Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ji dijminê dagirker hesab bipirsin’

Şervanên HPG’ê bang li ciwanên kurd kirin ku tevlî nav refên gerîla bibin û gotin: “Em bi hev re ji dijminê dagirker hesab bipirsin û ji hêla fizîkî ve Rêbertî azad bikin.”

Gerîlayên HPG’ê ku li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dewleta tirk li ber xwe didin, ji bo geşkirina pêngava Dem Dema Azadiyê ye bang li ciwanên kurd kirin ku tevlî nav refên gerîla bibin. Gerîlayan diyar kirin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bikin ew ê li ber xwe bidin, li gel hemû êrîşên artêşa Tirk a faşîst jî ew ê vîna wan neşike.

Ji gerîlayan Serbest Kiçî destnîşan kir ku roj roja hesap pirsînê ye û ev tişt anî ziman: Ez weke fedayiyekî beriya her tiştî slav û hezkirina xwe ji Rêber Apo re dişinim. Dewleta tirk a dagirker ev ji mêj ve ye ku êrîşên nemerdî tîne ser gelê me û tevgera me. Em gerîlayên azadiyê tişta ku dikeve ser milê me, hay jê hene. Dost û dijmin, bila her kes zanibe em ê ji hêzên komploger û dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst hesab bipirsin. Hevalên me yên li kozikên şer çawa ku dewleta tirk a qirker şikandibin, heke careke dî dijmin ji hedê xwe derbas bike û êrîşê bîne ser Qadên Parastinê yên Medyayê em ê dewleta tirk bi temamî tune bikin. Roja roja hesabpirsînê ye. Banga min li ciwanên kurd ew e ku tevlî nav refên gerîla bibin, û em bi hev re ji dijminê dagirker hesab biprisin. Dema dema şer e û azadkirina fizikî ya Rêbertî ye.”

Yek ji şervanên HPG’ê Koçerîn Koçer jî bang li ciwanan kir û ev tişt got: “Ez komploya li ser Rêbertiya me şermezar dikim. Em milîtanên vê tevgerê, heta dawiyê em ê li dijî vê komployê şer bikin. Em ê nehêlin ku komplo biçe serî. Li dijî dewleta Tirk ku dijminatiya gelê Kurd û jinan dike, heta dawiyê em ê şer bikin. Kesek wê nikaribe vîna me bişkîne. Divê ciwanên kurd jî tevlî nav refên gerîla bibin û di vê têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em bi hev re li ber xwe bidin. Tecrîda Imraliyê bişkînin û Rêbertî ji hêla fizîkî ve azad bikin.”

Gerîlayê HPG’ê Botan Şeddadê jî ev tişt anî ziman: “Rêber Apo ev 24 sal in li Imraliyê berxwedaniyeke bêhempa dike. Ev jî hêviyeke mezin dide me. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku Tevgera Azadiyê tine bike dixwaze qira Kurdan bîne. Em gerîlayên azadiyê li dijî van êrîşên dagirker me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin. Bi vê berxwedanê re em ê dîwarên Imraliyê hilweşînin û Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bikin. Armanca me ev e ku em bi Rêbertî re jiyaneke azad bijîn. Dema wê ye ku em Rêbertî ji hêla fizîkî ve azad bikin.”

Gerîla Berxwedan Jiyan bang li ciwanan kir û wiha got: “Em gerîlayên azadiyê, heta ku em Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bikin, tişta ku ji destê me tê em ê texsîr nekin. Armanca me ev e kudi sala 24’an a komployê de Rêbertî ji hêla fizîkî ve azad bikin. Bi vê armancê em têkoşîneke biryardar dikin. Banga min li gelê me, xasma jî li ciwanan ew e ku tevlî nav gerîla bibin, em bi hev re vê berxwedanê geş bikin, em Rêbertî ji hêla fizîkî ve azad bikin û xeyala şehîdan, Kurdistana azad pêk bînin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar