Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

‘Ji HDP’ê re erê’ lê..!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Em bînin bîra xwe, ew gotina ku pir caran û demek dirêj diket rojevê; ‘ji PKK’ê re erê lê ji Ocalan re na’. Ma gelo niha jî dibe ku ketibin nav hewladanên ji bo bibêjin ‘ji HDP’ê re erê lê ji PKK-OCALAN re na!?’

Ev gotin, helbet jixweber nediket rojevê, dema ku ji xwe re pêdivî didîtin dixistin rojevê. Kî? Bêguman dewletên hegemon, belê bi destê dewleta tirk siyaset didan meşandin.

Cara dawî berî çend salan, hinek rayedarên amerîkî, ev fikir û siyaseta bi heman naverokê, belê bi navekî din dîsa derxistin pêş û bi dengekî bilind dan çapemeniyê. Ev guherandin vê carê wisa bû: Bi taybetî, di kanûna 2018’an de navê hinek pêşengên PKK’ê destnîşan kirin û ji bo tunekirina wan, pereyekê mezin; bi milyonan dolar xelat danîbûn!

Yek ji wan, nûnerê taybet ê Sûriyeyê ku bi dostayiya dewleta tirk dihat naskirin James Jeffrey, digot; “ez ê PKK’ê bi rêya PYD’ê hilweşînim” û hwd. Xwedêgiravî bi vê gotinê ve, hem polîtîkaya dewleta xwe dubare radigihand û hem dilê dewleta tirk jî xweş dikir.

Erê dibe ku were gotin ev ne siyasetek nû ye, ji berê jî de hebû. Rast e lê divê em ji bîr nekin, di dîrokê de, rola du mijaran gelek girîng e, di pêşkeftin an paşvehiştinan gelan û civakan de. Yek jê bîrdozî ye, ya din jî xiyaneta navxweyî ye. Eha hêz û dewletên desthilat û dagirker jî van mijarên sereke, hinekî li gorî serdeman reng û navên wan diguheze û weke siyasetek nû yan nûjen pêşkêş dikin û didin meşandin.

Piştî van daxuyaniyan, êrîşên xedar ên dewleta tirk, hem li Başûr hem li Rojava girantir bûn. Jixwe dagirkirina Cerablûs, Bab, Ezaz û wan herêmên derdorê hatin jibîrkirin, lê edî bi dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Grê Spî jî ranawestan, hewl didin ku êrîşî ser bajarên din jî weke mînak Minbic, Kobanê û hwd. bikin. Jixwe ew êrîş û topbaranê li ser Eyn Îsayê, nîşanên armanca vê dagirkeriya berfirehtir an ku mijara gotinê ye.

Li aliyê din, bi êrîşên li ser herêma Qendîl-Herêma Parastinê yên Medyayê jî ranewestin û jixwe aşkera dibêjin; “em nahêlin Qendîlên din werin çêkirin” û li ser vê bingehê êrîşên xwe berfirehtir kiriye û dibin heta Şingal, Mexmûr û hwd.

Di vê der barê de, xwedêgiravî xistine çarçoveya zagonan û fermiyetê, lewma bi navê Peymana Şingalê, bi armanca qirkirina gelê me yê êzidî, ev proje di bin koordînasyona dewleta tirk de daye destê rêveberiya Bexda û Erbîlê.

Îcar, dikare were pirskirin, “ma çi têkiliyên xwe bi siyaseta li ser PKK’ê heye?”. Bersiva vê pirsê jî ew bixwe didin. Weke li jor hat gotin, li ser PKK û rêveberên PKK-KCK’ê çi daxuyanî dane. Her wiha di vê peymana xwe ya “Fermana Şingalê” de jî û di hewldana xwedêgiravî ji bo yekitiya kurdên li Rojava de -civînên lihevhatinê yên PYNK û ENKS- jî şertên wan ên sereke; bila PKK’î ji vir derkevin! Belê ne hema ev tenê, şerên devjêberdana hîmên (prensîbên) bîrdozî jî hene. Weke mînak; hevserokatî (dijberiya rola jinan a di pêşketina civakê de), perwerdeya bi zimanê kurdî, bêyî hilbijartin (bê îredaya gel) lihevparkirina rêveberiya xweser û hwd!

Di van helwest û hewldanan de jî siyaseta wan baştir tê naskirin ku armanca wan li hemû parçeyên Kurdistanê û li ser hemû destkeftiyan, ger karibin bandora felsefe û tevgera Rêber Apo û PKK-KCK’ê bişikînin, nehêlin. Li şûna wê, ew tevgerên ku li gorî siyaseta wan, bi zihniyeta wan û li gorî armancên wan kar dikin an kar bikin, binîn bixin nûner û serwerên kurdan. Bi kurt cewherî, kes û rêxistinên bêîrade, yên ne li gorî berjewendî û daxwazên gelê kurd, belê li gorî daxwaz û berjewendên hêzên biyanî hatine damezrandin, bixin cihê tevgera baweriya xwe bi hêza gelê xwe aniye û ji bo berjewendiyên gelê kurd dixebite û nûnerê îradeya gelê kurd e.

Li Bakur jî di vê dema dawî de, ji alîkî ve hewl dide alternatîfekê peyda bike yan ava bike. Hinek partî û kesên li dijî felsefeya Rêber Apo anîn ba hev, li hev civandin lê wisa diyar e bi kêr nehat. Bi navê PDK’ê hinek partiyên din jî ava kirin, li gel HUDA PAR û hwd. lê dîsa jî nebûn alternatîf. Vê carê, dest bi propagandayên ku HDP ji hev belav dibe kirin. Hinek navên jê qetiyayî xistin rojevê, gotin hinek ew ê ji HDP’ê biqetin û partiyek nû ya dijberî HDP’ê ava bikin û hwd.

Li gel hemû van propaganda û ji van jî balkêştir, van rojên dawî, bi giranî di medyaya alîgirê dewletê de, gotinên “bila HDP’î, hema bi tenê bêjin em li dijî PKK’ê ne, bes e”, “bi tenê pirsgrêka HDP’iyan ev e; bila bêjin PKK terorîst e, temam e” û hwd. pir derxistine pêş û bi xurtî dixin rojevê.

Helbet, van gotinan û helwestan, ew gumanên ku li jor behsa wan hat kirin tên bîra mirovan. Gelo van tu çareyên din nedîtin, ger hinek sistayî yan nermayiyê di HDP’ê de bibînin, ma nabe ku ji HDP’iyek, hema kêm be jî hinekî dûrî PKK’ê raweste, em ê jê re bêjin “erê”!

Wisa diyar dibe ku li ser HDP û HDP’iyan, dixwazin gelek lîstikan û provakasyonan çêbikin. Xuya dibe, tu huner û sermayeya wan a xapandinê û baweriyê bidin kurdan nemaye, dîsa hêviya xwe ji xiyaneta nav kurdan dike. Ez bawer nakim lê hema em bêjin çend kes ji HDP’ê qetandin û partiyek ava kirin, an HDP girtin û bi navekî nêzî vî navî û bi hinek navên berê HDP’î bûn ava kirin, ma gelo bi ser dikevin?

Naxêr. Erê dikarin hinekî din jî gelê me biêşîne lê serkeftin na! Ê jixwe gelê me fêrî êşê bûye û gelek xiyanet û tirsok jî dîtine. Di encamê de, erê hişyarî û baldarî lazim e, lê belê  bi çi awayî û şêwazî be, serkeftin a gelê me ye, weselam!

Nûçeyên Têkildar