Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji Heftanînê heta Serhedê gerîla lê da: 23 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Heftanînê heta Serhedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 23 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

Heftanîn

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me 5’ê Gulanê saet di 12:30’î de li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser Girê Partîzan bûn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

5’ê Gulanê artêşa TC a dagirker bombe li qada Şehîd Kendal a qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

6’ê Gulanê balafirên şer gombe li Girê Qesrokê yê qada Heftanînê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.

Colemêrg

6’ê Gulanê saet di 11:00 de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Girê Merganiş a navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin, çeperek hate îmhakirin û 2 leşker hatin kuştin.

Şirnex

2’ê Gulanê artêşa TC a dagirker li qadên Deriyê xendekê, Deriyê Hirçê, Kasaphane yên herêma Çiyayê Cûdî ya li Şirnexê dest bi operasyonê kir. Operasyon 5’ê Gulanê bêencam bi dawî bû.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

5’ê Gulanê saet di 14:40’î de hêzên me li dijî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin ku di navbera qadên Dader û Siwaro yên herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de ye. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li qada Girê Çolya barand.

Heman rojê hêzên me li qada gundê Osyan a herêma Besta ya Şirnexê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girekî çalakiyeke sabotajê kirin. Li dijî yekîneyên peya û wesayiteke bi tîpa Amarok ên berê wan li gir bû çalakî hate kirin. Di encamê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Yekîneyeke dijmin piştî vê çalakiyê ji bo destwerdana li herêmê hat, lê ew jî bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiya sabotajê de leşkerek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi serketî vegeriyan baregehên xwe.

Agirî

Artêşa TC a dagirker demeke li navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û qada Bajêrganê li ser rêya navneteweyî kemînê datîne. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ev yekîne kontrol kirin û 5’ê Gulanê saet di 20:00 de li vê yekîneya dijmin xist. Di çalakiyê de ku li wesayitên zirxî hate xistin, wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî bi temamî îmha bû. Di çalakiyê de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên mirî û birîndar bi ambûlansan ji herêmê rakir. Dagirkeran piştre bi gelek wesayitên zirxî dest bi oeprasyonê kir. Di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di şer de ku heta 6’ê Gulanê dewam kir, hevrêyên me Azad, Pîro û Birîndar ên heta fîşeka dawî şer kirin şehîd bûn.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar