Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Erdogan re ji bo komkujiya kurdan destek tune ye

Dewleta tirk a dagirker ji bo kurd li herêmê negihîjin mafên xwe yên rewa, çi ji destê wê tê dike. Ji aliyekî ve li Soçiyê bi bloka Rûsya û Îranê re bazaran dike, ji aliyekî din ve jî di çarçoveya NATO’yê de bi Amerîkayê re ji bo di ‘herêma ewle’ de cih bigire hewl dide. Navenda hemû siyaseta dewleta tirk a dagirker bûye dijberiya gelê kurd. Ne tenê di nava sînorê siyasî yên Tirkiyeyê de, li hemû cîhanê li dijî kurdan ketiye nav tevgerê. Bi hemû dewletan re bi hêzên wekî DAIŞ û Cephet El Nusrayê re ketiye nav têkiliyan ku kurdan bê maf bihêle. Her çend tu berjewendiyên dewleta tirk di vê siyasetê de tune be jî lê desthilata Erdogan û Bahçelî ya li ser feraseteke faşîst xwe bi tevger kirine, bi israr vê siyasetê didomînin. Lê balkêş e heta niha ev hewldanên dewleta tirk li herêmê encam negirtine.

Rûhanî, Erdogan û Pûtîn di civîna li Soçiyê de gelek mijarên li ser Sûriyeyê nîqaş kirin. Di civîna Soçiyê ya sê alî de, gotinên hevbeş ên weke ‘yekitiya axa Sûriyeyê’ hatibe ziman jî gelek gotinên bi nakok hebûn. Bi taybetî di mijara armancên Erdogan, Rûhanî û Pûtîn de yên ‘herêma ewle’ û Idlibê de siyaseta wan a cuda derketin pêş. Îran di civîna berî niha ya di 7’ê îlona 2018’an de li Tehranê pêk hatibû de helwesteke aşkera nîşan da ku ew dixwazin êrîşeke dijwar bibin ser komên li Idlibê bi cih bûne. Lê helwesta Rûsyayê wê demê cuda bû dixwest bi Tirkiyeyê re li ser peymanên berê yên di warê siyasî û aborî de, di mijara Idlibê de li hev bikin.

Li ser nelihevkirina Tehranê jî li ser Idlibê peymana Soçiyê li hev kirin. Li gorî vê pêymanê diviya ku li Idlibê heta serê sala 2019’an bi qasî 20 km herêmeke bêçek bihata avakirin û rêyên M4, M5 ên navdewletî yên Şam-Heleb-Latkiyê biketina bin serweriya rûsan. Lê Tirkiyeyê ev şertên peymanê pêk neanî. Berovajiyê vê yekê koma Heyet Tahrir El Şam a ji aliyê Tirkiye û Rûsyayê ve wek terorîst hatibû qebûlkirin, ev herêma ku diviyabû bihata bêçekkirin, xist bin serweriya xwe. Ev hemû planên Rûsyayê yên ku spartibûn Tirkiyeyê hilweşandin. Dewleta tirk ji aliyekî ve ji bo jinavbirina komên radîkal bi Rûsyayê re peymanan mohr dike û ji aliyekî din ve jî alîkariya xwe ya ji bo wan koman zêde dike.

Ji nû ve beşdarkirina Îranê ya civînên li ser Sûriyeyê nîşan da ku Rûsya armanca xwe ya bi rêya Tirkiyeyê ji bo jinavbirina komên radîkal nikare pêk bîne. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe ya li Soçiyê de hem peymana Idlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de red kir û hem jî li dijî ‘herêma ewle’ ya Tirkiye dixwaze derket. Rûsya li dijî ‘herêma ewle’ be jî dixwaze li gorî peymana Edeneyê ya di navbera Enqere û Şamê de rêyeke ‘çareseriyê’ peyda bike. Ev rêya ‘çareseriyê’ ya Îran û Rûsyayê, serweriya rejîma Sûriyeyê li ser hemû herêmê ye. Lê heta niha Tirkiye amade nîne ku ev yek qebûl bike. Gotina Erdogan a ‘Suriye ya gelê Sûriyeyê ye’ ev nîşan dide.

Di civîna li Soçiyê de nakokiyên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê zêde bûn. Lê Îran û Rûsyayê heta hilbijartinên herêmî şensekî din da Erdogan. Ev şens nayê wateya bêdengiyeke temam li Idlibê. Hem Rûsya hem jî Îran wê êrîşên xwe li ser Idlibê bidomînin. Serkeftina Erdogan heta hilbijartinan êrîşek li ser herêmên dagir kiriye pêk nayê. Ev jî demkî ye.

Ji aliyêkî din ve jî Erdogan ji bo ku bi navê ‘herêma ewle’ di bin sîwana parastina Amerîkayê de bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike xebatên dîplomatîk didomîne. Ji bo wê jî bi welatên Ewropa û Amerîkayê re bazareke piralî dike. Wekîlê Pentagonê Patrick Shanahan berî here civîna NATO’yê ya li Berlînê ji rojnamevanan re axivî û got ku ew plan dikin ku li Sûriyeyê ‘yekîneyên çavdêriyê’ bi cih bikin. Ev jî dê ji koalîsyona li dijî DAIŞ’ê pêk were. Ev daxuyanî armancên Erdogan ên ‘herêma ewle’ hejand. Diyar dibe ku Erdogan di siyaseta xwe ya komkujiya kurdan de nikare hevkaran peyda bike û her diçe tenê dimîne. Çareya Erdogan devjêberdana ji siyaseta faşîst e, lê ev jî pir dûr xuya dibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar