Gelê kurd 45’emîn salvegera Destpêkirina Têkoşîna Azadiya xwe bi coşeke mezin pêşwazî û pîroz dike. Bi destpêkirin û geşbûna Têkoşîna Azadiyê re siyaseta kurd jî zindî bû û sal bi sal bi pêş ket, mezin bû. Wekî ku her tim gelê kurd dibêje, ji salên 70’yî heta vê demê xwedîderketina Têkoşîna Azadiyê ji 7 kesan gihîştiye 7 milyonan. Siyaseta kurd, li hemberî pergala yekparêz a ku înkara çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî yên gelê kurd dikir, têkoşîneke biryardar meşand, bi kedeke bêhempa û berdêlên mezin, destkeftiyên mezin bidest xist.
Ji HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP, BDP, DDP, HDP û heta Partiya Çepên Kesk tu car li hemberî zext, zor û çewisandinên desthilatan serî netewandin, çong dananîn.
Ev partiyên ku feyz û hêza xwe ji Tevgera Azadiya gelê digirtin, bi sekin û helwesta xwe ya têkoşer, her roj û sala ku derbas bû xwe xurtir kirin, her Partiya ku bi navekî nû ava bû, mîrate û berpirsiyariya siyasî ya Partiya beriya xwe girt ser milê xwe û li ser wê mîrateyê siyeseteke sincî û wijdanî meşand.
Hemû partiyên xwedî vê kevneşopiyê aştî, azadî, demokrasî û wekhevî ji xwe re kirin destûr, bi şîara; xuşk û biratiya gelan têkoşîna xwe meşandin û gihîştin van rojan.
Her serdema hilbijartinê dengê xwe û hejmara hilbijartiyên xwe zêde kirin.
Gava ku desthilatên statukoparêz dîtin dê li hemberî siyaseta serkeftî ya gelê kurd têk biçin, ji bo ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigirin, defterên xwe yên listikan ên nebixêr ji arşîvan derxistin û yek bi yek li hemberî siyaseta kurd xistin meriyetê.
Dest bi siyaseta qirêj kirin, li hemberî endam û rêveberên HEP’ê dest bi gefxwarinan kirin.
Kuştinên kiryar ne(diyar) ên bi destê dewletê, di 5’ê tirmeha 1991’ê de bi revandin û qetilkirina Serokê rêxistina HEP’ê yê Amedê Wedat Aydın dest pê kir, di 20’ê îlona 1992’yan zana û rewşerbîrê kurd Musa Anter û 2’yê hezîrana 1994’an bi qetilkirina Serokê HEP’ê yê Rihayê Muhsîn Melik û hevalê wî Mehmet Ayyildiz berdewam kirin.
Li gorî daneyên fermî, li Kurdistanê hejmara qetilkirinên kiryar ne(diyar) ên ku bi hincetên siyasî li hemberî gelê kurd pêk hatine 17 hezar in. Lê belê di rastiya xwe de ev hêjmara qetilkirinên bi destê dewletê zêdetir in.
Ji bilî van kuştin û qetilkirinan, astengkirin, gefxwarin, qirkirinên siyasî û girtinên partiyan ji HEP’ê Heta HDP’ê, hîn jî berdewam in.
Di 2’yê adara 1994’an de li hemberî parlamenterên DEP’ê derbeya siyasî pêk anîn, parlamenterên ku vîna gelê kurd temsîl dikirin, li ber deriyê parlamentoyê bi awayekî bêhiqûqî binçav kirin û avêtin zindanê.
Yên mayî jî koçberî welatên ewropayê kirin û parlementerên DEP’ê ji neçarî li derveyî welat parlementoyeke temsîlî ava kirin û di bin banê wê parlementoya derveyî welat de siyaseta xwe meşandin, hin jî dimeşînin.
Dîsa, ji sala 2016’an heta niha, şaredar û hilbijartiyên ku bi vîna gelan hatine hilbijartin di hedefa desthilata AKP-MHP’ê de ne.
Bi sedan şaredar û hilbijartî bi hincetên bêbingeh, bi dehsalan cezayan hatine cezakirin û bi salan di zindanan de mane.
Hevserokên HDP’ê birêz Figen Yuksekdag û Selahatin Demirtaş, hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, hevşaredarên bajarê Amedê yên du serdeman Gultan Kişanak û Selçuk Mizrakli jî di nav de, bi sedan siyasetmedar û hilbijartî û bi hezaran endam û rêveberên partiyên siyasî yên Kurd ên ku me navê wan li jor bilêv kir, di zindanan de ne.
Partiya herî dawî ya xwedî kevneşopiya siyaseta demokratîk HEDEP, piştî kongreya xwe li dar xist û mîrateya têkoşîna siyaseta Kurd a bi dehan salan girt ser milê xwe jî, weke partiyên beriya xwe di hedefa desthilata AKP-MHP’ê de ye.
Serdozgeriya dadgeha bilind, bi hinceta ku (qaşo) navê “HADEP”ê tîne bîra mirov, 4 roj berê hişyarî daye HEDEP’ê û guherandina kurtenavê partiyê li ser HEDEP’ê ferz dike.
Dinya alem dizane ku ev jî, yek j hincetên astengkirin û pêşîlêgirtina siyaseta HEDEP’ê ye.
HADEP’a ku bi salan berê hatiye girtin, gelo dê çi bîne bîra mirovan?
Diyare, çawa ku ji Hadep’ê ditirsiyan û bi dek dolaban xwestin pêşî li siyaseta HADEP’ê bigirin, dixwazin bi lîstikên siyaseta xwe ya qirêj siyaseta Hedep’ê jî asteng bikin.
Lê belê divê were zanîn û desthilat jî baş zanibin ku, dê HEDEP bi vî navî, yan jî kertenavekî din, di her şert û mercî de bi berpirsiyariya mîrateya siyaseta azadîxwaz tekoşîna xwe ya aştî, wekhevî û demokrasiyê bimeşîne.
HEDEP, dê bi hatina cem hev a saziyên sivîl, kedkar, karker, cotkar û hemû beşên civakê de re, daxwazên gel ji xwe re bike bingeha siyasetê, li gorî vê rastiyê siyaseta xwe bihone, dawî li saltanata qeyûmên ku şaredariyên gel desteser kirine bîne û şaredariyên ku wek navendên rant û talanê bi salane ji aliyê qeyûman ve hatine dagirkirin veguherîne navenda xizmetên gel û daxwazên gel ên aştî, azadî, aramî, wekhevî û xwişk û biratiya gelan pêk bîne.