Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji eniya gerîla awirek li ser sala 2021’ê – 2

Gerîla rêya ber bi serkeftinê diçe û serkeftina taktîka wê bi pratîk û berxwedana xwe îspat kir. Êdî ne qalekol, ne teknolojiya şer û ne jî çekên kîmyewî dikare wan dagirkeran biparêze

Dema ku artêşa tirk li Garê derbeke giran xwar û vekişiya, hêzên gerîla encamên di pêvajoya Garê de bi lezgînî nirxandin. Qelsî û kêmasiyên derketin holê, tevdîrên divê were stendin li hemû qadên gerîlayan bûn rojev û tiştên pêwist hatin kirin. Di nava du mehan de divê amadekariyeke cîdî bihata kirin. Ji aliyekî ve êrîşên dewleta tirk didomiya û ji aliyê din ve jî hêzên PDK’ê ji bo amadekarî neyên kirin û ji bo rêyên di navbera qadên gerîlayan de qut bike, di rewşa êrîşê ya çalak de bû. Ligel ku wext hindik bû û PDK’ê dest bi hewldanên êrîşê kiribû, li qadên gerîlayan amadekarî heta astekê hatin kirin.

Encamên serfiraziya Garê hem di warê moral û hem jî di warê tarz û taktîka gerîla ya serdema nû de, avantajên mezin da hêzên gerîla. Rêxistinkirina berxwedana li hemberî êrîşeke mezin û nû, tev li coşa serfiraziyê dibû. Dihat texmînkirin ku dewleta tirk a ku li Garê li hemberî yekîneyeke gerîlayan tevî hemû teknîka xwe rûxiyabû wê karibe tiştên qirêj bike. Hêzên gerîla li hemû qadan amade bûn û li hemberî hewldaneke êrîşê ji bo ku derba pêşîn li dijmin bixin di nav amadekariyê de bûn. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dagirker a berfireh a dewleta tirk dihat payîn.

Êrîşa dagiker a nû û berfireh

Li hemû qadên gerîlayan tevgera hewayî hat zêdekirin, fîloyên balafirên şer yek radibû yek dadiket. Li qadên gerîlayan rojê 24 saetan bi dehan ÎHA û SÎHA digeriyan. Ji 19’ê nîsanê û şûnde li ser gelek herêman êrîşên hewayî hatin kirin, ji xetên sînor qadên gerîlayan bi obus û hawanan hatin bomberdûmankirin. Ev tevger dihat wateya ku wê êrîşeke dagirker were destpêkirin. Di 23’ê Nîsanê de êvarî agahî hatin ku artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran yekîneyên xwe datîne qadên Avaşîn, Zap û Metînayê. Li ser qadên gerîlayan bomberdûmaneke mezin hebû. Armanc ev bû beriya ku leşker dakevin qadan, psîkolojiya hêzên gerîla were şikandin û pergala parastinê ji holê were rakirin. Bomberdûmana giran a dewleta tirk wekî ya şerê li dijî dewletekê bû. Li gorî taktîka sereke ya artêşa tirk bi bomberdûmana giran wê pergala parastinê ya gerîla ji holê were rakirin, wê derbe li gerîlayan were xistin û bi helîkopteran wê leşkerên xwe deynin lûtkeyên bilind. Bi salan bû şerê li ser esasê teknîkê ya li dijî gerîla wisa didomiya. Yekîneyên gerîla yên ku hatibûn tespîtkirin, piştî bomberdûmana giran wê ji holê bihatina rakirin. Yekîneyên leşkeran jî wê ji bo tespîtkirina rewşê û propagandayê daketina ser lûtke û giran.

Wekî plansaziya wan leşker nekarîn dakevin ser giran

Gerîlayan di destê sibehê de bi rêya cîhazan derbarê rewşa dawî agahî dan û derket holê ku dewleta tirk hemû qadên gerîla kiriye hedef û ev qonaxa pêşîn a êrîşa dagirker e. Li qadên Avaşîn, Zap û Metînayê bi şev bi dehan caran helîkopteran hewl dane leşkeran deynin lê gerîlayan bi çekên giran mudaxele kirine, ji ber vê jî gelek caran helîkopter bêyî ku karibin leşkeran deynin neçar mane vekişin. Leşkerên daketibûn ser giran jî ji cihê xwe tevnediliviyan û li benda beşa mayî ya yekîneyên xwe bûn. Di bin çavdêriya balafirên keşfê de derdora wan dihate bomberdûmankirin û li hemberî çalakiyeke gerîlayan dihatin parastin. Dewleta tirk di deqîqeyên pêşîn de ji hêzên gerîla derbe xwaribû û beşeke biçûk a yekîneya xwe karibû deyne. Lê bi bomberdûmana giran di serî de armanca wan ev bû ku derbê li hêzên gerîla bixînin û pergala gerîla ya parastinê ji holê rakin. Hêzên gerîla li hemberî bomberdûmana giran bi pergala xwe ya binerdê û li eraziyê jî bi tîmên biçûk xwe bi cih kiribû. Hêzên gerîla bi vî awayî hêza xwe ya parastin û pergala parastinê xurt kirin. Bi vî awayî dema ku bomberdûman didomiya, hêzên gerîla di her kêlîkê de hay ji tevgera dijmin çêdibû û li bendê dima dijmin têkeve rewşeke lêdanê ya guncav. Dema ku dijmin ji bo gerîla diket rewşeke guncav, gerîla lê dida. Leşkerê ku derbê dixwarin û nedikarîn bi pêş ve biçin, vedikişiyan û dîsa bomberdûmanê dest pê dikir. Dema ku leşker vedikişiyan komên gerîla ji  holê winda dibûn. Taktîka sereke ya artêşa tirk ev bû ku bi şer re cihê gerîla tespît bike û piştre qada ku hatiye tespîtkirin bi hêza hewayî û bejahî bomberdûman bike. Pergala parastinê ya gerîla gelekî xurt bû, hêzên gerîla yên din tunelên şer de û komên gerîla yên li eraziyê bi awayekî koordîne çalakî dikirin. Dewleta tirk pergala têkilîdanînê ya gerîla kir hedef lê dîsa jî nekarî encamê bistîne.

Serkeftina tarz û taktîka serdema nû

Ji bo ku bala komên gerîlayên gerok ên li eraziyê belav bikin û bi hemû hêza êrîşî tunelên şer bikin, demekê leşker kom bi kom ketibûn nav qadê. Bi mînakekê mirov qala rewşa li qadê bike wê baş were fêmkirin. Li Avaşînê du gerîlayên gerok dibîne ku yekîneyeke dijmin li eraziyê ye û ji bo ku rewşê fêm bike demekê wan dişopînin. Piştre fêm dikin ew ketine nav yekîneya dijmin. Du gerîla berê bi sabotajê yekîneyeke dijmin dike hedef û li leşkeran dide. Yekîneyeke din a leşkeran ji bo alîkariyê tên. Her du gerîla li ser rêya derbasbûnê ya yekîneya dijmin disekinin û dema ku navbera wan û leşkeran dimîne çend metre, li leşkeran didin. Ev hemû tişt di rojekê de dibe. Di dehan leşkerên tirk dimirin, di çar rojan de hemû balafirên keşfê digerin lê nikarin cihê du gerîlayan tespît bikin. Piştî çar rojan du gerîla digihêjin yekîneyên xwe. Ev bûyer bi awayekî zelal nîşan dide ku tarz û taktîka gerîlatiya serdema nû di kîjan astê de ye. Gelekî aşkera diyar dike ku îradeya mirov dikare çi bike. Heke hûn xwedî bawerî, biryar, xîreta têkoşînê û vîneke ji pola bin, hûn dikarin bi ser bikevin.

Leza dijmin hat sekinandin û pêşveçûn hat astengkirin

Hêzên gerîla bi tunelên şer û şerê tîmên gerok heta nîveka meha gulanê berxwedaneke mezin nîşan dan û leza êrîşa dagirker a artêşa tirk dan sekinandin û pêşveçûna wê hat astengkirin. Guherîna tarz û taktîka nû ya gerîla êdî tund dibû, ji niha şûnde divê taktîk û tarz dewlemend û berfireh bibe. Asta çawaniya çalakiyên hatin kirin û metoda ku encam distend êdî zelal dibû. Çalakiya Girê Pîramît a li Avaşînê asta çawaniyê derxist holê û bi berxwedana çalak ji xeynî sekinandina leza dijmin, derket holê ku operasyonên şoreşger jî dikarin werin kirin. Hêzên gerîla di nav guherînê de guherîn dikirin, di her gavê de tarz û taktîka serdema nû dinirxandin û dewlemendtir dikirin.

Hêzên hewayî yên gerîla

Ji aliyê din ve gerîla sûd ji teknolojiyê distend û hêza xwe ya hewayî ava kir. Çalakiyên hewayî yên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal psîkolojiya leşkerên tirk a dagirker xera dikir. Belkî jî tekane wesayîtên hewayî yên ku pergala parastina hewayî ya NATO’yê nikare wan bibîne, yên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal in. Di dema êrîşa Garê de yek ji bandora ku artêşa tirk mat hişt jî Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal bû. Bi dehan balafirên keşfê û helîkopterên êrîşê digeriyan lê dîsa jî Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal wesayîtên hewayî yên dijmin, leşker û bomberdûmanên hatin kirin, ji jor ve dida nîşandan.

Çek û gazên kîmyewî

Dewleta tirk di roja 10’emîn a êrîşa dagirker de, dest bi êrîşeke li dijî nirxên mirovayetiyê kir. Dema ku li tunelên şer ên Mamreşo nekarî berxwedana gerîlayan bişkîne û gerîla hemû êrîşên wê şikandin, artêşa tirk vê carê dest bi bikaranîna gaza jehrî û kîmyewî kir. Di dema tevgera Garê de hêzên gerîla li hemberî bikaranîna gaza kîmyewî heta asteke bilind tevdîr stendibûn lê sedema ku li qada Mamreşo çima tevdîran têra xwe encam nedaye hê jî tê lêkolînkirin. Vê metoda dewleta tirk a li dijî berxwedana gerîla çiqasî neçar maye û nemerdiyê dike, tevî belgeyan pêşkêşî raya giştî hat kirin. Dewleta tirk a dagirker ku li ser hev derb dixwar, heta nîveka meha gulanê hewl dida êrîşa dagirker berfirehtir bike lê dema ku nekarî bi pêş ve biçe, vê carê hewl da xwe li girên Mamreşo, Mervanos, Zendûra û Qela Bedewê bi cih bike. Di rojên pêşîn de leşker daxistibûn van giran. Di 1’ê Hezîranê de neçar man ku ji qadên Dola Mara, Dola Konferansê û Tabûra Ereba ya Avaşînê vekişin.

Artêşa tirk a ku qaweta wê nema ku êrîşan bike, di 5’ê hezîranê de dema ku PDK’ê berê xwe da qada Metîna, wê jî di 7’ê hezîranê de dest bi êrîşê kir. Berê xwe da berpalên Werxêlê û piştî çend rojan berê xwe da qada Girê Sor. Bi hemû hêz û çekên kîmyewî êrîşî tunelên şer kir. Bi vî awayî hemû bala xwe da ser tunelên şer. Ligel ku dîmenên êrîşa dewleta tirk a li dijî mirovayetiyê hat qeydkirin û belavkirin jî, hemû dewlet û saziyan çavê xwe girtin û nexwestin bibînin. Di vir de derdikeve holê ku Hûlûsî Akar di serdana xwe ya Berlînê de çi gotiye.

Ew bi xwe ketin rewşa parastinê

Berxwedanên Werxelê, Zendûra û Girê Sor bi berxwedaneke destanî ya mehane hat meşandin. Li ser tunelên şer her cure çekên kîmyewî û jehrî hatin bikaranîn. Şerê psîkolojîk, bomberdûmana giran û teqemeniyên bi tonan her roj domiya. Gerîlayên di tunelên şer de, bi îrade û baweriyeke mezin, mînakeke qehremaniyê nîşan dan û li ber xwe dan. Vê mînaka qehremaniyê ji bo hemû berxwedana gerîla bû motîvasyoneke mezin. Di tarz û taktîka gerîlatiya serdema nû de, bû zemîna gavavêtinên mezin. Ji çalakiyên hewayî heta çalakiyên tîmên bi koordîne, ji çalakiyên xweberdana nav hêzên dijmin heta çalakiyên sûîkastê, ji çalakiyên serdegirtinê heta yên lêdan û sabotajê hêzên gerîla di hemû branşan da di nav çalakiyeke mezin de bûn. Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrîşên xwe zêde kir û li ser hêzên gerîla xwest bandoreke psîkolojîk çêke û berxwedana wan bişkîne. Dema ku mesele berxwedan be, tu hêz bi qasî gerîla nikare li ber xwe bide û dema ku berxwedan didome, artêşa tirk xitimî û êdî derbên giran xwar. Artêşa tirk bûn qurbanê şerê psîkolojîk ku wan bi xwe ava dikir û êdî stratejiya wan a bingehîn bû bicihbûna girên ku leşker danîbûn wir. Êdî li hemberî çalakiyên gerîlayan leşkerên xwe parastin. Dem bi dem li herêmên Qertel û Stûnê yên Avaşînê hin tevgerên herêmî kirin. Sedema van tiştan jî ev bû ku bala hêzên gerîla belav bikin û bicihbûna xwe zexm bikin. Lê heke vekişandinek pêk bihata wê nikaribûna têkçûna xwe veşartina. Ji ber vê li cihên ku bi cih bûne, qaleqolan ava dikin û hewl didin dora leşkerên xwe bigirin.

Dewleta tirk li hemberî berxwedana gerîla tevî hemû derfetên xwe jî bi ser neket. Neçar ma ku ji qadên Werxelê, Tabûra Ereba û Stûnê vekişe. Di vî şerê mezin de yê ku bi derfetên mezin li hemberî gerîla dikin, artêşa tirk gelek caran derbên giran xwaribû û vê carê jî têk çû. Gerîla dema ku li hemberî teknolojiya şer teoriya gerîlatiya serdema nû dida avakirin, hinek aliyên hevkarên dijmin ev tişt wekî hewldaneke beredayî û ne mumkun destnîşan dikirin. Encama şerê salekê îspat û delîla şênber e ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tiştên ne mumkun çawa bi ser xistiye. Gerîla rêya ber bi serkeftinê diçe û serkeftina taktîka wê bi pratîk û berxwedana xwe îspat kir. Êdî ne qalekol, ne teknolojiya şer û ne jî çekên kîmyewî dikare wan dagirkeran biparêze. Dema em çalakiya dawîn a salê dinihêrin, ev tişt bi rihetî tê dîtin. Artêşa tirk a li Girê Şehîd Mûnzûr a li Zapê ji aliyê gerîlayan ve di nava 10 deqîqeyan de ji gir hatin avêtin. Leşkeran li pey xwe mirî û teçhîzatên xwe hiştin û reviyan. Di vê operasyona şoreşger de tiştek bi hêzên gerîla nehat.

Wê encama teqez tu carî neguhere, wê serfirazî ya gerîla be, ji ber ku av paşpaşkî naherike.

Çavkanî: ANF

Ji eniya gerîla awirek li ser sala 2021’ê – 1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar