Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji girtiyan peyam: Ji bo me navê jiyanê Rêber Apo ye

Girtiyên li Girtîgeha Jimar 2 ya Kandirayê bi nameyekê diyar kirin ku ji bo wan navê jiyanê Ocalan e. Girtiyan diyar kir ku divê têkoşîn tenê li ser milê girtiyan û malbatên wan neyê hiştin û daxuyandin ku li dijî faşîzmê divê têkoşîneke xurt bê dayîn

Girtiyên bi navên Saddetîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş ên ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Kandirayê tên girtin, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan 71 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ji MA’yê re name şand. Di nameyê de girtiyan destnîşan kir ku dê çalakiya wan bi israr bidome û armancên çalakiya xwe vegotin.

Nameya girtiyan bi gotina Ocalan a ‘Derveyî rastiyê kes ji mirinê xerabtir dike’ dest pê dike. Di berdewamê de jî girtiyan diyar kir ku dewleta tirk dixwaze di şexsê Ocalan de gelê kurd û Rojhilata Navîn tecrîd bikin. Girtiyan daxuyand ku di şexsê Ocalan de dixwazin daxwaza azadiyê û têkoşînê ya gelan tasfiye bikin û name wiha didome: “Dixwazin xeta berxwedanê teslîm bigirin. Divê mirov polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê bibîne. Nedîtina vê ne mimkûn e û derveyî rastiyê ye. Ji ber vê yekê divê mirov nêzîkatiyeke wiha qebûl neke. Em ê li dijî vê nêzîkatiya dijminane ku me tune dihesibîne ya em ê bi ser bikevin û ya em ê bi ser bikevin. Divê em bi vê şîarê tevbigerin.”

‘Divê em li dora Rêbertiyê bibin xelek’

Di berdewamê de jî girtiyan bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di roja 110’emîn de berdewam dike û ev tişt destnîşan kir: “Hevala Leyla bû pêşenga me. Berxwedana wê xwedî wijdan û rûmetê ye. Berxwedan û meşa herî bi bandor a li dijî vê rejîma faşîst e. Yê ku giyan û azadiyê dide me û hezkirina civakeke rast ava dike, Rêber Apo ye. Divê em li dora Rêber Apo bibin xelek û li ber xwe bidin. Heqîqet, jiyana azad, Rêbertî û evîna azadiyê xwedî girîngiya hurmetê ye.”

Azadiya Ocalan

Girtiyan daxuyand ku azadiya Ocalan ji nan û avê girîngtir e û wiha domand: “Ji ber ku faşîzm dixwaze bi dîlgirtina Rêber Apo, pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê pêl bi pêl li hemû qadên civakî belav bike. Gava ewil a pêkanîna aştî û azadiya civakî, bi parçekirina pergala tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê pêkan e. 20 salin ku di şexsê Rêbertiyê de li ser gelê kurd teslimiyet tê ferzkirin. Dibe ku bi fîzîkî Rêber Apo dîlgirtî be lê nekarîn giyan û fikrên wî dîl bigirin. Berevajî vê yekê 20 sal in Rêber Apo li gel derfetên kêm û şertên kêm jî bi qasî ku bi derziyê bîrê bikole fikir û felsefe afirandiye û bandora xwe li ser hemû herêmê û siyaseta cîhanê kiriye. Faşîzma TC û AKP-MHP’ê bi desteka hêzên hegomonîk ên navdewletî dixwaze ramanên Rêber Apo ku ji Îmraliyê derkevin asteng dike û bi gotina wan ji xwe re wek meseleya ‘bekayê’ dibînin û li dinihêrin. Lê dê tu caran nekarin pêşiya ramanên heqîqetê bigirin. Paradîgma Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo, ji bo hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn paradîgmayeke sereke ye. Wê mirovahî bibe şahid ku kes nikare bikeve pêşiya Pergala Neteweya Demokratîk a ku dê bibe jiyan.”

‘Navê jiyanê ji bo me Rêber Apo ye’

Nameya girtiyan wiha berdewam dike:

“Rêber Apo bi tenê nîne. Li dijî wî, pêkanînên derveyî exlaqî û hiqûqê ku li tu devereke cîhanê mînakên wê nînin, pêk ten. Rêber Apo, paradîgma û felsefe ye. Bi sekna xwe ya azadî, exlaqî û polîtîk ji gelên bindest re bûye hêviya azadiyê û bûye remz û wijdaneke civakî ye. Ew bûye giyana azadiyê. Ew bûye dermanê gelê hatiye bêdengkirin, dengên bindestan û êşan. Ev remza azadiyê û parazvanê gelê xwe êdî divê dîlgirtî nebe. Tecrîdkirin û îşkenceyeke wiha nayê qebûlkirin. Pêkanînên salên dawî îşkence derbas kiriye û raste rast dixwazin Rêber Apo bi awayeke zindî bişînin mirinê.

Em weke çalagerên li zîndanan beriya her tiştî dibin şervanên hestewar ên Rêber Apo û li dijî ferzkirinên teslîmgirtinê li ber xwe didin û em fêrî helwest girtina li dijî koletiyê û kirêtiyê bûn. Me beden û jiyana xwe danî holê û me li dijî vê împaratoriya derew, bêperwa, zilm û îşkenceyê helwesta xwe nîşan da. Ev helwesta şervaniya heqîqetê, kesayetiya azad û civaka azad e. Ev helwesta li dijî rastiyê nejiyîn an jî paratîka li gorî wezîfeya demê ye. Li şûna jiyaneke bêserokatî, bêheqîqet û bêevîniyê be, sekna herî bi rûmet a bi berxwedana mirinê helwest nîşandayînê ya xwe li rûyê bêrûyan dide ye.

Wek pêşeng Kemal Pîr got ‘Em bi qasî ku di oxira wê de canê xwe bidin, ji jiyanê hez dikin’ Em jî weke şopdarên wan dibêjin ku navê jiyana îro Rêber Apo ye. Em jiyaneke bê wî qet qebûl nakin. Yên bêserokatî, bêrûmetiyê li me ferz dikin dibêjin; hûn nikarin me ji Serokatiya me û rûmeta me bikin. Hûn nikarin ruhê şoreşgerî yê Rêber Apo di me de daye afirandin hilweşînin. Dixwazin me jî bikin bêwijdan û vê dîlgirtin û tecrîdê fêrî me bikin. Lê em qet fêrî vê dîlgirtin, tecrîdkirin û îşkenceyê nebûn û em ê nebin jî. Ev berxwedana me şahidiya vê yekê ya herî şênber e.

Dê çalakiya me bi israr berdewam bike. Li derve, zindaneke mezin hatiye çêkirin. Gelên me, heval û dostên me yên di nava vê zindanê de ne werin em li govenda ku me li derdora Rêber Apo hûnandiye, geş bikin. Werin di berxwedana ji bo Rêber Apo de mil bidin milê me. Werin berxwedana me bikin berxwedana xwe. Vê wezîfeyê tenê li ser milên malbatên girtiyan nehêlin. Berxwedan ji wezîfeyekê wêdetir mafek e û xwedî li vî mafê xwe derkevin. Dibe ku faşîzmek giran hebe. Lê divê dengek xurt li dijî vê faşîzmê bilind bibe. Di vê pêvajoyê de heke em dil û berxwedana xwe bikin yek em ê dawî li zextan bînin. Berxwedana me êdî gihiştiye merhaleyeke pirr krîtîk. Dibe ku her kêlî şehadet pêk werin. Ji ber vê yekê jî her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im û alîgirê demokrasî û azadiyê divê bêyî dereng bimînin çi tişta dikeve ser milê wan bikin. Êdî roj roja xwedî derketina Serokatiyê ye û roj roja berxwedana azadiya Serokatiyê ye. Divê em her qadê bikin qada berxwedana azadiya Rêbertiyê. Em bi biryar in û em ê teqez vê zîhniyeta tecrîdê ku li me ferz dikin bişikînin. Hêviyên me yên serkeftinê ji her demê bêhtir xurtir in. Soza em ê layiqî Serokatiya xwe, şehîdên xwe, gelê xwe û hevrêyên xwe bimînin dubare dikin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar