Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Ji ciwanan atolyeya çand û ziman

Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Wanê, wê atolyeyên zimanê kurdî, govend, gîtar, erbane, saz û şanoyê vedikin. Ciwanan bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê û bang tevlibûna atolyeyan kirin

Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Wanê, dê atolyeyên zimanê kurdî, govend, gîtar, erbane, saz û şanoyê vedikin. Ji bo atolyeyan di 1’ê kanûnê de dest bi qeydan hat kirin û dê heya 13’yê kanûnê dewam bike. Endamên meclisê diyar kirin ku ew dixwazin li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser ciwanan, jiyeneke alternatîf pêşkêşî ciwan bikin û gotin ku divê ciwanên kurd di her qadê de xwedî li ziman, çand û pêşeroja xwe derkevin.

Husamettîn Tanrikûlû da zanîn ku qada çandê tê tunekirin û wiha axivî: “Pergala kapîtalîzmê, qada çandê tenê weke dem derbas kirinê nîşan dide û dixwaze civakekê bê çand ava bike. Çand ne cihê dem derbaskirinê ye. Di rastiyê de bingeha avakirina civakekê ye. Em ciwan dixwazin li dijî pergala kapîtalîzmê ya ferzî me tê kirin, awayê jiyaneke nû pêşkêşî ciwanan bikin. Em hewl didin bi atolyeyên me avakirine ji bo vê yekê bibin bersiv.”

‘Divê em xwedî li pêşeroja xwe derkevin’

Di axaftina xwe de Tanrikûlû diyar kir ku divê ciwan xwedî li çand, ziman û pêşeroja xwe derkevin û ev tişt anî ziman: “Ciwan di her qadê de di çemberê de ne. Ciwanê ku zanîngehê dixwînin, jiyaneke bê pêşeroj li benda wan e. Kapîtalîzm ciwanan weke hêza kar a erzan dibîne. Di hemû serdeman de ciwan çalak û têkoşer in. Pergala kapîtalîzmê ya ku vê hêza ciwanan dibîne, ji bo ku ciwanan ji têkoşînê dûr bike, di her qadê de êrîşî ciwanan dike. Hewl didin ciwanan bixin tora tiryakê, fihûşê û jiyana kirêt. Ger em jî, li dijî vê xwedî çand û pêşeroja xwe dernekevin, wê ciwantî û civak cewhera xwe winda bikin. Divê em li dijî pergala kapîtalîzmê di her qadê de têbikoşin. Di rastiyê pergal naxwaze ku em bixwînin. Ji ber ku civakeke ku dixwîne, difikire û lêdipirse naxwazin.”

Banga tevlibûna atolyeyan

Seyîthan Karadaş jî banga tevlibûna atolyeyan li ciwanê wanî kir û wiha got: “Em bi 6 atolyeyan, xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin. Divê em li her qadê xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Pêwîst e ku em ciwan pêşeroja xwe bi hevre bi dest xwe ava bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar