Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji gerîlayên li Heftanînê re: Hûn hêviyên pir mezin ên gelê me ne

Di van rojên dijwar a Cenga Heftanînê de nameyeke ku ji aliyê Fermandara YJA Starê ya Heftanînê Batufa Çekdar ve hatiye nivîsandin cewherîbûna jiyana gerîlayan nîşan dide. Hevoka destpêkê nîşan dide ku hêza Cenga Heftanînê di rastiyê de ji hevaltiya wan a mezin tê. Di gotina pêşîn de fermandara gerîla Batufa Çekdar dibêje; “Hûn hêviyên pir mezin ên gelê me ne. Gelê me yê ku di nava pencên qirkirina faşîzmê de ye. Hûn şervanên Rêbertî yên xwedî vînekî ji pola ne.”

‘Di her kêliyê de bi disîplîn bin’ 

Fermandara YJA Starê Batufa Çekdar di namaye xwe de hezkirina xwe ya ji bo hevalên xwe dinivîsîne û dibêje; “Pêşî we hemûyan bi hezkirin û bêrîkirin silav û hembêz dikim. Em her dem rewşa we meraq dikin. Ev demeke dirêj e dijmin giranî dide tevgera hewayî, ji ber vê divê hûn di vê mijarê de hişyar bin. Ji bo xatirê Rêbertî û nirxên hevaltiyê kêliyek tenê jî ji disîplîn û tedbîrên xwe yên ewlekariyê sist nekin. Ji bo em kîna xwe bi xurtî li hember dijmin wergerînin çalakiyên tolhildana hesap xwestina îşkenceya li Îmraliyê û hemû şehîdên leheng divê hûn gelekî baldar bin. Heke şahadeteke me hebe jî divê em bi xwe cîhê wî hilbijêrin. Jixwe yek ji qelîteya şoreşgertiyê ew e ku cîhê lê şehîd bibe ango xwe feda bike rast hilbijêre.”

‘Hûn şervanên Rêbertî yên xwedî vînekî ji pola ne’

Fermandara gerîla Batufa Çekdar di hevokên xwe yên pêşîn de girîngiya Cenga Heftanînê û gerîlayên wê yên berxwedêr dinivîsîne û dibêje; “Hûn hêviyên pir mezin ên gelê me ne, gelê me yê ku di nava pencên qirkirina faşîzmê de ye. Hûn şervanên Rêbertî yên xwedî vînekî ji pola ne. Lewra dizanin hûn ê her bi vê baldarî û bi vî ruhî tevbigerin. Cengawerên Cenga Heftanînê, wê dîrok van rojan xurt binivsîne. Cenga Heftanînê hem di nava gel de hem jî di nava hêza me ya berxwedêr de, her cihî de hêvî manewiyateke xurt ava kiriye. Hûn her kêliyê hezkirin û hêviyên bi milyonan dayikan û bi hezaran hevalên li gel xwe hîs bikin û wisa zanibin ku Rêbertî we hîs dike. Me tevan hîs dike lewra divê her hevalek xwe bedelê artêşekî bibîne. Dizanin, zivistane û sermaye, zehmetiyên wê jî pirin.”

‘Divê em bi nêrînên Serokatî li rastiya şer û jiyanê binêrin’

Fermandar Batufa Çekdar di dewama nameya xwe de ruxmê zivistana sar îradeya ji pola ya gerîlayan dinivisîne û wiha didomîne: “Belê ev zivistan zivistaneke zehmet e. Lê dil û manewiyata me jî xurt e. Em ê xwe bi coşa serkeftina çalakiyên xwe yên di şopa Bêrîtan, Rûbar, Berfîn, Dilovan û hemû cengawerên şehîd ên Cenga Heftanînê xwe germ bikin. Dizanim hûn jî bi van hestan dijîn ji ber em hemû xwedî ruhekî bi armancên mezin ve girêdayîne. Divê em bi nêrînên Serokatî li rastiya şer û jiyanê, li her tiştî binêrin. Dema ku Rêbertî dibêje; ‘Hûn nedizanin li gorî şêwaza min şer bikin ne jî jiyan bikin’ divê em cidî li ser van mijaran lêhûr bibin.”

‘Di xeleka hezkirinê de parastî bin hevalno!’

Di dawiya nameya xwe de jî fermandara gerîla Batufa Çekdar ev tişt anî ziman: “Belê hevalno; di van rojên pêş me de kar û xebatên girîng li pêş me hene. Em dizanin hûn jî xwe wisa amade dikin. Lewra divê hûn zanibin ku dijmin çavsor bibe û wê hewl bide her tiştî bike. Hewldan û çalakiyên we yên heta niha xweş û hêja bûn. Lê aliyên ku hûn lê baldar bin jî hene. Ev ruh û qabîliyeta we tevan heye ji we re serkeftinê dixwazim. Dil û mêjiyê me, ruh û hezkirina me bi we re ye. Di xeleka hezkirinê de parastî bin hevalno! Keçên xweşik û bedew ên Cenga Heftanînê. Bi rastî tola me jî mezin e. Divê wek Serok Apo dibêjê; ‘Gerîlayên xwoşewîst dil û mêjiyê xwe saxlem bigirin’ em bijîn û şer bikin.”

Çavkanî: Têkoşîn Axîn/HEFTANÎN-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar