PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji Demîrtaş peyam: Ya ku dê encamê diyar bike dengê te ye

Selahattîn Demîrtaş li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek weşand. Demîrtaş bang li hemû kesî kir ku di 31’ê adarê de biçin ser sindoqan û wiha got: “Ji bo paşerojeke baştir, bang li hemû hilbijêrên me dikim ku destekê bidin stratejiya hilbijartinê ya partiya me HDP’ê.”

Ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin demekî pir kin ma. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hevserokên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê, namzetên hevşaredariyê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (CBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Tifaqa Kurdistanî û gelek derdorên cuda yên hêzên muxalîf hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê xebatekî pir mezin dimeşînin. Ji bo vê jî tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar digerin û ji bo HDP’ê deng dixwazin.

Li hêla din jî siyasetmedarên kurd ên di girtîgehê ji bo ku gel biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin bang li ser bangan dikin. Têkildarî mijarê hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir. Demîrtaş di peyama xwe de bang li hemû hilbijêran dike ku biçin ser sindoqan û xwedî li pêşeroja xwe derkevin.

Peyama Demîrtaş

Peyama Demîrtaş a li ser twîtterê wiha ye:

“Silav ji her kesî re. Di zanim ku di dema hilbijartinê de car carna hûn gelekî hêrs bûn, we îsyan kir. Hûn mafdar in. Lê belê rewşa heyî ji vê jî wêdetir e. Di roja yekşemê de dê sindoq werin danîn. Dema ku hûn çûn ser sindoqê ji kerema xwe re nîqaşên siyasî yên rojane bi xwe re nebin. Wan li dû xwe bihêlin. A bihûrî bi temamî bêqîmet nîne. Tişta ku bi serê me  hat, tişta ku me dît divê em tu carî ji bîr nekin. Lê belê pêşeroj girîngtir e. Ji bo pêşerojeke baştir, bang li hemû hilbijêrên me dikim ku destekê bidin stratejiya hilbijartinê ya partiya me HDP’ê.

Yên ku encama vê hilbijartinê diyar bikin hûn in. Hêz û bandora me ya diyarkirinê ne tenê li bajarên ku em ê ji qeyûman bistînin, divê em li her deverê nîşan bidin ku di vî warî de firsendeke dîrokî ketiye destê me. Li bajarên ku me namzet nîşan nedane, dengên me yên stratejîk dê hêza me nîşan bide. Li deverên ku partiya me HDP’ê namzet nîşan nedaye, ger hûn deng bidin namzetê ku partiya me destnîşan dike hem hûnê encama hilbijartinê ya devera hûn lê ne, hem jî ya giştî diyar bikin. Bi taybetî yên ku dê yekemcar deng bidin ez bang li hevalên ciwan hemûyan dikim. Qet nebêjin, ‘dengê min tiştekî naguherîne’. Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ez bi we bi bawer im.

Welatiyên hêja; dibe ku êvara hilbijartinê ez ne bi we re bim lê li Edîrneyê li hucreyê ez ê bi we re li ekranê binihêrim. Hêvîdar im dê deng û encama hilbijartinê ya ku me hemûyan kêfxweş bike li wê ekranê xuya bike. We hemûyan bi hezkirinê silav dikim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar