Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ji Dêrsim û Wanê bang li hikûmetê kirin

Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê û Platformê Demokrasiyê ya Wanê bi daxuyaniyên cuda bang li hikûmeta AKP-MHP’ê kirin ku bêyî ku dereng bibe li gorî qanûnên xwe tevbigere û dawî li tecrîdê bîne

Ji bo bal kişandina ser rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de, li Dêrsimê pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê û li Wanê jî Platforma Demokrasiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bang li hikûmeta AKP-MHP’ê hate kirin ku li gorî qanûnên xwe tevbigere û daxwazên çalakgeran pêk bînin.

Daxuyaniya li Dêrsimê li Kolana Hunerê hat xwendin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên HDP, DBP, ESP, EMEP, SMF, CHP û nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên mîna Komeleya Pîr Sûltan Abdal, ÎHD, DAD û Baroya Dersimê jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla serokê Şaxa ÎHD’ê ya Dêrsimê Gurbuz Solmaz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê hate kirin ku li gorî qanûnên xwe tevbigere.

Rewşa heyî asta krîtîk derbas kiriye

Solmaz da zanîn ku bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Ji ber ku hikûmetê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê nebersivand, rojiya mirinê dest pê kir. Çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê asta krîtîk derbas kiriye. Bêdengiya hikûmetê gumanên me zêdetir dike. Ger wiha bidome dê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Ev jî dê di aştiya civakî, demokrasî û mafê mirovan de birînên pir kûr veke.”

Bang li hikûmetê kirin

Di berdewamê de jî Solmaz got ku têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyan de agahiyên zelal nayên bidestxistin û wiha derbirî: “Li gorî agahiyên ji parêzer û xizmên çalakgeran, çalakger gelek zeîf bûne û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene. Li hin girtîgehan vîtamîna B1, şilatî, xwê û şekirê nadin çalakgeran. Em bang li her kesî dikin berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em bang li hikûmetê jî dikin ku beriya ku dereng bibe, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de qanûnên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike.”

Êrîşên li dijî dayikan şermezar kirin

Platforma Demokrasiyê ya Wanê jî li ber bînaya Komeleya Derdor, Parastina Berhemên Dîrokî, Lêkolîn û Pêşxistinê (ÇEV-DER) daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla serokê komeleyê Alî Kalçik ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de beşdaran dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kir. Kalçik diyar kir ku her kêliya ku derbas dibe, bêhtir nêzî pêvajoyên ku nikarin bên dermankirin dibin. Kalçik got ku dê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Kalçik êrîşên li dijî dayikên girtiyan û binpêkirinên li girtîgehan jî şermezar kir û bang li hikûmetê kir ku di zûtirin dem de li gorî qanûnên xwe tevbigere û tecrîdê bi dawî bike. DÊRSIM-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar