Li Girtîegha Tîpa T a Duzceyê, komek girtî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, dewr girt. Girtiyan bi navbeynkariya malbatên xwe, banga xwedî derketina çalakiyê greva birçîbûnê û piştevahiyê li raya giştî kirin.
Girtiyan diyar kirin ku hevalên wan ên bi şewba vîrûsa koronayê ketine hene û ligel vê yekê jî çalakiya xwe dewam dikin û dan zanîn ku bergiriyên li dijî vîrûsê pir kêm in û her ku diçe vîrûs belav dibe.
Girtî Mehmet Salîh Ûlitaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê jî dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin û da xuyakirin ku çalakiya wan a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewam dike. EDENE