Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Ji dayikên girtiyan bang

Malbatên girtiyan derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de rayedar hişyar kirin û diyar kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûlkirin dê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî bikevin grevên birçîbûnê

Girtiyên ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyêyê ji doza PKK û PAJK’ê girtîne, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin. Malbatên girtiyan ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin destnîşan kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûlkirin, dê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî bikevin grevên birçîbûnê.

Yesûre Tûfan ku kurê wê Azîz Tûfan di Girtîgeha Jimare 1 a Amedê de ye, diyar kir ku daxwazên zarokên wan daxwazên wan in û wiha got: “Em tecrîda li ser zarokên me û birêz Abdulah Ocalan qebûl nakin. Ji ber ku zarokên me di zindanê de pir zor û zehmetiyê dikişînin, ketine greva birçîbûnê. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî. Heke daxwazên wan bi cih neyên em ê li ber deriyê zindanan çadiran vedin û bi zarokên xwe re bikevin greva birçîbûnê. Êdî bes e, taqeta me nema.”

Bang kir

Tûfan da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de diviyabû zarokên wan serbest hatibûna berdan û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin zarokên me êdî di zindanê de bin. Ne şeva me şev e ne jî roja me roj e. Em ê dîsa li kuçe û kolanan bin. Li temamê zindanan zilm li ser girtiya tê meşandin. Radyo û pirtûkan nadin wan, xwarina wan ne baş e, berberê wan tune ye. Em dema diçin hevdîtinê nikarin serê xwe di qebînan de bilivînin. Ev hemû îşkence ye. Em vê zilmê qebûl nakin.”

Tûfan bang li dayika kir ku hemû rabin ser xwe, xwedî li zarokên xwe derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em wekî grevên birçîbûnê yên din xwedî li zarokên xwe derkevin. Em dayik efûyeke giştî dixwazin. Zarokên me di girtîgehan de bûn nîvmirov. Sûcê me tenê ji ber ku em kurd in. Ez bang li rayedarên dewletê jî dikim; vê îşkenceyê li ser zarokên me rakin û efûyeke giştî bidin. Di pandemiyê de deriyê zindanan vekin. Em mirin jî bila bi hev re bimirin. Ji CPT’yê re jî dibêjim, bila demilest werin li zindanan binêrin ka çi îşkence li ser zarokên me tê kirin.”

‘Kes denge girtiyan nabihîze’

Sulhiye Sarûhan ku kurê wê Mahsûn Sarûhan di Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ye jî  da anîn ku li Tirkiyeyê tu heq û hiqûq nemaye û wiha got: “Girtiyên tacizkar û tecawizkar hemû hatin berdan lê zarokên me nehatin berdan. Sebeba vê çiye? Ji ber ku zarokên me kurd in. Em 5-6 mehan zarokên xwe nabînin, nizanin sax in an mirî ne, çawa ne. Ma ev insanetî ye.”

Sarûhan destnîşan kir ku zarokên wan ji ber zilm û zorê ketine grevên birçîbûnê û wiha domand: “Kes dengê girtiyan nabîhîze. Hemû çavên xwe girtine, guhên xwe ker kirine. Girtî jî mecbûrî dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jî li pey zarokên xwe ne, hewce bibe em ê jî bikevin grevê, hewce bibe em ê xwe bişewitînin jî. Ma ji zarokên me pêvetir tiştekî me heye.”

‘Divê em hemû rabin ser pêyan’

Her wiha Sarûhan xwest ku malbatên hemû girtiyan ji bo zarokên xwe rabin ser xwe û wiha bang kir: “Bila malbat bes vê zilmê qebûl bikin. Heke giş bi hev re rabin nikarin tiştekî li me bikin. Divê em rabin, giş xwe bikin yek, destê xwe bidin hev du. Em bibêjin vê zilm û zorê qebûl nakin û li pey zarokên xwe ne. Daxwazên zarokên me, yên me ne. Em dixwazin hemû girtî werin berdan, azad bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar