tirkiyeyê Efrîn û Serêkaniyê dagir kir, niha jî dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo vê jî zêdetirî 2 meh e dest bi operasyonek berfireh a ser Heftanînê kiriye.

Çavkanî: Pirtûka Xwendinek Nû ji bo Dîroka Kurdistanê / Diyar Xerîb

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar