Nêrgiz Mihemedî, Spîde Qulyan, Eliye Mutelîb Zade, Hestî Emîrî, Nuşîn Cehferî, Behare Hîdayet û Reha Eskerî Zade ku li Îranê girtî ne, bi nameyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li xwepêşandêran hatiye birîn kirin. Her wiha jinan di nameya xwe de bal kişand ser zextên li ser girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan.
Di nameyê de pêkanîna cezayê darvekirinê, weke binpêkirina mafê mirovan ê li Îranê herî dijwar tê pênasekirin û tê gotin ku beşek ji jinên girtiyên siyasî timî dibin gefa pêkanîna cezayê darvekirinê de ne.
Di nameyê de işaret bi dosya Spîde Kaşanî û Nîlufer Biyanî kirine ku ji derveyî îşkence û xistina di hucreyên yek kesî de, gelek caran gefa darvekirinê li wan hatiye kirin. Di nameyê de, tê gotin ku li hucreyên yek kesî dîmenên çawaniya darvekirinê nîşanî hin girtiyên siyasî dane.
Her wiha tê gotin ku Miryem Hacî Hisên, Mehweş Şehiryarî û Ferîba Kemal Abadî ku çend caran hewldane bi sûcariya’ Xeribiya li ser erdê’ werin cezakirin timî gefa darvekirinê li wan tê kirin.
Di nameyê de têkildarî girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan jî tê kirin û tê gotin ku tevî îşkeceya zêde ya ji ber sûcdariya “tevlibûna çalakiyên çekdarî” jî Celaliyan li ber xwe daye û mikurhatiya neçarî nepejirandiye. Her wiha qala jina şoreşgera kurd Şîrîn Elemhûlî ku di sala 2010’an hatî darvekirin jî tê kirin.
Van 7 girtiyên siyasî di dawiya nameya xwe de, li gel bertek û kîna xwe ya li hemberî pêkanîna cezayên darvekirinê û gefxwarina birîna vî cezayê anîne ziman û bang li raya giştî kirine ku li hemberî birîna vî cezayî li ser xwepêşanderên hatine girtin bibin xwedî helwest û bêdeng nebin.