PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Ji dayika 56 salî pirsa ‘Navê te yê kod çi ye?’ kirin

Dayika Reyhan Temel ku 56 salî ye û nexweşa astimê ye, di 11’ê hezîranê de hate binçavkirin û 7 rojan dibin çavan de ma. Dema ku derxistin edliyeyê jî dadger pirsên weke ‘Kodê te heye? û kodê te çi ye?’ ji dayika Reyhan kir

Hêzên artêşa tirk di 27’ê gulana îsal de li dijî herêma Xakûrkê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di encama êrîşa hewayî ya di 29’ê gulanê de, gerîlayê HPG’ê Mehmet Zakîr Temel jiyana xwe ji dest da. Malbata Zakîr Temel xwest ku ji bo zarokê xwe li Sêrtê konê şînê vede û sersaxiyan qebûl bike. Lê polîsên dewleta tirk destûr nedan. Ev jî têrê nekir ku polîsan di 11’ê hezîranê de bi ser mala malbata Temel de girt û dayika bi navê Reyhan Temel (56) ku nexweşa astimê ye, binçav kir.

Dayika Reyhan hefteyekê di bin çavan de hate hiştin û di 17’ê hezîranê de jî sewqî edliyeyê hate kirin. Dayika Reyhan tenê bi kurdî dizane û dema ku heyeta dadgehê îfadeyê wê girtin, pirsên weke ‘Kodê te heye? Kodê de çiye? Tu bi kurê xwe yê HPG’î de hevdîtin dikî yan na?’ kirin. Heyeta dadgehê bi hinceta ‘alîkarî daye rêxistinê’, biryara girtinê da û dayika Reyhan şand Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Pêşnûmepirs da meclisê

Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ku wezîrê dadê Abdulhamît Gul bibersivîne, pêşnûmepirsek da meclisê. Di pêşnûmepirsê de ev pirs hatin kirin:

“* Piştî ku kurê Reyhan Temel tev li rêxistinê bûy, gelek caran bi ser mala wan de hate girtin. Her dem zext li malbatê hate kirin. Herî dawî dayik Reyhan Temel bi vê sedemê hate girtin. Gelo agahiya we ji vê yekê heye?

*Hincet û delîlên girtina dayika 56 salî Reyhan Temel çiye? Ger ku Reyhan Temel ji ber kurê xwe hatibe girtin, ev li gorî kijan zagonê sûc e ? Ev yek ne li dijî rêgeza şexsîtiya sûce?

* Li gorî kîjan zagonê ger ku zarok sûc bike li şûna wan endamên malbatê tên girtin?

* Bi cezakirina hemû endamên malbata Temel re çi tê armanckirin?

* Reyhan Temel nexweşa astimê ye û hatiye girtin. Çima tedawiya wê tê taloqkirin?” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar