Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji ciwanên Başûr pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên ên Têkoşer li Qendîlê bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ da destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê, di salvegera yekemîn a şehadeta Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn de li ser gora wî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Duh Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngava ’Werin Cenga Azadiyê’ dan destpêkirin. Ciwanan ragihandin ku dê mil bidin milê gerîla û dijî dijmin şer bikin.

Di daxuyaniya ji aliyê Agir Raperîn ve hatî xwendin de ev tişt hatin gotin:

“Dewleta tirk li pey zindîkirina xewna xwe ya dewleta Osmaniyane, dewleta tirk di van salên dawî de êrîşên xwe yên ser Kurdistan û welatên herêmê, berfirehtir kiriye. Bi vê armancê bi hezaran çeteyên kirêger, ji Sûriye, rojavayê Kurdistanê, Lîbya û cihên din ji bo dagirkirinê bikar tîne. Dewleta tirk PKK’ê û gerîlayên azadiyê ji bo pêkanîna xewna xwe weke astengiya herî mezin dibîne. Ji bo vê ev mehek zêdetire êrîşek berfireh dijî herêma Avaşîn, Zap û Metînayê daye destpêkirin. Lê çawa li Heftanîn û Garê derbên giran ji destê gerîla xwarin, wê vê carê jî bin bikevin.

Ev êrîş bi rezamendiya hêzên navxweyî û navnetewî pêk tên. Çawa li Helebceya Şehîd û Serdeş bi çekên kîmyewî êrîşê ser Kurdistanê kirin, bi heman awayî li Mam Reşo li Avaşîn jî dijî gerîlayên Kurdistanê çekên kîmyewî bikaranîn.

Ya cihê xemginiyê li başûrê Kurdistanê hinek partiyên siyasî, ji ber berjewendiyên xwe yên aborî heya niha jî hemberî dagirkeriyê bêdengiya xwe diparêzin. Di televziyonan de weke ku tu êrîş û şer nînin, didin nîşandan. Dibêjin ev şer şerê PKK’ê û Tirkiyeyê ye, divê xelkê me baş bizane, piştî dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê wê yekser Tirkiyeyê berê xwe bide Qendîlê ku keleha kurdan e. Wê piştre berê xwe bide Musil, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê jî dagir bike.

Em weke komek ciwanên başûrê Kurdistanê, me biryar da em helwesta xwe ya hemberî dewleta tirk a faşîst nîşan bidin. Rêxistina Ciwanên Apoyî li her çar pareyên Kurdistanê (Komeleya Ciwanan) dijî dagirkeriya tirk bang li hemû ciwanên başûrê Kurdistanê kiribû. Ji bo ku li hemberî vî şerî rawestin, bang kir. Em jî banga Komeleyên ciwan silav dikin û biyar didin ku em ê mil bidin milê gerîlayên Kurdistanê û dijî dijmin şer bikin. Em ê nehêlin xewna dijmin a pîs pêk were.”

Ciwanan piştî daxuyaniyê bênavber dirûşmeya ‘Werin Cenga Azadiyê’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ qêriyan. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar