Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya HPG’ê ya ya li ser mijarê wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
21’ê tebaxê saet di 17:00 de li qada Girê Katoyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin. Di çalakiyê de bi rengekî serkeftî li hedefên hatin diyarkirin, hat xistin.
Artêşa tirk a dagirker dema dawî li herêma Metînayê, obus û hawanan li bax û baxçeyên xelkê me yê başûrê Kurdistanê dibarîne, bi taybetî dema ku xelkê sivîl li herêmê ne vê yekê dike.
Li herêmên Avaşîn û Zapê;
21’ê tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban helîkopter geriyan.
21’ê tebaxê tunelên şer ê li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.
21’ê tebaxê saet di navbera 00:30-01:30’î de tunelên şer ên li qada Werxelê 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.
Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike.
21’ê tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li herêma Zapê qada Tîpa T bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.
22’ê tebaxê saet di navbera 03:00-03:30’î de li herêma Zapê qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hat bombekirin.” BEHDÎNAN