Welat Perwer |
Ev çend roj in, behsa koçberên kurd ên ku di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê de asê mane tê kirin. Tê gotin ku bi hezaran koçberên kurd ên ji başûrê Kurdistanê ne, li wir kom bûne û hewl didin sînorê Polonyayê derbas bikin û xwe biavêjin axa Ewropayê. Dîsa tê gotin ku heya niha zarok jî di navê de heft kesî li ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Di nava gelên cîhanê de yek ji gelê ku herî zêde koç dike û diçe welatên biyanî jî kurd in. Lê ji ber ku Kurdistan parçe ye û rewşa her parçeyekî ji yan din cudatir e, koçberiya her parçeyeke Kurdistanê ji ya din cudatir e.
Li bakurê Kurdistanê dagirkerî heye û kurdên li vê derê ev sed sal in bi polîtakayên qirkirinê re rû bi rû ne. Zext, zilm, kuştin, zindan, valakirina gundan, bişaftin, xizanî, koçberkirin û hwd. hemû di çarçoveya vê polîtîkaya qirkirinê de tên kirin. Ev jî dibe sedem ku ji gelê kurd bi milyonan kes ji ax û welatê xwe berde, koç bike, biçe Tirkiyeyê yan jî welatên din. Dewleta dagirker a tirk bi vî awayî ji milekî ve dixwaze Kurdistanê ji kurdan xalî bike, ji milê din ve jî hewl dide ku kurdên ku ji welatê xwe qut bûne, asîmîle bike, di nava pergalê de bihelîne.
Li rojhilatê Kurdistanê jî mirov dikare bibêje sê kêm pênc zêde heman tişt heye û sedema koçberiyê dîsa dagirkerî ye. Li wir jî dagirkerî heye û gelê kurd li welatê xwe ne xwediyê xwe ye.
Li rojavayê Kurdistanê jî dagirkerî hebû heya Şoreşa Rojava. Heya şoreşê ew polîtîkayên ku Bakur û Rojhilat ji aliyê dagirkeran ve dihatin pêşxistin, li wê derê jî di meriyetê de bûn. Ango li wê derê jî dagirkerî hebû û her tişt di çarçoveya qirkirina kurdan de dihate kirin. Lê di dema Bihara Ereban û Şoreşa Rojava de geh çeteyên El Nusrayê, geh çeteyên DAIŞ’ê, geh çeteyên girêdayî dewleta dagirker a tirk, geh jî dewleta dagirker a tirk bi xwe êrîşên tunekirinê li ser Rojava birin. Di encama van êrîşan de Efrîn, Girê Spî û Serêkanî hat dagirkirin. Bi milyonan kurd koçber bûn û çûn deverên cuda.
Dîsa li Şengalê kurdên êzidî bi fermana qirkirinê re rû bi rû man û bi sed hezaran kurd ên êzidî koçber bûn, piranî ji wan berê xwe dan welatên biyanî.
Bi kurtasî li derveyî başûrê Kurdistanê li sedema koçberbûna kurdan bi her awayî dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê ne. Li van deran gelê kurd bi kêfa xwe û tercîha xwe dev ji welatê xwe bernedaye û neçûye. Bi vî awayî sedema van koçberiyan siyasî ye. Bêguman heya ku mecbûriyeteke pir mezin nebe, gelê kurd divê welatê xwe nehêle neçe, li welatê xwe bimîne, têbikoşe û xwe tev li şer û têkoşîna hebûnê bike. Ji mecbûriyetê çû jî dîsa divê berê xwe li welêt be û bi têkoşîna azadiyê re bibe yek.
Lê koçberiya ku ji başûrê Kurdistanê çêdibin ne bi vî awayî ne. Li başûrê Kurdistanê statuyeke ku ji aliye hemû cîhanê ve tê naskirin heye. Li vê parçeya welêt kurd xwe bi xwe bi rê ve didin. Ango li vê derê nasname, çand, ziman û mafê xwe parastin û xwebirêvebirinê kes red nake. Bi vî awayî wekî parçeyên din ji aliyê dagirkeran ve hewldanên qirkirinê tune ne. Bi kurtasî rêveberiyeke ku ji hemû tiştên başûrê Kurdistanê berpirsiyar heye û kurd e. Lê li vê parçeya Kurdistanê li derveyî kesên ku ji nîmetê desthilatê sûdê werdigirin, di serî de ciwan hema hema her kes dixwaze xwe biavêje welatên Ewropayê. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî ew koçberên ku niha di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê de mane ne.
Tişta ku dixwazim bibêjim ev e, li parçeyên din sedema koçberiyê hebûna dagirkeriyê û nebûna statuya kurdan e. Lê sedema koçberiya ji Başûr ne dagirkerî ye, ji ber ku tiştekî wisa tune ye, rêveberî di destê kurdan de ne.
Belê ew dîmenên ku li ser wî sînorî ji aliyê her kesî ve tên temaşekirin şerma hemû kurdan e, lê herî zêde jî şerm û rûreşiya rêveberiya başûrê Kurdistanê ye. Ango ya PDK’ê ye. Her çiqas di hikûmeta rêveberiya Başûr de partiyên din hebin jî lê her kes dizane ku hikûmet PDK ye, bi taybet jî mala Barzanî ye.
Gelê kurd ev sed sal in têdikoşin ku bikaribin li ser axa xwe, li welatê xwe bibin xwediyê her tiştî, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev tişt bi awayekî mîsogerkirî li Başûr pêk hat. Lê a niha ew kurdên ku ji bo welatê xwe têkoşiyan, bedel dan, gotin di cih de be bi çargaviyan ji welêt direvin. Bêguman divê neçin, divê li welatê xwe ji hinekan re nehêlin, xwedî li şehîdên bêhejmar ên Kurdistanê derkevin. Ger ku welat bi awayekî rast û dirûst nayê birêvebirin, ji bo guhertina vê rewşê têbikoşin, nerevin. Bi vî awayî ne gengaz e ku mirov reva ji Başûr rast bibîne. Jixwe divê mirov tişta ku li Başûr pêk tê ne wek koçberî, wek rev bi nav bike. Namûs, şeref, heysiyet, li xaka xwe li dijî her cure neheqiyê têkoşînê û xweşikirina welêt dixwaze. Bi vî awayî kesên ku reviyane û xwedî niyeta revê ne, divê dev ji vê rewşa rûreş berdin, hinekî şerm bikin û dîsa berê xwe bidin welatê xwe. Mirovbûn û kurdbûn vê yekê ferz dike.
Lê rezîltiya herî mezin a rêveberiya Başûr e. Ji xwe di hilbijartinên herî dawî de gelê Başûr bi nedana dengan ev yek nîşan da. Bi qasî misqalekî jî gelê Başûr bi partiyên heyî bawer nake. Ger di van partiyan de bi qasî serê derziyê namûs û şeref hebe, divê xwe li ber çavan re derbas bikin û nebin sedem ku kurd li cîhanê bi vî awayî rezîl bibin. Lê dixwiyê ku wê vê yekê nekin, heta dixwazin û teşvîk dikin ku kurdên ku rêveberiya wan qebûl nakin, ji welat derbikevin biçin.
Di vir de li her derê Kurdistanê rola herî girîng dikeve ser milê kurdên welatperwer. Divê hem li başûrê Kurdistanê hem jî li parçeyên ku hîn jî di bin dagikerî û êrîşan de ne, xwedî namûs, rûmet û şerefa kurdbûnê derbikevin û hesabê ji vê rêveberiya rezîl a Başûr bixwazin.