Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji duh heya îro medyaya kurdan

Ji sala 1898’an heya roja îro ragihandina kurdî di gelek pêvajoyên de derbas bû. Carna ji Kurdistanê dûr, carna di serdema şoreş û serhildanekê de lê li ser axa Kurdistanê û carna jî xwîna rojnamevan, pelên kaxezê û cewherê pênûsa wan tevlîhev bûne. Ji 22’yê nîsana sala 1898 heya roja îro kurdan bi xwîn û hêza dagirkerên welatê me jî neçar kirin ku di gelek waran de rêbazên xwe bigûherînin.

Di vê nivîsê de min xwest behsa wan pêngavên yekê bikim ku ji roja îro re hezaran destkeftên giranbûha afirandine.

Pêngavek ber bi bajarvaniyê

Weşanxane û karê ragehandinê nîşanên pêşkeftina gelan û pêngava wan a ber bi bajarvaniya modern tên hesibandin. Yên ku di destpêkê de medyakarên me kurdan bûn û bi karê xwe yê bihagiran ziman, huner û pê re jî hebûn û mayîna me ji mirinê rizgar kirin ‘dengbêj û hunermendên’ me yên neteweyî bûn. Wan geh li kore gundekî bênav û nîşan dengê xwe wisa bilind kirin ku ketin bala her kesî û geh jî di dîwana mîr û padişahên kurd de eşqa ji zimanê me yê şirîn û dewlemend re zêde û zêdetir kirin. Carna axa û begên kurd ew dengbêj tenê ji bo dilxweşiya xwe û mêvanên dîwanxaneyê xwedî dikirin. Wan jî bi deng û awazên xwe ji wesfkirina wan axa û mîran re bigire heya vegotina destanên hemasî û serbihûriya mêrxasên qada şerê li hemberî dijmin sedan peyamên bi mifa ji bo civaka kurdewarî di nava gel da belav dikirin. Ew çîna yekê a medyakarên me bûn ku hê jî bi berfirehî li ser rolê wan yên pîroz lêkolîn nehatine kirin.

Çîna duyemîn a vê qada pîroz giregirên malbatên navdar û lîderên kurd bûn. Wan bi cihanbîniyeke dorfireh li paşerojê dinêrîn. Dixwestin kurd li ser axa xwe bextewer bin û ji kirasê cehalet û nezanînê derkevin. Ji bo ku ji kerwanê pêşkeftinê bi paşda nemînin dest bi avakirina sîwanekê kirine ku kurd di bin de vehewên û star bibin. Miqdad Bedirxan û kesên din yên wê malbatê pêşengên yekê yên vê qada dîrokî ne. Di wan salên reş de ku kurdan di qada siyasî da ti serkeftin bi dest nexistibûn û qedera wan berevaja daxwazên wan ji hêla dagîrkeran ve hatibû diyarkirin, li dûrî Kurdistanê Mîqdad dest bi karê weşandina yekemîn rojnameya kurdî kir. Li ser wê heza ji axa xwe re jî navê danî KURDISTAN. Li ser wê xebata xwe a dîrokî ne têr jiya û ne jî xweş jiya. Ji holêrakirina wî êdî bû armanca yekem a rayedarên Osmanî û piştre jî Kemalîstên înkarger. Jontirkên ku têhniyên xwîna wî û endamên din yên wê malbata mezin û kurdperwer bûn. Lê ya girîng wî zarê kurda yê şîrhelal kevirê dîwarekî bihêz danî ku ‘şexsiyeta kurdî’ gelekî deyndarê wî maye. Êdî ew hereketa jiyan û mayînê ji zimanê dengbêjên me ketibû ser kaxezê û dijberên hebûna me qet û qet nedikarîn hebûna me înkar an jî ji hole rakin. Bizava rewşenbîrî a M. Bedirxan li dervey Kurdistanê bû lê liv û lebateke kurdistanî bû. Wî bi karekî wiha re peyamên girîng dane dagirkerên welatê xwe. Pê re jî kurd û serkêşên doza Kurdistanê li hemberî wezîfeyên giran şiyar kirin. Ji wan xwest ku êdî serdemanetir bifikirin û bi cihanbîniyeke nûtir aliyên jiyana siyasî, civakî û dîrokî temaşe bikin. Wiha bû ku M. Bedirxan bû yekemîn pêşengê kerwanê rojnamegeriya kurdî li Kurdistana mezin.

Ûrmiye û Rojnameya Kurd

Êdî ew ala M. Bedirxan li erdê nema û vê carê li rojhilatê Kurdistanê lîderê zana û rewşenbîr Simkoyê Şikak kesên weke Mela Mihemed Turcanîzade û Ebdulrezaq Bedirxan teşwîq kirin ku dest bi weşandina kovar û rojnameyên kurdî bikin. Di halê şoreşê da û şerê li dijî rejîma wê demê a Îranê hilanîna pêngavên wiha karekî hêsan nîne. Wî beriya sala 1920’an li bajarê Xoy komela Gihandanî ava kiribû. Komela ku karê wê yê sereke perwerdekirina xelkê bû û pêgehandina wan di gelek warên jiyanê da da ku kurd xwe baştir nas bikin û xwe ji kesî kêmtir nebînin. Pêre jî hem xwendingeheke kurdî avakiribû û hem jî çapxaneyek li wira hebû ku kovara bi navê Kurdistan li sala 1913’an li wir dihate çapkirin. Simko rewşenbîrekî serdema xwe bû. Mirovekî xwende û bi hemû heza xwe piştgîrî dida çîna rewşenbîr ku di qada ragihandinê de jî li kêleka şerê çekdarî şoreşeke nû a rewşenbîrî jî hebe. Di vê der barê de dost û dijmin îtrafê bi vê rastiyê dikin ku Simko li dora doza Kurdistanê xwedî armancên pîroz bûye. Axa û begên kurd teşwîq kirine ku destê hevkariyê bidin rewşenbîr û nivîskarên kurd. Wî bihayekî giran daye keda kesên mîna Mela Mihemedê Turcanîzade, Ebulhesen Sêyf Elqozat û Ebdulrezaq Bedirxanê Botanê. Di serdema serhildana wî de duyemîn rojnameya kurdî ya bi navê “ KURD ” li çapxaneya bi navê “ Xêyret ” li bajarê Ûrmiyê dest bi jiyanê kiriye. Ferqa karê wî û Mîqdad Bedirxan ewe ku wî karekî wiha li ser axa welatê xwe daye dest pêkirin lê M. Bedirxan ji rûyê neçariyê “ KURDISTAN”a xwe li Qahireyê (paytexta Misrê) daye weşandin. Ji xeynî wê jî bi vekirina komele û mektebên kurdî pir xebitîye ku ‘şexsiyeta kurdî’ ya nîvmirî û tehqîrkirî ji xewa giran şiyar bike. Dema rayedarên Îranê di rûpelên rojnameya KURD de bi bîr û ramanên Simko û armancên serhildanê yên dorfireh dihesin, êdî dîn û har dibin. Ew dizanin ku serxwebûna Kurdistanê daxwaza wî ya mezin û xweziyeke kurdan a dêrîn e. Ji ber wê ji li pey şerên giran hemû şûnewarên komela Gihandanî, xwendingeha kurdî ya bajarê Xoyê û rojnameya KURD li bajarê Ûrmiyeyê ji holê radikin. Ji bo veşartin û bednavkirina lîderekî wiha karîzmatîk û dûrbîn dest bi cûrên antîpropagandeyan dikin, lê dîrokî rastiyan wenda nake. Îro her kes dizane ku Simko jî pêşengekî kerwanê rojnamevaniya kurdî ye. Çend hejmarên rojnameya KURD a serdema wê serhildanê ji arşîva Îranê hatine derxistin û naveroka gotar û nivîsên di wê rojnameyê da me bi gelek aliyên jiyana siyasî-sosyal a wê serdemê û bizava netewî a kurdan dihesîne. Niha ku êdî çend hejmarên wê rojnameyê ketine ber destê me meznahî û girîngiya xebateke wiha dîrokî pêwîstî bi lêkolîneke domdirêj û berfireh heye.

Ji Mehabadê heya Rewandiz û Hewlêrê

Ji Qahireyê û Ûrmiyeyê ka em werin başûrê Kurdistanê. Yekemîn çapxaneya kurdî li ser destê her du rewşenbîrê naskirî Huznî û Giyo Mûkriyanî li Rewandiz û Hewlêrê dest bi karê xwe dike. Ew du bira û bi esila xwe ji bajarê Mehabadê bûn. Li gor nivîsa mamosta Dr. Kurdistan Mukriyanî li sala 1914’an Huznî Mukriyanî amûrekî çapkirinê li welatê Almanya kiriye û sala 1915’an li bajarê Helebê damezirandiye, lê wan dixwest li Kurdistanê bin. Sala 1926’an ew têne bajarê Rewandiz û çapxaneyekê bi nave “Zarî Kirmanmcî” li wira dadimezrînin ku navendeke rewşenbîrî û siyasî a hereketa kurd li başûrê Kurdistanê bûye. Di heman salê da kovarekê bi nave “Zarî Kirmancî” (1926-1932) dane weşandin. Ew kovar wek yekemîn kovara bajarê Rewandiz û hemû parêzgeha Hewlêrê tê hesibandin. Li 1935’an Huzinî Mukriyanî û parêzer Şît Mistefa kovara bi navê Ronakî li Hewlêrê diweşînin. Di sala 1954-1960’an de jî Giyo Mukriyanî kovara bi navê Hetawî Kurd belav dike. Ew bi karekî wiha jiyaneke nû li herêma xwe didin dest pêkirin.

Êdî ew rêbaza pîroz a M. Bedirxan nasekine û li her dera Kurdistanê kovar û rojname dest bi weşanê dikin.

Komara Kurdistan û ragihandin

Serdema komara Kurdistanê û salên 1942 heya 1946’an wek serdeme zêrîn a ragihandina kurdî ye ku ez wê serdemê wek şoreşeke nû an jî renesansek dihesibînim. Pêşewa Qazî hem rewşenbîr û zimanzan û hem jî siyasetmedar û dîrokzan bû. Wî karî di çend salan de komeke rewşenbîrên pir hêja û bi bandor di nava civakê de li dora xwe kom bike ku cihê wan heya roja îro jî xuyaye. Hem di qada ragihandinê de û hem jî di çêbûna çîneke nû a rewşenbîrên kurd de keda wî lehengê mezin nayê ji bîr kirin. Weşandina kovar û rojnameyên serdema komara Kurdistan pêvajoyeke nû a wê prosesê ne ku ji Qahire, Ûrmiye, Xoy, Istembol û Rewandizê dest pêkiribû û gehabû paytexata komareke demokratîk ku têde radyo, kovar, şano, sînema û rojname xwedî bihayekî giran bûn. Di qada ragihandinê de destkeftiyên komarê wisa mezin û bi qîmet in ku mirov nikare di nivîseke wiha kurt de li ser bisekine. Lê Pêşewa Qazî û komara sava a sala 1946’an agirê şoreşa rojnamegeriyê li Kurdistanê gurtir û ronahiya wê bêtir gihandin çar goşeyên Kurdistana mezin.

Med TV şoreşek modern û kurdistanî

Di salên dawî yên sedsala derbasbûyî de rêberên PKK’ê dest bi şoreşeke modern kirin ku di hevgirtina kurdan de xwedî bandoreke pir mezin e. 21’ê adara sala 1995’an MED TV bû pêngava yekê ya ragihandina kurdî ku berevajî daxwaza dijminên doza Kurdistanê hisên netewî di nava kurdan de bilindtir kirin û ew gihandin hev û din. Yekemîn car bû ku kurdan ji teknîk û satalîtê li dijî neyarên doza xwe sûd distandin û ji wan daxwaz dikir ku bêtir ji meselên olî li ser pirsgirêka xwe ya netewî û dîrokî bisekinin. MED TV bû destpêka şoreşeke zêhniyetê û hemû xewin û xeyalên Kemalîst, şovenîstên Îranî û Baasiyên cinayetkar vala derxistin.

Roja îro di cihana ragihandinê de kurd xwedî senga xwe a giran in. Bi hezaran rojname, kovar, radyo û TV li Kurdistana mezin karê weşanê dikin. Cihana înternetê û saziyên wiha zimanê kurdî ji mirinê rizgar kirine. Li pêşberî wê ragihandina berfireh hêşta wezîfeyên girîng û giran hene. Di salvroja rojnamegeriya kurdî de hêvîdar im ku rewşenbîrên me erkên jêr ji bîr nekin:

  1. Di hevgirtina hêzên siyasî li Kurdistanê bibin hevkar û hewil bidin ku wan bêtir ji her carê nêzî hev bikin.
  2. Di avakirina zimanekî standard û yekgirtî de kar û xebateke bêrawestan bidin meşandin.
  3. Xebatê bikin ku kurd wek komeke etnîkî û cuda ji cudahiyên olî bêtir bi dîroka xwe bihesin û doza xwe ya siyasî nekine qurbana cudahiyên olî ku dijiminên doza me tim li ser van netifaqiyan kurd ji hev dûr xistine û ji ava şêlo masî girtine.
  4. Bi qasî ku ji destê medyakarên kurd tê prensîbên exlaqî di qada ragihandinê de biparêzin û siyanet, keramet û keda mirovan bêrûmet nekin.
  5. Bihayekî giran bidine sembolên netewî, dîroka Kurdistanê û mîrasê ku hebûn û mayîna me ji keda wan tê.
  6. Hemû têkoşana me bila li ser bilindkirina sewiya rewşebîrî û bilindkirina şexsiyeta kurd a tehqîrkirî be ku dijminên azadiyê bi hezar awayan dixwazin bi rêyeke wiha me tune bikin.
  7. Yekitiyeke rojnamevan a ji çar parçên Kurdistanê bê avakirin û jiyana ragihandina kurdî derbasî qonaxeke nûtir bike.

Salroja rojnamegeriya kurdî li qehremanên dîroka karekî wiha pîroz, li Celadet Bedirxan, Simkoyê Şikak, Musa Anter, Hêmin Mukriyanî, Ebdulrehman Zebîhî, lîderên dûrbîn û qehremanên din yên bênav û nîşan mimbarek be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar