Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji eniya gerîla awirek li ser sala 2021’ê – 1

Gel û gerîlayên kurd sala 2021'ê ku şer bi asta herî tund lê qewimî, ji berxwedanê neqeriya. Bi rikdarî, biryardiyeke mezin, bi vîn û azwerî li ber xwe dan û planên dewleta tirk pûç kirin

Yek ji sala ku şerê li Kurdistanê herî tund bû sala 2021’ê bû. Belkî jî xeleka dawî ya wê planê bû ku danîbû ber xwe hebûna leşkerî ya Tevgera Azadiya Kurd bidawî bike. Hemû nirxên mirovî hatin bikaranîn, her cure cebilxaneya qedexe hat bikaranîn. Êrîşa li ser goristanên gerîla û şerê psîkolojîk, bi rewşên herî hişk jî bi hemû rêbazan hat bikaranîn. Dewleta tirk tenê bombeya nukleer mabû ku dijî gelê kurd û gerîlayên kurd bi kar neanîbû, ji bilî vê hemû muhîmmatên di envatera NATO’yê de û teknolojiya çek bi kar anî. Li gel vê hovîtî û rêbazên ku nirxên mirovî tune dihesibînin gelê kurd û gerîla dev ji berxwedanê neqeriyan. Bi rikdarî û biryardariyeke mezin berxwedan hat geşkirin, li bara dijwariya berxwedanê dewleta tirk mû bi mû weşiya.

Di çarçoweya ‘Plana Çokşikandinê’ ya ku dewleta tirk cotmeha 2014’an de li Desteya Ewlehiya Millî (MGK) ya tirk biryar li ser hatî standin, van 6 salên dawî li dijî Tevgera Azadiya Kurd tevgera qirkirinê ya ku nirxên mirovî binpê dike, hat bicihanîn. Qirkirina kurdan ku tê xwestin were bicihanîn ji hêla gelek dewletên herêmî û navneteweyî ve hat destekkirin. Her çendî metoda wan a destekdayînê cuda be jî bi taybetî hemû eynî bûn. Hiqûqa navneteweyî hat betalkirin û qirkirina dewleta tirk ji hêla leşkerî û aborî ve finanse kirin. Ev kirinên qirkirinê ku niha jî bi her cure lîstikên hiqûqê û komployên bi alçaxî tên domandin, li ser encma ku van şeş salên dawî derketî holê, hevkarên herêmî û navneteweyî yên li pişt perde bi rengekî beloq da xuyakirin.

Li dijî hedefa tevgera qedandina PKK’ê û qirkirina kurdan ku bi pratîkî sibata 2021’an dest pê kirî û li dijî van êrîşên qirker em asta berxwedanê ya ku şêwaza nû ya gerîla û veguherîna taktîkî tevahiya salê dom kirî, maneya trafîka beriya pêvajoya Garê û rola hêzên global û herêmî bi bîr bixin.

Beriya pêvajoya Garê

Wezîrê Berevaniya Tirk Hulûsî Hakar di serdana Bexda û Hewlêrê de ya beriya pêvajoya Garê di daxuyaniyan de digot xala sereke ya rojevê PKK ye. Di serdana Berlînê de ev zêde neanîn zimên. Hay ji gumanên hikûmeta Merkel hebûn û Akar bi taybetî hatibû hişyarkirin. Lê piştî ku nûçe belav bûn ku di êrîşa Garê de gaza kîmyewî hatiye bikaranîn bi daxuyaniya sefîrê tirk ê Almanyayê fermî bû. Ji bo hikûmeta Merkel hesasiyeke cidî nîşan dan lê ji bo hevkarê xwe yên herêmî PDK’ê û Kazimî eynî hesasîyet nebûn. Berevajî, dewleta tirk ji bo ku hevkarên xwe yên li herêmê îfşa bike helkefteke cidî dikir.

Piştî hilbijartina li DYE’yê hewl dida ku atmosfera li herêmê kêlî beriya kêliyekê binirxîne. Peymana li ser Şengalê ya 9’ê Cotmeya 2020’an a di navbera Bexda û PDK’ê bi rengekî zemîna yasayî ji bo dewleta tirk çêkiribû. Ango maneya vê bi zimanê gel ev bû; dê PKK bikirana hincet, PDK li gorî peywira xwe wê bi fermî dewleta tirk vexwenda û wiha dewleta tirk ji bo ku planên xwe yên dagirkirinê bi cih bîne dê bibûya xwedî fersendeke nedîtî. Vê navberê Kazimî jî wê peywira xwe ku vê pêvajoyê hêsan bike, bi cih bianiya.

Jixwe çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Başîka hatibûn bicihkirin û bi fermandariya Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî û waliyê berê yê Mûsilê de, di bin navê Heşd-El Watanî de rêxistiniya wan hatibû kirin. Hêzên leşkerî ku di bin sîwana PDK’ê de hatibûn komkirin jî hatibûn hazirkirin. Bi vî rengî dê başûrê Kurdistanê bi temamî bihata dagirkirin, Şengal jixwe wê ji holê bihata rakirin, Rojava bihata dorpêçkrin û li benda fersendê bimana. PDK û Mustafa Kazimî ji bo ku hemû planên dewleta tirk bi cih bînin peywirên xwe bêkêmasî bi cih dianîn lê encama ku dihate payîn çênebû. Ya pêşî; ji bo ku êrîş bianîna diviya PKK li wir bûya, lê li wir PKK nebû. Ya din; ne pêkan bû ku ev peyman bêyî pejirandina gelê Şengalê ji hêla leşkerî ve bihata bicihanîn û êrîşeke leşkerî li qada navneteweyî weke pêvajoya Kobanê dibû ku bibûya helwesteke mezin. Van faktoran hewce kir ku plana duyemîn a B’yê bi cih bîni û bi vî rengî berê xwe dana Garê. Hewcehiya Erdogan bi serfiraziyekê hebû û pê qanih bûbû ku tekane rêya ku rejîma xwe ya dîkta xilas bibe ev bû. Ji ber vê jî bi wê niyetê bû ku êrîşa leşkerî ya li ser Şengalê bi kirasê serfiraziyê bifiroşe. Lê dema ku hesabê xisar û kar kirin, dîtin ku xisar zêdetir e, ev plan hat sekinandin û plana Garê hat danîn. Di vê plana êrîşa de rola Almanya ew bû ku helwestên li qada navneteweyî kêm bike û bi peymanên nû yên leşkerî yên bi Tirkiyeyê re ku bazara çekan bû, îxracata çekan zêdetir bike. Heke mirov bala xwe bidiyê, li ser daxwaza lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî tu saziyeke navneteweyî bersivê nade. Ev diyarde di serî de Almanya, ispata wê ye ku DYE, Îngilistan û bi sazûmanî NATO çawa hewl didin sûcên dewleta tirk ên li ser kurdan binixumînin.

Êrîşa dagirker a li Garê

Dewleta tirk 10’ê Sibata 2021’an êrîşa Garê da destpêkirin û hewl da vê weke, ‘operasyona xilaskirina rehîneyan’ nîşan bide. Bi vê êrîşa dagirker hat xwestin bi hewayeke serfiraziyê û morale mezin bikevin sala nû. Li ku dera cîhanê operasyona xilaskirina êsîran bi balafirên şer, bi bombeyên bi tonan û gazên kimyewî hatiye kirin? Hikûmeta Erdogan ku bi salan e ji bo endamên êsîr ên vê artêşê û îstîxbaratê tiştek nekirî çawa bû ku bi carekê re hîsên mirovî pê re çêbûn? Wan deqeyên pêşî yên dema ku êrîşê dest pê kirî û leşker ji helîkoptêran hatin daxistin, li gel ku HPG raya giştî agahdar kir û daxuyand ku li wir êsîr têne girtin, çima dewletê du rojan bombe kir, bi gaza kîmyewî êrîş kir? Ev hemû nîşan didin bê ka armanca sereke çi ye. Herêma ku leşker lê bûn bi zanebûn hatibû hilbijardin û ji bo destpêkê cihê herî îdeal bû. Heke karîbûya leşkerên xwe li wir bigirta wê bi rengekî ku tevahiya herêma Garê bixe nav xwe berbelav bibûya û PDK jî di nav de, bi hemû hêza xwe êrîş bianiya ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Lê di herdu rewşan jî ew êsîr wê bi saxî venegeriyana malên xwe.

Çawa ku hatin derba kuştinê xwarin

Artêşa tirk ku di êrîşa Garê de hatibû ku derba pêşî lêbixe hê piyê xwe negihaştî erdê derba mirinê xwar. Gerîla ji sala 2017’an ve bi pêvajoya veavûna nû şêwaz û tatkîka xwe pir guherand. Di bicihanînê de demekê kêmasî çêbûn, sala 2019 û 2020’an di êrîşên dagirke ên Heftanînê de pratika cidi nîşan da. Armanca şêwaz û taktika serdema nû ku hemû hêzên gerîla ji perwerdehiya teorik û pratîk derbas bûn, ji esasdîtina berxwedana ku wê teknîka şerê berdest pûç bike, bi rengê bicihbûn, şêwaza tevgerê û taktîkên şerê berevaniyê diyar bike hat danîn. Gerîlayên Kurdistanê doktrîna şerê gerîla yê sedsala 21’ê ku teoriya gerîla ji nû danî bi vî rengî ava kir. Bi vê çarçoweyê verastkirinên li hêzên gerîla hatî kirin li pey hev hatin bicihanîn, pergala tîmên mobîl ê profesyonel hat danîn. Pisporbûna leşkerî li akademiyan li ser perwerdehiya branşan, teorik û pratîkî hat sekinandin. Çarçoweya perwerdehiya îdeolojîk ji nû ve hat sazkirin, bernameya perwerdehiyê ya li ser rêbaza şerê psîkolojîk û taybet hat berfirehkirin. Hêzên gerîla ku pergala gerîla ji nû ve danîn û li Heftanînê bi rêjeyeke giştî bi ser ketî, ji bo Garê û êrîşen weke vê di tetîkê de bû. Ji ber vê jî artêşa tirk hê ji helîkoptêrê piyê xwe nedanî derba kuştinê xwaribû.

Şerê tûnelan û tîmên mobîl

Pêvajoya Garê bû derfet ku hêzên gerîla tespîtên nû bikin, hêlên qels ên dewleta tirk werin tespîtkirin û şêwaza tevgera tatkîk were diyarkirin. Mînak heta pêvajoya Garê bi temamî nedihate zanîn bê ka asta karîgeriyê ya şerê tûnelan çi ye lê encama ku ji vir derkertî holê tevahiya salê taktîka sereke ya artêşa tirk pûç kir. Ango heta pêvajoya Garê pergalên binerd bi giştî weke cihên hêwirînê û qada manewreyê li gorî şer hatibûn hazirkirin. Piştî ku encamên şerê tûnelan asta xwe ya karîgeriyê bi rengekî beloq derket holê, bû parçeyekî bingehîn ê hêzên gerîla yên dema nû û pergalên binerd di demeke kurt de li gorî rewşa şerê karîger hat hazirkirin. Li aliyê din li dijî gazên jehrî û kîmyewî wê hevdîtên çawa bêne standin, detayên nû hatin tespîtkirin û li gorî vê tevdîr hatin danîn. Faktoreke din a girîng jî asta zîrektiyê ya şêwaza tevgera tîmên mobîl ên gerîla û hêza derblêdanê hat tûjkirin. Ji bo ku rewş were fêhmkirin dikarim mînakeke wiha bidim; li ezmen li gel ku gelek balafirên keşfê hebûn jî û bi şev aktîf jî bûn bi dehan tîmên gerîla bi liv û tevger bûn û mudahele li yekîneyên wir ên dijmin dikirin. Maneya vê ew e ku balafirên keşfê, kamerayên terman û şev û rojê, bi kurtasî hemû hêza hewayî hatiye bêbandorkirin. Dema ku mirov şertên av û hawayê jî bi bîr bixe, ango di av û hewaya zivistanî de, yanî di wan şertan de ku hem kamereya rojê, xasma jî ya li gorî têhnê çalak in, bekêkirin van rewşeke derasayî bû. Bi vî rengî şerê tûnelan rewşeke nû danî holê û tîmên gerîla yên mobîl bi hêza derblêdanê weke faktorkeke temamker hat diyarkirin.

