Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji Filistînê re banga aştiyê ji kurdan re tezkereya şer

Di van rojên ku li dijî Filistînê êrîşên dijwar pêk tên û herêma Xezayê Filistînê ji alî Îsraîlê ve bi dijwarî tê bombekirin, biçûk û mezinên rayedarên dewleta tirk tev banga aştiyê li Îsraîlê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê aşkera dikin.

Li kolanên bajarên Tirkiyeyê ji Stenbolê bigire û heta Amedê gelek kes daketin kolanan û êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û daxwaza şer rawestandinê kirin.

Lê di heman rojê de li meclisê tezkereya şer a li dijî kurdan 2 salan hate dirêjkirin. Tezkereya şer a ku ji alî desthilata AKP-MHP ve hate pêşinyarkirin ji alî partiyên din ên qaşo muxalefetê jî hate destekirin.

Tenê partiya Çepên Kesk û CHP’ê li dijî tezkereya şer dengê ‘na’ bikar anîn lê tezkere di meclisa tirk de hate qebûlkirin û 2 salên din hate dirêjkirin.

Durûtiya mezin

Tiştê ku bala mirov dikişîne ew e ku rayedarên vê dewletê êrîşên Îsraîlê wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê binav dikin.  Lê heman rayedar her roj fermana kuştina kurdan didin. Tenê di navbera 5 û 9 cotmehê de 104 êrîş li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Di van êrîşan de 2 nexweşxane, gelek stasyonên elektrîk û avê û gelek stasyonên petrol û gazê hatin hedefgirtin. Armanca wan êrîşan ew bû ku gelê herêmê bê av, bê elektrîk û bê gaz bihêlin, dixwest şert û mercên giran ên jiyana gelên herêmê dijwartir bikin. Dixwestin wan ji cih û warên wan bikin.

Ma gelo ev êrîş jî ne sûcên şer û sûcên mirovahiyê ne. Ma hiştina gelekî bê av û bê elektrîk ne sûcê şer e.

Şermezarkirina Îsraîlê

Duh li Amedê jî hin derdorên qaşo misilman bi serkêşiya hizbulahê xwepêşandan pêk anîn û êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê şermezar kirin. Ew kesên ku di salên 90 de ji dewletê re tetikçîtî dikirin û welatparêzên kurd dikuştin, îro jî li gorî dilê desthilatê tevdigerin û qaşo piştgiriya xwe ya bi Filistînê re nîşan didin.

Lê her kes dizane ku ew ne ji bo misilmaniyê û ne ji bo insanetiyê vê çalakiya xwe dikin. Heke piçekî wijdan û insaniyet bi wan re hebûna wê beriya niha ji bo birayên xwe yên kurd ên Rojava ku sûcên şer li dijî wan tê kirin rabûna ser piyan û çalakî bikirina.

Çima hûn ji bo gelê Filistînê aştî û çareseriyê dixwazin lê çima hûn ji bo gelê xwe heman tiştî naxwazin. Hûn ji bo qirkirina gelê kurd tezkereya şer 2 salên din dirêj dikin û bang li dinyayê dikin ku piştgiriya gelê Filistînê bike.

Heke bi rastî hûn çareseriyê dixwazin

Dest ji vê durûtiya xwe berdin û heke bi rastî hûn aştî û çareseriyê dixwazin ji bo hemû Rojhilata Navîn bixwazin. Ne tenê ji bo welatekî. Heke hûn bi rastî aştiyê dixwazin pêşî ji ba xwe dest pê bikin. Rêya aştî û diyalogê li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd vekin. Kengî we pirsgirêka xwe çareser kir wê gavê hûn dikarin bang li xelkê jî bikin ku wekî we bikin. Lê siyaseta we herdem wekî ya melayên sextekar e ku dibêjin bi ilmê min bikin lê bi emelê min nekin.

Nûçeyên Têkildar