Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji çar aliyên Kurdistanê ciwan tev li Berxwedana Rûmetê dibin

Ciwanên ji başûr û rojhilatê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk xwe gihandin rojavayê Kurdistanê tev li berxwedanê bûn. Ciwanan bang li hemû ciwanan kirin ku tev li Berxwedana Rûmetê bibin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta yirk û çeteyên wê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ciwanên ji her çar aliyên Kurdistanê beşdarî Berxwedana Rûmetê dibin. Bi taybetî jî ciwanên Başûr tev li berxwedana li Rojava dibin.

Têkildarî mijarê ciwanên ku tev li berxwedanê bûne ji ajansa ANF’ê re axivîn.

Dersim Germiyanî yê ji Çemçemalê ye, destnîşan kir ku di navbera Rojava, Rojhilat, Başûr de tu cudahî nîne û wiha got: “Dijmin êrîşî îrade û rûmeta me dike. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk tev li nava refên HSD’ê bûm. Bang li hemû ciwanên kurdistanî dikim, bi taybetî bang li ciwanên Çemçemal ê başûrê Kurdistanê dikim ku li dijî dijminê kujer û dagirker bibin yek û rûmeta xwe biparêzin. Em xaka xwe ji dagirkeran biparêzin. Ev şer şerê rûmet û wijdanê ye. Ji çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya dinyayê ciwan tev li vê berxwedanê bûn. Bi taybetî bang li ciwanên Başûr dikim ku tev li berxwedanê bibin.”

Ciwan sînoran nas nakin

Ji Pencewînê Yûnis Omer Elî jî bi bîr xist ku wî 15 salan di nava YNK’ê de pêşmergetî kir û ev tişt anî ziman: “Çawa ku li Başûr ji bo parastina xelkê xwe min şer kir îro jî li Rojava li dijî êrîşan amade me ku canê xwe feda bikim. Ciwanên başûrê Kurdistanê sînoran nas nakin. Em ji Erdogan re dibêjin, ‘Em ciwanên Başûr tu carî nahêlin ku xeyalên te pêk werin’. Bang li ciwanên Pencewînî hemûyan dikim ku tev li berxwedanê bibin.”

Ev şer ne şerê parçeyekî şerê Kurdistanê ye

Ji Kerkûkê Mihemmed Azad diyar kir ku ev şer ne şerê parçeyekî ye, şerê Kurdistanê ye û wiha axivî: “Wezîfeya ciwanên kurd hemûyane ku li dijî hêzên dagirker xaka xwe biparêzin. Divê em li ber vê dagirkeriyê rabin.”

Ji Silêmaniyeyê Rojwar Omer anî ziman ku ji bo li ber dagirkeriyê rabe ew tev li berxwedana Rojava bûye û ev tişt diyar kir: “Heta ku dawî li van êrîşên dagirkeriyê bê anîn amade me ku li dijî dewleta tirk şer bikim. Bang li ciwanên li hemû parçeyên Kurdistanê dikim ku bila dewleta tirk boykot bikin.”

Bang li ciwanên kurd kirin

Ji Silêmaniyeyê Şivan Mehammed Hemîd da zanîn ku wijdanê wan qebûl nedikir ku êrîş û komkujî li sivîlan bê kirin û vê bangê li ciwanan kir: “Bang li ciwanan hemûyan dikim ku bila bên û tev li berxwedana rûmetê bibin. Ev şer ne tenê şerê rojavayê Kurdistanê ye şerê tevahiya kurdan e. Bang li gelê Başûr jî dikim ku dewleta tirk boykot bikin û nebin hevparê vê dagirkeriyê.”

Ji Sengeserê Hemîn jî bang li ciwanên başûrê Kurdistanê û şêniyên herêma Raperînê kir ku li ber dagirkeriyê rabin û tev li berxwedanê bibin.

Habîb Yasîn ragihand ku ew ji Başûr ji bo têkbirina Erdogan û dagirkeran tev li berxwedanê bûye.

Ji bo li dijî dagirkeriyê şer bike ji Xorasanê hatiye

Her wiha Ahmed Vefaî yê ji Xorasanê jî ev tişt anî ziman: “Bi hezaran kîlometreyî ez hatim û min xwe gihand Rojava. Ji bo pêkanîna wezîfeya neteweyî û mirovahiyê me xwe gihandin xwişk û birayên xwe yên şervan. Em hatin ku bi hev re li dijî dijminê ku dixwaze xaka me, neteweya me tune bike têbikoşin. Em ê nehêlin ku dewleta tirk a faşîst xaka me dagir bike.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar