Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji DYA’yê daxuyaniyeke nû

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton beriya serdana xwe ya Tirkiyeyê diyar kir ku heta kurdan neparêzin dê hêzên xwe ji Sûriyeyê venekişînin

Heyeta Amerîkayê ya ku ji Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey û Serfermandarê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford pêk tê, beriya serdana xwe ya Tirkiyeyê serdana Îsraîlê kir.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Bolton di vê serdanê de têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke balkêş da. Bolton diyar kir ku heta kurdan neparêzin dê hêzên xwe ji Sûriyeyê venekişînin.

Bolton anî ziman ku Tirkiye heta bi wan re nekeve nav koordînasyoneke baş ew naxwazin Tirkiye li Sûriyeyê operasyoneke leşkerî pêk bîne û wiha got: “Trump di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re jî ev yek anî ziman û jê baweriya parastina kurdan xwest.”

Di berdewamiyê de jî Boltan destnîşan kir ku ji ber vê yekê heta peymaneke ji bo parastina kurdan neyê kirin Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê venakişîne û wiha bi dawî kir: “Nêzîkatiya Trump, astengkirina qetilkirina kurdan a bi destê Tirkiyeyê ye û ji bilî şertên parastina kurdan, her wiha hin şertên din jî hene.”

Heyeta navborî dê d roja sêşemê de bê serdana Tirkiyeyê û têkildarî geşedanên dawîn ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên tirk re hevdîtinan pêk bîne. Tê payîn ku piştî vê serdanê pozîsyona Tirkiyeyê ya li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê zelal bibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar