Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji Helebê heta Mexmûrê bîranîna têkoşer Zîlan

Navenda Nûçeyan |

Têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) li dijî zilm û zordariya li dijî gelê kurd û li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 30’yê hezîrana sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedayî kir û xwe feda kir. Bi boneya salvegera 24’emîn salvegera şehadeta têkoşer Zîlan, bi pêşengiya Kongreya Star li bajarê Qamişloyê û navçeya wê ya Dêrikê meş hatin lidarxistin.  Her wiha Kinaci li Heleb, Şengal û Mexmûrê hate bibîranîn.

DÊRIK

Di vê çarçoveyê de li Dêrikê bi sedan jinan meşek li dar xist. Di meşê de endamên Kongreya Star, endamên sazî û dezgehên sivîl û şêniyên Dêrikê amade bûn. Meş ji Qada Azadî dest pê kir û heta Qada Jina Azad dom kir. Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Zîlan û alên Kongreya Star hatibûn hildan.

Di çalakiyê de li ser navê Kongreya Star Hediya Abdullah axivî û wiha got: “Bi ruhê Zîlanan em hemû jinên têkoşer bi bir tînin. Zîlan jineke xwedî vîn bû û lewre zilm red kir. Vê jina têkoşer bi çalakiya xwe, hêza jinê di dilê me de zindî kir û kir ku em bikaribin li dijî dijminên hovane bibin bendên têkoşînê. Em li hemberî wê û hemû jinên di oxira azadiya jinê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî ditewînin.”

QAMIŞLO

Bi heman boneyê li Qamişloyê jî bi beşdariya sedan jinan meşek hat lidarxistin. Meş ji Çerxerêya Şehîdan dest pê kir û heta Goristana Şehîd Delîl Saroxan dom kir. Di meşê de pankarta ‘Bi berxwedana Zîlan û Arînan em ê dagirkeriyê têk bibin’ hatibû vekirin.

Di çalakiyê de li ser navê girseyê endama Kongreya Star Şehnaz Gulo axivî û got ku Zîlanê li dijî zilm û zordariya dewleta tirk serî netewand û canê xwe feda kir. Gulo got: “Jin, ji dîrokê heya roja me li dijî desthilatdariyê têdikoşin. Ji Leyla Qasim heta Zîlan û Bêrîtanan, jinan pirên têkoşînê ava kirin. Soza me domandina vê dozê ye.”

HELEB

Tevgera Jinên Ciwan a Helebê jî bi meşeke pêtalî Zîlan bi bîr anî. Di meşê de bi sedan ciwan û jin amade bûn. Di meşê de wêneyên Ocalan, alên Tevgera Jinên Ciwan û pankarta ‘Têbikoşe, li ber xwe bide, faşîzmê hilweşîne û Rêber Apo azad bike’ hatibûn hildan. Meş ji Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Destîna dom kir.

Di çalakiyê de li ser navê ciwanan Emîne Ebdo axivî û pakrewanên azadiyê bi bîr anî. Ebdo got: “Beriya 24 salan dengê qêrînek ji dilê Kurdistanê bilind bû. Li dijî dagirkerî û faşîzmê wî dengî got ‘Ji jiyaneke bê rûmet re na.’ Ew deng, dengê Zîlanê bû. Çalakiya Zîlanê li dijî êrîşên qirkirinê bû. Em soza şopandina rêya şehîdan didin.” Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

ŞENGAL

Di heman demê de li Şengalê jî Meclisa Borikê merasîma bîranînê li dar xist. Di bernameyê de li ser kesayeta Zîlanê axaftin hatin kirin û piştre jî sînevîzyonek hat pêşandan. Di merasîmê de endama Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî axivî û wiha got: “Zeyneb nû tev li bûbû lê belê têgihiştina wê cuda bû. Di malbateke welatparêz de mezin bûbû û zext û zordariya li ser gelê kurd dîtibû. Her çiqas nû bû jî, Serokatî baş fêm dikir û li dijî komployê çalakî kir.”

Li ser navê TAJÊ’yê jî Pakîze Celal axivî û hemû pakrevanên şoreşê bi bîr anî. Celal diyar kir ku fikrên tevgera azadiyê ew rizgar kirine û dê wan kesayetan qet ji bî nekin. Tevrê Xelef jî da zanîn ku ew îro bi saya şehîdan hînî têkoşînê bûne û dê xwedî li doza wan şehîdan derkevin.

MEXMÛR

Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de sînevîzyonek hat nîşandan. Bernameya bîranînê ji hêla Meclisa Îştar ve hat organîzekirin. Bername li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Beriya ku sînevîzyon dest pê bike di şexsê Zeynep Kinaci de ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştrê jî sînevîzyona ku Zeynebê vedibêje hat nîşandan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar