Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji deryayê heta deryayê doza filistîniyan

Doza filistîniyan ji beriya sedsala 11’an hetanî niha bi kelecaneke gelek mezin berdewam dike. Ev doza sed salan di demên dawîn de li Rojhilata Navîn û di qada navneteweyî de gihiştiye asteke bilind.  Ji ber vê yekê dîrok wê çarenûsê dê gelê filistînî diyar bike.

Ev sedsal ji bo filistîniyan bi êş û jan derbas bû. Tevî ku gelê wê qurbaniyên giranbuha dan jî negihiştin armancên xwe.  Li gel alîkariya gelên ereb, kurd û gelek gelên din jî civaka filistînî negihîşt azadiya xwe ya ku sedan sal e li bendê ye. Gelê filistînî ji bo doza xwe ya pîroz tu carî ji berdêl dayinê nereviyaye û xwe nedaye paş. Piraniya pirsgirêkên heremî bi doza filistîniyan ve girêdayîne. Hetanî ew neyê çareserkirin qeyrana Rojhilata Navîn bi dawî nabe. Ji ber vê yekê dibe ku di demeke kurt de çareseriyek ji vê doza sedsalan re were dîtin.

Ji ber ku gelek hêzên eqlîmî derbasî doza Filistînê bûnê êdî bûye wekî sindoqa firingiyan yê ku her kes ji vekirina wê ditirse. Ev hêzên eqlîmî yên ku derbasî nava doza filistîniyan bûne niha li hemberî çareseriyê astengiya herî mezin in.

Di bin banga azadiya Filistînê de gelek dirûşmeyên cuda hatin bilindkirin. Lê belê kêrî tiştekî nehat.  Cuhiyan ew dirûşme hemû avêtin deryayê. Lê xayala azadiyê tu carî bi dawî nebû. Miha li bendê ne ku ew xayala wan pêk were.

Her carî yên ku gelê Filistînî radikir ser piyan sîstemên cuda bûn. Her tim dirûşmeya wan ev bû “em na rawestin ta ku Filistîn ji deryaya mirî hetanî deryaya spî rizgar nebe”. Hemû sîstemên ku gel radikirin ser piyan dixwestin bi riya dirûşmeyên netew perestî û olî tevlêheviyê derxin pêş. Niha heman tişt di xeyalên erdogan de da xuya dikin. Erdogan jî dixwaze di bin navê doza filistîniyan de nîjadperestiya xwe bilind bike û xeyalên xwe yên osmanî pêk bîne. Wekî ku şamî dibêjin “kes ji kesî çêtir nîne”.

Wisa xuya dike ku şanoya Erdogan têk çû ye. Erdogan bi şanoya xwe ya “Davosê” xwest pêşengiya selefîzmê bike lê ew xeyala wî bi serneket. Her çiqasî Erdogan xwe bi makîneyên ragihandinê yên mezin yên ku ji Qeterê jê re li zirnê didin xwe bi hemûyan da xuyakirin jî di encam de derket holê ku Erdogan li du xeyala xwe ya osmanî ye. Xema Erdogan ne ereb û ne jî filistînî ne.

Gelê Filistînê niha dibîne ku ji hêla rêxistinên Fetah û Hemas ve jî hatiye xapandin. Rêveberên Fetah û Hamasê berê xwe dan Stenbolê û Erdogan (Eiwer El Decal) ê ku ji bo berjewendiyên xwe doza wan di qada siyasî de firotiye pîroz kirin.

Di demên dawîn de piştî ku gelên filistînî qurbaniyên mezin dan serok û rêberên filistîniyan di qada navneteweyî de di asta jorîn de hatin muhatab girtin. Ev muhatab girtin ji bo pêşengên filistîniyan weke azmûn bû.  Mixabin piştî di qada navneteweyî de muhatab hatin girtin êdî wate û girîngiya dirûşmeyên “ji derya Mirî hetanî deryaya Spî” û “Em ê wan biavêjin deryayê” nema.

Dewleta Îsraîlê jî ji bo ji rewşa heyî sûdê wer bigre û xwe qayim bike xebatên xurtir kirin. Îsraîl hewl dide ku doza filistîniyan ji doza gel zêdetir bike doza însanî û aborî.  Dewleta Behrên jî xwe amade dike ku bibe bazara vexwarina şeraba serxweşiyê ya ku li filistînê tê firotin.

Dirûşma “ji deryayê heta deryayê” vegeriya ji Îsraîlê hetanî Behrên. Ev bi serê xwe bese ku doza filistînê hetanî demekî din biçewisîne. Em jî li bendê ne ku gelên filistînî ji xewn û xeyalên çareseriya bi destê DYA’ê şiyar bibin. Hewceye civaka filistînî serê xwe ji bin axê derxîne û heqîqetan bibîne. Bi kurtahî, kengê filistînî ji koletiyê rizgar bûn wê karibin azadiya xwe bi dest bixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar