Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek di dîrokê de maye. Mînakên wê yên vê sedsalê gelekî kêm in. Îro yê ku hê jî dagirkeriyê pêk tîne û didomîne jî dewleta tirk e. Dewleta tirk li ser axeke 783 hezar kîlometre çargoşe ye. Lê dîsa jî bi vê qayil nabe û her carê dixwaze axa xwe berfireh bike. Ango bi zimanekî eşkere dixwaze dagirkeriya xwe pêş bixe. Ew axa ku niha li Tirkiyeyê jî di destê dewleta tirk de ye, deverên dagirkirî ne.

Ma ne em dibêjin bakurê Kurdistanê. Yanî Kurdistana ku hatiye parçekirin û beşek wê jî di nav axa Tirkiyeyê de maye. Milyonan kurd îro li Tirkiyeyê hene û li wî welatî ne zimanê wan, ne nasnameya wan û ne jî mafê wan heye. Her tiştê wan qedexekirî ye û li gorî qanûnan divê wekî tirkekî bijîn. Komara tirk li ser esasê tunekirina kurdan hebûna xwe didomîne. Kîjan partî were ferq nake. Polîtîkaya li pêşiya wan qirkirin û dagirkerî ye. Eger vê yekê neke wê nikaribe li ser hikûm bisekine. Ji bo vê yekê jî beriya her tiştî divê pergala dewletê ya qirker were guhertin. Heta ku ew zihniyet hebe wê desthilatdar jî her tim qirker û zalim bin. Ji bo vê yekê ye berxwedana li dijî faşîzmê ne tenê li dijî Erdogan û desthilatdariya wî be.

Partiyên din ên dewletê jî bi heman rengî ne. Ev du hefte ne artêşa dewleta tirk û çeteyên wê êrişî welatekî din dikin. Em qala Rojava dikin ango bakur-rojhilatê Sûriyeyê. Lê partiyek ji Tirkiyeyê ranabe nabêje ma çima ev yek tê kirin. Ji bilî HDP’ê kes dengê xwe nake. Ev partî jî wê sibê rabin û ji kurdan deng bixwazin. Wê ji kurdan re bêjin di hilbijartinê de dengê xwe bide min. Ma ne ev partî ne ku ji kuştina kurdan re dengê xwe nakin. Di rewşeke wiha de wê çawa li deriyê Kurdan bixînin. Qaşo dibêjin em li dijî Erdogan disekinin. Lê em ji liv û tevgera wan fêm dikin ku tu ferqa wan û Erdogan tuneye. Sibê ew jî werin ser desthilatdariyê, ewê jî wekî Erdogan bimeşin.

Polîtîkaya vê dewletê li ser qirkirin û dagirkeriyê dimeşe. Di sedsaliya Lozanê de hewl dide vê dagirkeriyê berfirehtir bike. Beriya sed salî tirkan bi darê zorê dewletek çêkirin. Ev dewlet jî bi kuştin, talan û wêrankirinê avakirin. Dema dewlet çêkirin jî kurd, ermenî, asûrî-suryanî qir kirin. Yê ku li dijî vê qirkirinê sekinî jî tenê kurd bûn. Bi carekê re çiqas maf û destketiyê kurdan hebû ji holê rakirin. Kurdan jî ev yek qebûl nekirin û serî hildan. Ji Dersimê heta Agirî, ji Amedê heta Koçgirî û gelek deverên din serhildan çêbûn. Dewleta tirk jî bi komkujiyan û darvekirinê bersiv da. Li Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî, li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî darvekir. Wekî din li geliyê Zîlan û gelek deverên din deh hezaran kurd bi komî hatin kuştin. Ev serhildan û berxwedana kurdan bi van rê û rêbazan tune kirin.

Lê kevneşopiya vê serhildanê bi PKK’ê dewam kir. Ciwanên ku PKK ava kirin, di sala 1973’an de biryara berxwedaneke netewî dan. Piştî wê bi 5 salan PKK hat avakirin. 50 sal di ser wê biryara dîrokî re derbas bû. PKK jî ket 45 saliya xwe û ev meşa azadiyê heta roja îro dewam dike û mezin dibe. PKK’ê tevgereke wiha ava kir ku ti carî kevin nabe û pîr nabe. Her tim ciwan dimîne û zindî dimîne. Tevgereke ku bi çend ciwanan dest pê kir, îro gihiştiye çend milyonan. Li ku derê rihê PKK’ê û têkoşîna wê hebe dewleta tirk berê xwe dide wê derê. Ji ber vê yekê ye dibêje ezê Rojava dagir bikim. Li Rojava rihê PKK’ê heye ku têk naçe. Mesele ne ewe ku kadroyên PKK’ê li wir hebin an jî tinebin. PKK’ê çandeke berxwedanê li wê derê afirandiye. Dijminatiya dewleta tirk jî ji wê ye. Îro ev çanda berxwedanê li ku derê hebe dewleta tirk berê xwe dide wê derê. Beriya sed salî jî Kurd qir dikirin, îro jî dike. Lê tişta ku ji bîr kirine çanda berxwedanê ya PKK’ê ye. Heta ku ev çanda berxwedanê hebe wê ev dewlet negihêje meqseda xwe…

Nûçeyên Têkildar