Li ser encama ku derketî holê diviya şerê tûnelan li gel tîmên gerîla yên profesyonel serweriya eraziyê kontrol bikira û ji bo ku hêza dijmin nikaribe tevbilive di rewşa êrîşa aktîf de bûya. Ji ber vê jî zengîniya taktîk şerê tîmî beloq dikir, her gerîla bi rengê ku bi kêmanî li ser du branşan be pispor bibe dihat perwerdekirin. Her gerîlayê ku di branşa leşkerî de pispor bûyî dikare zengîniya taktîk pêş bixîne. Maneya vê her carê bi şêwazeke cuda wê li dijmin bide, bi rengekî sabît tevnegere û tim bi çalakiyên surprîz derbê li dijmin bide. Hêlên kêm û faktorên temamkir ên di şêwaza gerîla û bicihanîna taktîkê de, di serdema nû de derketin holê di pêvajoya Garê de bi giştî hatin fêhmkirin. Ev nayê maneya ku gerîla di şêwaza nû û taktîkê de, di şêwaza teverînê û bicihanîn de bêkêmasî ye. Dibe ku kêmasî hebin lê belê ya girîng ew e ku mirov van tespît bike, encaman jê derxîne, berfireh bike û zengîn bike. Hêzên gerîla tam jî bi vê çarçoweyê tevgeriyan û encam standin.

Şikestina dewleta tirk

Dewleta tirk di êrîşa Garê de li rastiyeke ku qet nediparast hat. Hêzên gerîla nehiştin ku artêşa tirk hilmê bistîne, leşkerên ku bi zor û zehmetî ji helîkoptêran daxistin, ew wextê wan çênebû ku kîsên ku bi xwe re anîn li ser hev deynin. Koordînatorên êrîşa dagirker heta bi cihê ku ji ber rewşa hewayî xwe lê biparêzin jî hesab kiribûn, bi rengekî wiha dema ku dinya sayî bû dest pê dikirin û bilez diçûne cihê ku wê lê bi cih bibûna. Sayîbûna ji bo hêzên gerîla rewşeke dezavantaj e û faktoreke wiha ye ku tevgera wan asteng dike. An na wê êrîş 15’ê Sibatê dest pê bikira. Çima 10’ê Sibatê hat hilbijartin? Ji ber ku şertên hewayê ji bo artêşa tirk guncaw bû û plansaziya wê kiribûn ku di rojeke sembolîk a mîna 15’ê Sibatê de serfiraziya xwe ragihandana. Weke dilê wan nebû û hê di deqeyên pêşî de hemû planên wan serûbinî hev bûn; di roja duyem jî fêhm kirin ku rewş her ku diçe girantir dibe. Ji ber vê jî hemû derde wan bû ew ku hê zêtir nehetikin ji wir derkevin. 15’ê Sibatê şilî bû û beriya bi rojekê bi bayê bezê, ‘şevekê bi carekê re’ her tişt li pey xwe hiştin û reviyan.

Divê mirov diyardeyên pêvajoya Garê heta bi kitekitî analîz bike û berxwedana gerîla ya destanî ya sala 2021’an fêhm bike. Serfiraziya Garê ne tenê berhema pêvajoya veavabûna nû ya gerîla bû, faktora herî girîng a temamkerê wê vîna mirovî û azaweriya têkoşînê bû. Yekîneya gerîla ya bi fermandariya Şoreş Bêytûşşebab berhema vê bû. Li vir pirsa kilîd ew e bê ka avaniya fermandar û şervanan ku teoriye pratîk dikin û bi vîna polayî qeyîm dikin divê çawa be? Yekîneya gerîla ya bi fermandariya Şoreşa Beytûşşebap bi berxwedanî danî holê tam jî ev nîşan da.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar