Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ji gerîlayan operasyona şoreşgerî: 30 leşker hatin kuştin

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî artêşa tirk operasyoneke şoreşger pêk anîne û di vê operasyonê de 7 kozik, 3 stare bi temamî hatine rûxandin û bi kêmanî 30 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê çalakiyên gerîlayan de agahî parve kir.

HPG’ê diyar kir ku roja 23’yê tebaxê artêşa tirk li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê ya Medyayê operasyonek dane destpêkirin, hêzên wan bi berxwedaniyeke dîrokî bersiv dane û ev agahî parve kir: “Ji destpêka tevgera dagirker û vir ve hêzen me derbên giran li artêşa TC’ê ya dagirker dane û bi Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ve berxwedana dîrokê hatiye asteke bilind.

Bi vê çarçoveyê bi wesîleya salvgera şehîdbûna hevrê Şehîd Bêrîtan bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê roja 25’ê cotmehê saet di 14.00’an de li ser Girê Konferansê û Sîserê ku artêşa TC’ê ya dagirker lê bi cih bûbûn ji 8 baskan ve operasyoneke şoreşger hatiye kirin. Kozik û strayên dijmin ên li Girê Konferansê û Sîserê ketine ber guleyên hêzên me û bi giyanekî mezin ê çalakiyê ketine nav kozikên dijmin. Hêzên me ketine nav kozik û strayên ku dijmin lê bû, 7 kozikên dijmin ên li Girê Konferansê û 2 stare hatine rûxandin, li Girê Sîserê jî stareyeke dijmin bi temamî hatiye rûxandin. Hêzên me bi di operasyona şoreşger de yek bi yek hêzên dijmin rûxandine, bi kêmanî 30 leşkerên dijmin kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî van çalakiyan artêşa TC’ê ya dagirker qad daye ber obûs, hawan û çekên giran.

Dema van çalakiyan de 4 hevrêyên me yên ku li dijî dijmin bi lehengî şer kirin û bi fedayî çûne ser kozikên dijmin, şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.”

Li Şemzînanê çalakî

Her wiha HPG’ê ragihand k udi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 24’ê cotmehê hêzên wan kepeçeyeke zirxî ya artêşa tirk k udi navbera qereqolên Mêrgê û Museka ya Şemzînanê ya Colemêrgê de, rê çêdikirin bûye hedef û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Derbeke serkeftî li kepçeye hatiye xistin, bi temamî hatiye rûxandin û tespitbûyî leşkerek dijmin hatiye kuştin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar