Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin:
“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
7’ê tebaxê saet 10:00 û 13:20’an de li Qada Berxwedanê Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.
7’ê tebaxê saet 15:30’î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
8’ê tebaxê saet 10:50, 12:45 û 15:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û 3 caran derb li wan hate xistin.
8’ê tebaxê saet 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin
8’ê tebaxê saet 20:30’an de helîkopterên êrîşê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombe kirin. Dema ku helîkoptereke Skorsky xwest xwe deyne û helîkoptereke êrîşî, bû hedefa hêzên me. Her du helîkopter jî neçar man ji qada berxwedanê dûr bikevin.
Herêma Zapê;
7’ê tebaxê saet 07:00’an de dema ku kepçeyekê hewl da çeperên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîne, bi çekên giran li kepçeyê hate xistin û xebata kepçeyê hate sekinandin.
9’ê tebaxê saet 06:30’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dema dagirker dimeşiyan, bi çekên giran li wan hate xistin.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
Di 6 û 7’ê tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekeê, Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê, qada gunê Şêlazê yê Metînayê carekê, bi giştî 3 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.
Di 6 û 7’ê tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopteran hate bombekirin.
Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatin bombekirin.”