Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji heft salî heta heftê salî li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî êrîşa dewleta dagirker a tirk, meşiyan. Rayedarê Iraqê daxuyaniyek da û êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir.

Şevê din li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di demjimêr 19:05’an de balefirek bêmirov û bi çek a dewleta dagirker a mizgeftek bombebaran kir û di encamê de jinek û du zarok birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn. Piştî êrîşa dewleta dagirker a tirk şêniyên Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî bi awayekî girseyî heta seytereya ketina wargehê meşiyan. Xelkê wargehê ji aliyê hêzên Iraqê ve li seytereyê hatin rawestandin, li ser vê şandeyek ji wargehê li gel rayedarên hêzên Iraqê civiyan. Piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê ji gel re daxuyaniyek da, êrîşa dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Ev êrîşa ku çêbûyî li ser sivîl, jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li ol tê kirin, êrîşî ser Mizgeftan tê kirin, ev hemû li dijî ola îslametiyê ye.”

Şêniyên wargehê ji heft salî heta heftê salî ji cihê bûyerê berê xwe dan li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan, li wir bi awayekî girseyî dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bimre îxanet’ hatin berzkirin. Meş heta seytereya hêzên Iraqê ya ketina wargehê dewam kir. Li wir leşkerên Iraqê rê girtibûn. Piştî ku nehiştin gelê wargehê seytereyê derbaz bikin, şandeyek ji xelkê wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin, piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê bi xwe li cihê gel rawestayî ji gel re axivî.

Alîkarê Berpirsê Firqa 14’an Sadûn Muheysîn El Xefecî di axafinên xwe de diyar kir ku ew ji ber vê êrîşê gelek xemgînin û wiha axivî: “Ev êrîşa ku çêbûyî em şermezar dikin. Ev êrîşa ku hatiye kirin ji ber ku li ser sivîla ye, li ser jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li ol tê kirin, êrîşî ser Mizgeftan tê kirin. Li gorî ku me li wêneyan temaşekirîn, dema li Mizgeftê ketî Quran hatiye şewitandin û tiştên wê hatiye xirab kirin ev hemû jî li dijî ola Îslametiyê ye. Ez jî waqaîdê firqê me, me dengê we gihandiye yên ji me bilindtir û bi yên Bexdayê re axivîne. Niha dema ez dihatim di rê de telefonek ji Bexdayê hat ji min re, got ku bûyera ku li wargehê çêbûyî gihiştiye me. Wê sibe şandeyek ji Rêveberiya Bexdayê serdana wargehê bike. Ev êrîşên ku li wargehê çêbûyî ne mirovî ye û em weke hikumeta Iraqê vê yekê şermezar dikin. Hêviya me ji we heye ku hûn aram bin, em nahêlin tiştek bi we were. Em ê hemû daxwazên we ji wezîrê Bexdayê re bişînin. Ev noktayên me yên ku li derdora wargehê hemû jî ji bo parastina wargehê ye û em nahêlin tu zirar bigihije wargehê.”

Pitî axaftina rayedarê Iraqê, meş bi dirûşmên ‘Berxwedan Jiyan e’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre îxanet’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar