Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê

Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê berdewam in. Hat zanîn ku duh li Geverê 127 cerdevan ji bo ku di şer de bên bikaranîn birin herêma Zapê.

Êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin berdewam e. Şer û pevçûnên li herêmê 47 roj li pey xwe hiştin. Liv û tevgera leşkerî ya bejahî û hewayî ya li ser xeta sînor a Colemêrgê jî bênavber didome.

Di 31’ê gulanê de li Navenda Çandê ya Selahattîn Eyyûbî ya Gever a Colemêrgê bi ser navê “Perwerdehiya Ewlehiyê ya Cerdevanan” bernameyek hate amadekirin û bi sedan cerdevan beşdar bûn. Hat zanîn ku mufetîşeke ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatiye peywirdarkirin û cerdevanên herêma Colemêrgê yên tev li operasyonan bûne beşdarî bernameyê bûn. Li gorî agahiyan, di bernameyê de hewl dan ji bo êrişên derveyî sînor piştevaniya psîkolojîk bidin cerdevanan.

Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku di 30’ê gulanê de jî cerdevan di çarçoveya bernameyeke din de hatin ba hev. Di encama vê bernameyê de ji cerdevanên Colemêrg, Gever, Şemzînan, Rûbarok û Çelê lîsteyek hatiye amadekirin. Li gorî lîsteyê, dê cerdevanên Colemêrg û navçeyên wê her 45 rojan carekî bi navê nobetê beşdarî operasyonan bibin.

 127 Cerdevan birin Zapê

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku ji bo ku di şer de bên bikaranîn, duh bi giştî 127 cerdevanên ji Geverê ber bi herêma Zapê ve hatin şandin. Hat gotin ku cerdevanên ji Sêrtê jî bi wesayîtan anîn 34’emîn Fermandariya Tûgaya Şemzînanê û dê ji wir jî bi helîkopteran veguhêzin herêmên şer. Nehat zanîn bê ka cerdevanên ji Şemzînanê veguhêstîn herêma Oremarê ji wir ber bi ku de hatine şandin.

 Derûniya leşkeran xerab bûye

Têkildarî mijarê cerdevanekî ku nexwest navê xwe bide bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî û wiha got: “Ji me re gotin ku dê mehê carekê ji Colemêrgê 150 cerdevanan tev li operasyonê bikin. Ji ber şerê heyî derûniya leşkeran xerab bûye. Nikarin bi şev razên. Di şer de gelek ji wan tên kuştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar