Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ji ciwanan pêngava ‘Tolhildana Sor’

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bi daxuyaniyekê pêngava tolhildanê ya bi navê ‘TOLHILDAN SOR’ ragihandin.

Daxuyaniya DGH û DGKH a li ser mijarê wiha ye:

“Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) hêza Tolhildanê ya Gelê Kurdistanê ku di bin qirkirinek mezin û dagirkeriyê de ye, li dijî êrîş û polîtîkayên dewleta tirk a faşîst ku li ser gel û welatê me dide meşandin pêngava ‘TOLHILDAN SOR’ ji dost û dijminê re îlan dikin. Li ser Rêbertiya me ku ji bo me sedema cîhanê bi erdê re kirina yek e, sîstemek tecrîd û îşkenceyê ku di dîrokê de nehatiye ditîn tê meşandin. Li ser gelê me hemû rêbazên xerab tên meşandin. Şehîd û pakrawangehên me ku nirxên me yên herî pîroz in, li dijî wan êrîşên kepaze tên kirin. Li ser welatê me Kurdistanê hewldanên dagirkerina her bostek axa wê hene. Hêzên gerîla ku ji bo tevahî mirovahiyê hêviya azadiyê ye, li ser wan êrîşên tunekirina bi rêbazên dervî mirovatî tên pêşxistin. Ciwantî û ciwanên me ku hêviya siberoja gelê me ye, bi destdirêjî, rêbazên faşîzane rizandin, bêesilkirin, sîxurkirin, bêexlaqkirin û asîmlekirin bi polîtîkayên bêexlaqî tê kurkirin. Bersiva herî mezin li dijî wan êrîşên dijmin, beşdarbûna Pêngava me ya ‘Tolhildana Sor’ e û ji dijmin hesap pirsîn e. Hebûna dijmin li Kurdistanê ji bo sedema pirsîna hesap û rakirina tolhildanê ye. Dema dema hedê dijminê faşîst, kedxwar û bêexlqa nîşandayîn e.

Li dijî zilm û desthilatdariyê her cure çalakî rewa ye

Ev dijminê ku ji bo tevahî mirovahiyê xeteriyeke, hebûna wê li Kurdistanê dê bibe armanca pêngava me ya ‘Tolhildana Sor’. Heta dagirkerî û kedxwariya T.C.’yê ya ku dijminê gelan e ji holê rabe, em wek Ciwanên Kurdistanê jiyanê ji xwe re heram dibînin. Dijminê ku bi tu awayî mafê jiyanê ji bo kurd û Kurdistanê nabîne, em jî ji bo vî dijminî tu mafê jiyanê nabînin. Li her deverê dê hêrsa me ya ‘Tolhildana Sor’ li ser stûyê dijmin û hevkarên wê be, wê biaramî ranezê, li kolan û kûçeyê em rehetî nadin wan ku tevbigerin. Ji ber vê wê ev pêngava me bibe pêngava tolhildana şehîdên me ku dijmin bi awayekî tirsonek û nemerdane êrîş dibe ser û wê bibe pêngava serketinê. Bi hişmendiya xwe ya qirêj ku destdirêjî li zarokên Kurdistanê dikin û ew qetil dikin, em ê bibin kîn û kerba wan zarokan û li ser dijmin vereşînin. Bila tevahî ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê bizane ku li hemberî vê zilmê bêdengmayîn, çalakiyan pêşnexistin, ji demê re hiştin, ji kesên din hêvî kirin, wê tenê û tenê xizmeta polîtîkayên dijmin ên qirker bike. Cihê ku zilm lê hebe, li wir serî hildan û tolhildan çarenîn e. Cihê ku zilm û desthilatdarî hebe, li wir her cûreyên çalakiyan rewa ye û bi maf e.

Kesên fihûş, destdirêjî, tiryakê dikin dê bibin hedef

Bila hemû kes bizane ku em wek tevgerên DGH û DGKH’ê serî hildanek bi heybet û Tolhildana Sor a şehîdan e. Kêlî kêliya bidawîkirina faşîzma qirker a AKP-MHP’ê ye. Kî ango kîjan sazî ji vê pergala qirker û faşîst re bekçîtiyê/notirvaniyê, hevkariyê yan jî piştevaniyê bike, dê bibe armanca me û wê rûye rehetiyê nebîne! Divê Tolhildana Sor a Ciwanên Kurdistanê çawa be, em nîşanî dijmin bidin. Bila hemû kes bizane ku ev pêvajo, pevajoya Tolhildana Sor e. Bi vê biryardariyê, îdayê û baweriyê em bang li tevahî Ciwanên Kurdistanê yê wêrek, mêrxas û çavreşiya çalakiyan dikin da ku ev pêngava ‘Tolhildana Sor’ bi hêz be. Em destdirêjên li Kurdistanê yek bi yek tune bikin, kesên ku ji dijmin re sîxurtiyê dike wê hilma me ji stûyê wan kêm nebe, kesên hevkar ku fihûşê belav dikin dê hêrsa me ya sor bibîne, em ê li ser serê wan bin. Li Kurdistanê hebûna tevahî dijmin û her kesekî ku ji bo wê derfet ava dike di armanca me de ye. Bila her kes bizane ku em ê li her qada ku ew nefes digrin û distînin bikin armanca xwe.

Bekçiyên bêrûmet û xwefiroş armaca çalakiyên me ne

Ji bo îradeya cewherî ya gelê me derkeve holê, di sala 2015’an ku di pêşgentiya YDG-H berxwedanên Rêveberiyên Xweser pêşket, em bi wan şehîdên vê girêdayî be û ew mîrasa ala berxwedanê ku wan ji me re hiştiye, em ê bigihînin serketinê. Rêbertiya Azad, em ê bi welatê azad ve tacîdar bikin. Em soza derxistina vî dijminê qirker ji Kurdistanê didin. Heta Rêbertiya me û welatê me azad nebe, em bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin ku bi rengekî bêhemap li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em wek DGH û DGKH kesên ku ji polîtîkayên dijminên faşîst re ku li gelê me dide ferzkirin, bi awayekî bênamûskî jê re bekçîtiyê/notirvaniyê dike, bekçiyên bêrûmet û xwefîroş dikin armanca xwe.

Hemû kes û her saziya ku binketinan ji gelê me re rewa dibînin, piştevaniya faşîzma AKP-MHP’ê dike ku ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe dide vê rejîmê, wê bibe armanca pêngava me ya ‘Tolhildana Sor’. Bi xirabkirina exlaqê civaka me, li ser esasê polîtîkayên rizandinê bi destê dijmin sîxurtî, fihûş û madeyên hişbir pêşdixin di armanca me de ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar