Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji çarenûsa R.Erdogan re rojek ma

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di 28’ê Gulana 2023 de, gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî gelê Kurdistanê wê li ser qedera qral Receb biryarê bidin.

Bê gûman ev ne biryara kesekî ye. Belê di kesatiya kesekî de, çarenûsa pergalekê-sistemekê-zihniyetekê tê diyar kirin.

Lewma giring e û divê ji bo rûxandina vê pergalê, çi hunerên kê hebin bidin xebitandin. Di destê her kesan de mafê dengekê heye, divê vî mafê xwe weke çekek hilweşandina vê rejîmê bidin şuxulandin.

Em hîn zelaltir bikin vê mijarê. Nuha ji bo serokkomariya Tirkiyê du berendam hene; yek R.T.Erdogan, dudu Kemal Kiliçdaroglu. Ev tê wateya, bi tenê yek vebijark heye, ew jî Kemal Kiliçdaroglu ye. Û divê banga me ji her kesan re ev be; dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu!

Lê divê em şerd û mercan baş nas bikin; him kesê ku em dengê xwe yê “erê” didinê û him ji bo çi em dengê xwe didinê bi zelelî zanibin.

Bersîva yekê; jixwe du kes in, divê ji nava van her du kesan yê erênî hilbijêre. Ew jî Kiliçdaroglu ye.

Bersîva duda jî; jixwe bi tenê du kes in û li jor hatibû gotin ku ji naçarî divê yek were hilbijartin, lê divê ew kes baş were nasîn.

Îca em werin naskirina Kiliçdaroglu.

Dibe ku weke kes, xerabiyên wî yên mîna Receb û hevkarên wî tunebin. Lê başiyên wî jî ne pir şênberin. Gelek bahsa pakî û durustiya wî tê kirin, lê heta berî heyvekê jî, curet nedikir ku ne nasnameya xwe ya netewî û ne jî ya bawerî diyar bike. Herî dawî ji naçarî an jî li ser şîretên şewirmendên xwe bi tenê nasnameya xwe ya Elewîtiyê aşkere kir. Belê hîn jî Kurdîtiya xwe vedişêre, berovajî, xwe weke Tirk nîşan dide.

Bi kurtayî kesekî tirsonek e û di encamê de heke palpiştên wî nebin curet nake ku erkekî mîna serokkomariyê hilde ser milê xwe. Jixwe nuha baştır diyar dibe ku ji bo vê projeya payebilind, di dema serokatiya CHPê ji destê Baykal hilda ser milê xwe de, hat amade kirin.

R.Erdogan jî ne gelek bi curet bû ku rabe erkê bireveberiya  dewleta kemalist hilweşine bide ser milê xwe û dewletek(îslamiya nerm) ji aliyê “eqlê jor” ve çawa tê xwestin ava bike. Heman palpiştên R.Erdogan, palpiştên Kiliçdaroglu jî ne. Wî bi navê “muhafezakar demokrat” ev erk hilda û meşand, Kiliçdaroglu jî bi navê “sosyal demokrat” vî karî dide meşandin û wê bide meşandin.

Li cem Receb MHPa Devlet Bahçeli bicih kiri bûn, li cem Kemal jî IPa Meral Akşener bicih kirin e. Û di çar rojên dawî de Zafer Partiya Umit Ozdag jî lê zêde kirin.

Li dijî doza demokratik a gelê Kurdistanê, jixwe di projeya damazrendina “komara tirkî” de tunekirin û asimilekirina gelan û bi taybetî jî helandina gelê Kurdistanê di nava netewa tirk de, hatibû jimartin/dîtin/hesibandin. Bi tenê “Yek Netew”ê Tirk û misilmanê henêfî bingeh hatibû danîn ji bo Komara Tirk!

Her nuha jî, di hemû projeyên “eqlê jor” û hemû dewletên dagirker de, hebûna gelan û baweriyên cuda nayên qebulkirin!

Lê di vê sedsala 21ê de, şerd û mercên cîhanê ji bingehîn ve diheje. Her wiha Kurdistan û Tevgêra Azadiya Kurdistanê jî, di nava van şerd û mercên nûjen de, qadek navendî ye. Her çendîn xeter hebin, hîn pirtir jî derfet hene.

Lewma divê kes an kesên erkdariya dewletan bidin ser milên xwe, divê rewşa nuh a gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê jî, mîna berê paşguh nekin, hildin ber çavên xwe.

Di vê qonaxa nuh û germ de, her wiha jiber ku Kiliçdaroglu ev erkê giran hildaye ser milê xwe, divê li ber doza demokratik a gelê Kurdistanê rêzdar be, ji berê cudatir û erênîtir be û wisa tevbigere.

Ne li goreyî daxwaza kesên nijadperest ên mîna Umit Ozdag an Meral Akşener’an tevbigere, vana bingeh bigre û daxwaz û îradeya gelê Kurdistanê jibîr bike an bixe rêza dawî.

Her wiha, heke weke Ismet Inonu, ji bo gelê Kurdistanê rola xiyanetê hilde ser milê xwe, vê carê bi ser nakeve. Jiber ku gelê Kurdistanê vê carê hişyartir e, xwedî rêberî û rêxistin e û bi îradeyek mezin tevdigere.

Hevşehriyê wi Ismet, li Lozanê Kurdistan kir çar perçe, lê nuha li Kurdistanê ew her çar perçe dibin yek perçe û tola xwe ji yên wek Ismetê xayin hildigrin.

Êdî divê gelê Kurdistanê jî dîroka xiyanetê baştır nas bike, lê divê xayinên şopdarê Ismetê Ker hîn pirtir dersan derxe û êdî gelê xwe jî weke hemû gelên cîhanê, mafdarê jiyana azad û demokrat bibînin.

Bila hilbijartina 28ê Gulanê, ji bo herkesî bibe qonaxek ezmûna serkeftinê ya hêja û bi rûmet!

Nûçeyên Têkildar