Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ji HDP’ê pakêta tevdîrên ji bo vîrûsa koronayê

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan pakêta tevdîran a Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê aşkera kir.

Buldan bi rêya peyama vîdeoyê ya partiya xwe daxuyanî da û qala van tiştan kir:

“* Di warê vîrusa koronayê de divê hikûmet bi awayekî zelal û aşkera civakê agahdar dike.

* Divê nexweşxaneyên berê wekî navendên karantînayê werin dîzaynkirin.

* Divê hemû hemwelatî bêpere karibin testa vîrûsa koronayê bike.

* Derman û alavên tendirustiyê divê bi awayekî belaş bigihînin ber destê kesên rîsk li ser wan hene, kesên li ser 50 salî, penaber û koçberan.

* Tesîsên civakî yên di destê saziyên dewletê û şaredariyan de divê wekî navendên karantînayê ji nû ve werin dîzaynkirin.

* Divê xizmetên tendirustiyê bêpere werin dayîn.

* Divê heqê dermanbûnê, heqê dermanan belaş bin û para tevkariyê ji van kesan neyê stendin.

Di warê hiqûqî de jî divê ev tişt werin kirin;

* Nexweşên kal, pîr, zarok û jinên xwedî zarok divê bi lez werin berdan.

* Divê mafê girtiyan a bi telefonê divê neyê taloqkirin. Mafê wan ê derketina hewşikê divê her roj were kirin.

* Li hemû girtîgehan divê maske û alavên hîjyenê belaş werin belavkirin.

* Divê parêzer karibin bi muwekîlên xwe re bicivin. Divê kontrolên tendirustiyê bi awayekî bi pergal were kirin.

* Divê hemû girtîgeh werin valakirin û girtîgeh bibin navenda karantînayê.

Di warê ekonomiyê de pêşniyar û fikrên me wisa ne;

* Di vê pêvajoyê de divê derxistina ji kar were qedexekirin.

* Kesên rîsk li ser wan hene, nîşanên wan ên nexweşiyê hene û nexweşiyên wan ên kronîk hene divê destûra bi pere ji wan re were dayin.

* Dê û bavên ku dixebitin divê teqez destûr ji yekî/ê re were dayin.

* Hemû bêkar divê sûdê ji fona sîgorteya bêkariyê werbigirin.

* Divê dayina fatûreyên av, gaz, ceryan û înternetê werin sekinandin.

* Divê dayina kirêyan di vê pêvajoyê de were sekinandin.

* Divê hemû krediyên bankeyan bi awayekî bê faîz were pêkanîn û were taloqkirin.

Em bang li meclisê jî dikin ku divê hemû qanûnan deynin aliyekî û meclis li ser vîrûsa koronayê bicive. Em weke HDP’ê amade ne. Berpirsyariyeke dîrokî li pêş meclisê ye. Divê bi beşdariya rêxistinên civakî û pîşeyan civîneke bi lez were lidarxistin.

Em bang li gel jî dikin, heta ku ne mecbûrî be ji malên xwe dernekevin. Em nizanin ev pêvajo wê heta kengî bidome. Em bang li gelê xwe dikin ku bila xurekan ji xwe re peyda bikin.

Desthilatdarî di warê tevdîran de dereng maye, mixabin hê jî tu planeke cidî tune ye. Meclisa me ya ciwanan û hemû endamên HDP’ê di vê pêvajoyê de divê van tiştan ber çavê xwe û alîkariyê bide her dera Tirkiyeyê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar