Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji girtiyê di çalakiyê de agahî nayên girtin

Ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Bahtiyar Hasan Kemal ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin, agahî nayên girtin. Her wiha hat zanîn ku ji poz û guhên girtiyên din ên di çalakiya grevê de ne jî xwîn tê

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya koma destpêkê ya girtiyan ku di 16’ê kanûna sala 2018’an de hatibû destpêkirin, 90 roj li pey xwe hişt. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyên bi navên Bahtiyar Hasan Kemal, Azîz Sokemen, Şahîn Oncu, Cîhan Tamur û Bariş Kahraman di 16’ê kanûnê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Bahtiyar Hasan Kemal di sala 1982’yan de li bajarokê Ranya ya başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî ku Kemal dest bi greva birçîbûnê kir, rêveberiya girtîgehê Kemal xist hucreya yekkesî. Kemal ji wê rojê ve nikare bi hevalên xwe re hevdîtinê bike û herî dawî 2 hefte berê bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku nexweşiya roviyan a Kemal heye û heta niha 16 kîlo zeîf bûye.

Moralê çalakvanan li cihe

Hat zanîn ku daxwaza ‘bila girtiyekî bidin cem Kemal’ bi hinceta ‘li dijî mevzûatê ye’ hate redkirin. Ev 2 hefteye parêzer û hevalên Kemal agahî jê nagirin. Ji girtiyên di çalakiyê de Şahîn Oncu ku nexweşiya dil pê re heye di hevdîtina xwe ya dawî ya bi malbata xwe re anî ziman ku heta daxwaza wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. Malbata Oncu got ku moralê wî li cihe.

Ji guh û pozê girtiyan xwîn tê

Hat zanîn ku di bedena Cîhan Tamur de jî birîn çêbûne. Her wiha ji guh û pozê Tamur xwîn tê. Tamur ê nexweşiya gurcikê jî pê re heye, 40 roj in ji îdrara wî xwîn tê. Di devê Tamur de jî birîn çêbûne û greva birçîbûnê bi biryardarî didomîne. Hat zanîn ku Azîz Sokemen û Bariş Kahraman jî germa laşê wan zêde bûye û ji dev û pozê wan xwîn tê. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar