Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji du birayên di grevê de ne peyama serkeftinê

Mahsûm Tamûr û birayê wî Cîhan Tamûr ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ne, peyamek ji raya giştî re şandin û diyar kirin ku wê grevên birçîbûnê bibin wesîleya aştiyê û gotin: “Teqez em ê bi ser bikevin.”

Li Girtîgeha Wanê Cîhan Tamûr 147 roj û biraayê wî Mahsûm Tamûr jî ji 1’ê darê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne.

Dayika wan Hanîfe Tamûr (56), diyar kir ku di 6’ê nîsanê de Cîhan û di 7’ê nîsanê de jî Mahsûm dîtiye. Dayik Tamûr, anî ziman ku kurê wê Cîhan jê re gotiye: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe em di greva birçîbûnê de ne. Wê çalakiya me bibe wesîleya aştiyê. Divê her kes dengê xwe bilind bike.” Dayik Tamûr, diyar kir ku kurê wê Mazlûm jî gotiye: “Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Teqez em ê bi ser bikevin.”

‘Li ber çavê me dihelin’

Dayik Tamûr bilêv kir ku moralê kurên wê baş bûye û wiha got: “Cîhan 147 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di hevdîtina dawî de 23 kîloyan zihîf bibû.” Tamûr, bi bîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê di asteke pir krîtîk de ne. Tamûr, bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û diyar kir ku ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û wiha got: “Zarokên min gotin heta tecrîd bi temamî bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike. Li ber çavên me zarokên me dihelin. Divê rojek berî rojekê daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Daxwaza wan daxwazeke hiqûqî û mirovî ye. Divê gelê me destekê bide vê daxwazê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar