Girtiyê bi navê Îsa Îpeklî ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji 26’ê kanûnê ve di greva birçîbûnê de, bi nameyekê got ku heta tecrîd bi dawî dibe encam çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe bidomînin. Îpeklî diyar kir ku dê berxwedana wan bibe xelekek ji taca serkeftinê
Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin, didome. Greva birçîbûnê ya Guven di roja 123’yemîn de û ya li girtîgehan jî di roja 86’emîn de berdewam e. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, ji 1’ê adarê ve jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bû. Girtiyên di greva birçîbûnê de dibêjin ku encam çi dibe bila bibe heta ku tecrîdê têk dibin, dê çalakiya xwe bidomînin.
Yek ji van girtiyan jî Îsa Îpeklî ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kirirkkaleyê tê girtin e. Îpeklî ku ji 26’ê kanûna sala 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi nameyekê armanc û sedemên çalakiya xwe vegot. Îpeklî diyar kir ku di şexsê Ocalan de gelê kurd, aştî, pêkvejiyan û demokrasî tê tecrîdkirin.
Nameya Îsa Îpeklî wiha ye;
“Ez we hemûyan bi heyecan û coşa berxwedanê silav dikim.
Bi rêya nameyekê jî be ez dixwazin sedem û armancên çalakiya xwe bi we re parve bikim.
Ez Îsa Îpeklî. Di sala 1978’an de li Sêwerek a Rihayê ji dayik bûm. Ev 10 salin di girtîgehê de me. Bi îdiaya ‘endamtiya PKK’ê’ û ‘bi zexta çekê parçekirina sînorê Tirkiyeyê’ hatim darizandin û cezayê muebbetê li bin birîn.
Di sala 2012’an de jî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê hatibû destpêkirin, bûm. Dibe ku pirsa sedema çalakiyê bê kirin. Em dikarin bibêjin; weke gelê kurd, me di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê ya 40 salên dawî de bedelên gelek giran dan û em didin. Li hêlekê di şexsê Rêber Ocalan ku gelê me weke rêber qebûl kiriye 40 milyon kes tên tecrîdkirin, li hêlekê hewla tunekirina dahatûya gelê me tê dayin û her wiha hewl didin ku bi rêya faşîzmê çong bi gelên Mezopotamya û Anatoliyayê bidin şikandin. Tifaqa AKP-MHP’ê di nava 4 salên dawî de bi vê rêyê Tirkiye veguherandiye girtîgehê. Hewl didin ku civakekî yektîp ava bikin. Ji roja destpêkê ya tecrîdê heta niha bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî xistin girtîgehan. Bajar û navçeyên me hatin rûxandin û şewitandin. Zîhniyeta faşîst a ku ev yek têrê nedît, li derveyî sînorên TC’ê jî bi awayeke zalimane êrîşî gelên berxwedêr kir. Bi awayekî taybet li welatê me û bi giştî jî li Rojhilata Navîn, yek jê sedemên krîza heyî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me ye. Ango sedem, tecrîdkirina zimanê çareserî, aştî û pêkvejiyanê ye.
Wê demê em ê vê pirsgirêkê çawa çareser bikin? Ger ku em pêvajoya di navbera salên 2012 û 2015’an de bînin bîra xwe, ji xwe wê demê bersiva vê pirsê derdikeve holê. Di dema pêvajoya diyalogên bi Rêbertiyê re pêşî li demokrasiyê vebû û gelên me derfet dît ku bi rêyên cuda daxwazên xwe bînin ziman. Hêviyên aştiyê yên gelan roj bi roj mezin dibûn. Weke ku di vir de jî tê dîtin, di şexsê Rêbertiyê de azadî, wekhevî û aştî tê tecrîdkirin. Bi dawîbûna tecrîda li Îmraliyê re dê rê li ber gelek geşedanên nû vebibe.
Di demekê ku roj bi roj em ber bi tarîtiyê ve diçin, temaşekirin û gazinc têrê nake. Fedekarî û lehengiya heval Leyla ji bo min jî bû weke bangawaziyekê. Di serdemên pir zehmet ên têkoşîna azadî û demokrasiyê de me gelek caran şahidiya lehengiya jinên azad kiriye. Ji bo ku berê gelên me yên ku ber bi tarîtiyê ve diçûn li ronahiyê vegerîne, tevî nexweşiya xwe jî heval Leyla bedena xwe da ber mirinê û bang li wijdana her kesê ji xwe re dibêje ez mirovim kir! Vê yekê ne bi gotinan, bi helandina bedena xwe pêk tîne!
Weke minêkarekî azadiyê min jî xwest ku tev li karwanê berxwedanê yê ku heval Leyla daye destpêkirin bibim û ez jî tev lê bûm. Lê mîna ku heval Leyla jî destnîşan kir, gelo ma em ê heta kengî vê rêhevaltiya xwe ya têrneker bidomînin? Ger ku heta îro tecrîd di vê astê de bidome, sedema wê rêhevaltiya me ya têrneker e. Êdî dibînim ku em nikarin bi vî awayî bijîn. Bi bendewariya ku kesek were me rizgar bike re, em nikarin azad bibin.
Em ji TC’ê tiştekî pir cuda naxwazin. Mixabin tenê daxwaza me ew e ku qanûnên xwe yên neadil, pêk bînin. Her çiqas tiştekî trajîk jî be, em ji dewleta ku îdia dike bi hiqûqê tê birêvebirin, li gorî qanûnên xwe tevbigere. Em ketin grevê lê tu armanc û daxwazên me yên şexsî nînin. Em ji bo pêngava yekemîn a ku dê rê li ber demokrasî û azadiyê veke ango rakirina tecrîdê ketin greva birçîbûnê.
Ji saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî daxwaza me ew e ku zextê li dewleta TC’ê bikin da ku li gorî hiqûqê tevbigere.
Ji bo ku bêhtir êş neyên kişandin, ji gelê me jî daxwaza me ew e ku xwedî li berxwedêrên xwe derkeve. Gelê me biyaniyê van berxwedanan nîne. Em jî ji çanda berxwedêrên ku di gotin; ‘Em bi qasî di oxira wê de bimirin, ji jiyanê hez dikin’, ‘li kêla gora min binivîsînin, deyndar e’, ‘xweziya ji bilî canê min tiştekî din hebûya da ku min bikariya bida’ û em ji çanda berxwedanê yên ku di gotin ‘encam çi dibe bila bibe dê muhteşem be’ tên. Ji ber vê yekê jî coş û moralê me di cih de ye.
Em weke kesên azadîxwaz, ji sepanên faşîzmê wêrektir û bihêztir in. Ji ber ku em mafdar in û dê biserkevin.
Dîroka gelê me bi berxwedanê hatiye nivîsandin û tê nivîsandin. Ev berxwedana me jî dê bibe xelekek ji taca serkeftinê. Dawiya çi dibe bila bibe em ê biserkevin.
Divê neyê jibîrkirin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome.
Bi vê baweriyê e silav û hezkirinên xwe ji we re dişînim.”